1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Ezîzê Cewo
  4. HELA VÊ ECÊBÊ! - Bersiva Tosinê Reşîd
HELA VÊ ECÊBÊ! - Bersiva Tosinê Reşîd,hela,vê,ecêbê,bersiva,tosinê,reşîd

HELA VÊ ECÊBÊ! - Bersiva Tosinê Reşîd

A+ A-

" http://www.xendan.org/kurdi/dreja.aspx… Ev Vidio di malpera “Xandan” de hatîye belav kirin. Keça êzdîye zarok dibêje: “Em naxwezin PKK here, PKK here emê xwe bikiujin.” Gava min li Vidio sêr kir, faşîstên alaman hatin bîra min, wan zarok bi vî şêweyî amade dikirin û ji bo propoganda xwe bi kar danîn. Ev ên vidio amade kirine ji bo propoganda xwe ye gemar, mêtodên hovane bi kar anîne. Wîjdana mirovatîyê bal van kesan tune, ne dûr e, ev kes ji bo propoganda xwe sibê zarokên êzdîya bidin kuştin jî. Li vir pirsa derketin, yan ne derketina PKK nîne, pirsa mirovatîyê ye, pirsa wîjjdanê yê, pirsa parastina zarokan e. Û ez şaş û metel mam, wekî malpera “Xandan” ev vîdio ya dijî mirovatîyê belav kirîye. Sala par tragêdîyake ne dîtî û ne bînayî hate serê êzdîyan. Heta niha jî bi hezaran êzdî di dest Daîş de zare-zar in, bi hezaran hatine kuştin, bi seda hezaran bûne peneber û nîv têr, nîv birçî di qewlên ne mirovane de, vê zivistanê, di bin çadiran de dijîn. Hêzên kurdaye sîyasî dewsa her tiştî bikin, wekî êzdî rojekê zû vegerin cî û werên xwe, ew avêtine bazara sîyasî û bes pey berjewendîyên xwe ketine. Heta kingê? Civaka kurdî, rewşenbîr û sîyasetmedarên kurda ji bo çi bêdeng in? - Tosinê Reşîd https://www.facebook.com/tosn.ozmanian?fref=ts "


Piştî weşana vê nivîsa Tosinê Reşît çend beşdaran jî nêrînên xwe nivîsîne, û ev bersîv ji bo helwesta van tevan te...


BERSÎVA EZÎZ Ê CEWO

Nivîsên van birayên me dişubin karê mirovekî, yê ku hîç haş ji tiştekî nînbe, û her tenê bi sparîşekê bijene mirovekî, an êrîşê bibe ser. Li vira pirs dertê hole, gelo ev biraderana nizanin, ka kê êzdî bi destê DAÎŞ-ê va berdan û bûn sebebên fermana 74-an, û kê xwe gorî kirin û êzdî parastin?!…

Ma nirxên pêşîyên me li ku man? Ma ne, di nav gelê me da tê gotin: “Mirov mêran bikuje jî, lê heqê wan naxwe!” Gelo ne şerm û fedî ye?! Mirov jî weha bextê xwe bişewitîne, hemû nirx û pîvanên rojnamegerîyê, nivîskarîyê û … heya yên mirovî dayne bin nigê xwe bi vî zimanî bi parazvanên gelê xwe ra biaxive?…

Belê, mirov hev rexne jî dike, hema bi çi zimanî? Çi bûye, ev çi hewar û hêwarze ye, we rakirye?… Ev çi nav û nûçikin ji we dibarin?! Gelo hûn nizanin, ku di rewşa êzdîyên Şengalê a îroyîn da, piştî wê, çi ku hate serê wan, ewê her tiştî bikin, ku yên ku ew ji mirinê rizgarkirine, terka wan nedin. Ew tiştên ku hatine serê wan û ew tiştên wana li ber çavên xwe dîtye – xiyanet, ferman û tevkujî – helwesta wan anegorî wan in…

Hûn çima ji vê dêşin, ev helwesta we ji ku tê? Hema zarokeke, bi hestyarî wisa gotye, heya dikare dayka wê ew hîn jî kiribe, ma ev mayê wê wateyê, ku ewa ku şengalîyan dîtin, ewa ku anîne serê wan (ewqasî ne DAÎŞ-ê, çiqas yên ku divê li wan xwedî derketana û ew biparastana!), ew her gotinekê dikarin bibêjin, ew mafê wan e!… Ma, eger di roja here teng da, dema ew dikuştin, direvandin, malên wan talan û wêran dikirin, kê ew parastin – ma ne PKK bû? Û piştî vê, dema ew hestên xwe tînin zimên, hûn çira dêşin? Ev ji ku tê? Mirov jî dijminatîya parazvanên gelê xwe bike û bi devê dijmin di derbarê wan da biaxive? Ev nakeve heşê mirov, eger ew ne nexweş be! Li şûna ku hûn hewl bidin, bingehên wê tê bigihîjin, hiltînin û wan tiştên nerê dinivîse… Ma mirov heya destûrê nade xwe di derbarê DAÎŞ-ê da tiştên wisa bibêje an binivîse – hema ji bo xatirê rûmeta xwe ya mirovî, ji ber ku mirov bi wan gotinan xwe bêhurmet dike!

Çima, ev çi ye? Ma, gelo, nexweşî û malwêranîya me ya netewî nine ev?…

Çawa dibe?! Lê êdî rewşenbîrî li ku ma?!

Hûn ku tiştên wisa dinivîsin, hûn hîç çûne şengalê, we rewşa êzdîyan (xêncî bi întêrnêt û têlêvîzîonan!) dîtye?!... Hûn dizanin, ka gêrîllayên PKK çawa xwe gorî kirine û ew zarokên êzdî rizgarkirine?

Hûn çi fantazîyan jî ji ber xwe derxin, yek e, PKK-ê di tevahîya dîroka hebûna xwe da îzbat kirye, ku ew bi rastî piştovan û parazvanê gel û welatê xwe ye, ku ji bilî parastina mafên gelê xwe armanceke wan a dinê nine!

Ya dinê, Kurdistnan ne milkê bavê hinekan e, eger kesek, an komeke mirovan xwe ji bo wê didin kujtin, mirovê çawa bikaribe behsa nemana wana li wir bike? Kurdistan welatê hemû kurdan e, yên ku behsa kurdên parçeyên cuda dikin, pirsa mayîna wan a li vir an wir derdixin pêş, ew dagerkirin û çarparçekirina Kurdistanê dipejirînin û li gelê me ferz dikin…

Ji bilî wê, PKK naha nû nehatye wir, ew bi dehsalan li wir e, û gel jî li ber çavên xwe dîtye, ka kî kîye. Naha jî di wan gelî-gebozên wê herêmê, yên ku ew tê da nin, gêrîllayan hîdroêlêktrosntsîon ava kirine, hem xwe û hem jî 60-70 gundên derdoran bi ênêrgîya êlêktrî xinê dikin… Eger we ev nedîtye, herin nav gelê herêmê û ji wî bipirsin, an jî, hîç nebe, nivîsên bîyanîyan ên di derbarê wan da bixwînin.

Dîsa dibêjim, mafê we heye, ku hûn rexne bikin (heq an neheq!), lê jibîr nekin, ku hinek sînor û nirxên mirovî hene û dive mirov wan derbaz neke û pêpes neke… An – na, xwe cîhan bi qeselê nenixamtye, xelk dibîne, ka rastî li ku ye…

Ka, bicêribînin, herin nava şengalîyan û van gotina li ber wan bînin zimên, û hûnê bibînin, ka wê çi ji we ra bibêjin…

Û, ya dawîyê, PKK partîya cangorîyan e, ew li ku jî hebe, wê di xizmeta gelê xwe da be, li Başûr be, li Bakûr be, an – li Rojhilat û Rojava. Destê wê dirêj e, û ewê heya naha tu carê doza gelê xwe bi dest kesekî va bernedaye – ew dagerker bin, an kurtêlxurên wan ên di nav gelê me da bin... ***

Û ji bilî vê - vîdêoyek jî: https://www.facebook.com/video.php?v=1557536447847583&pnref=story