1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Heke Ji 4 Aliyan ve Dijmin Were !
Heke Ji 4 Aliyan ve Dijmin Were !,Heke,Ji,4,Aliyan,ve,Dijmin,Were,!

Heke Ji 4 Aliyan ve Dijmin Were !

A+ A-

Yekî musulman diçe leşkeriyê. Fermandarê wî rojekê di perwerdeyê de jê dipirse:
- Ger umeta Muhamed bikeve tengasiyê û kafir ji aliyê bakur ve werin, tê çi bikî?

Leşker dibêje:
- Fermandarê min, ez ê pişta xwe bidim başûr, berê xwe bidim bakur û şerê wan bikim.

Fermandar dibêje:
- Yan ku kafir ji başûr de jî werin tê çi bikî?

Leşker dibêje:
- Ez ê pişta xwe bidim rojhilat û şerê her du milan bikim.

Fermandar dibêje:
- Ger ji rojhilat jî werin tê çi bikî?

Leşker dibêje:
- Ez ê pişta xwe bidim rojava û wiha şerê her sê milan bikim.

Fermandar vê carê dibêje:
- Baş e, ku kafir ji rojava jî werin tê çi bikî?

Leşker li derdora xwe dinêre û dibêje:
- Fermandarê min, ma qey ez tenê ji umeta Muhamed im? Ma kesekî din nîne?