1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rizoyê Xerzî
  4. Helwesta mînak a gelê Colemêrgê
Helwesta mînak a gelê Colemêrgê,helwesta,mînak,a,gelê,colemêrgê

Helwesta mînak a gelê Colemêrgê

A+ A-

Ez dixwazim ku 2 bûyerên balkêş ên ku di van rojên dawî de qewimîn bi we hêjayan re parve bikim. Yek jê serdana Erdogan a Colemêrgê ya din jî operasyona ku li Dêrsimê li dijî ala BDP’ê hate lidarxistin.

Ez dixwazim ku 2 bûyerên balkêş ên ku di van rojên dawî de qewimîn bi we hêjayan re parve bikim. Yek jê serdana Erdogan a Colemêrgê ya din jî operasyona ku li Dêrsimê li dijî ala BDP’ê hate lidarxistin. Piştî serdana Erdogan a Qers, Sêrt û Wanê berê xwe da Colemêrgê. Erdogan tevli ku dizane êdî partiya wî ji ber sozên ku dabû kurdan pêk neaniye dê gelek dengan winda bike lê dîsa jî ji bo ji partiyên din re bêje ez dikarim serdna van bajaran bikim û partiya min li van bajarên kurdan jî heye wan serdanên xwe pêk tîne. Di van serdanên ku bi riya kerwanê wesayitên zirxî û artêşeke polîsan pêk tê de dersa herî baş dîsa xelkê Colemêrgê dan Erdogan.

Colemêrgiyan xwestin ku bêjin tu bi riya leşker û polîs û tangên xwe dikarî derbasî vî bajarî bibî lê gelê me jî dikare bihêle ku tenê li vî bajarî polîs û leşkerên te li te guhdarî bikin. Di wê rojê de Colemêrg bûbû weke bajarekî vala ku kesek lê najî. Hemû dikanên bajêr hatibûn girtin û tu li nava bajêr bigeriya te mirîşekek jî li kolanên Colemêrgê ne didîtana. Ewqasî hevgirtin û yekitî jî nabe heyran bi qesem min çiqasî çavê xwe gerand min ne kes û ne kûs li kolanên wî bajarî nedît. Te digot qey Colemêrgiyan heta bi sewalên xwe jî şîret kiribûn lê li gorî agahiyên ku namzet ê me yê Colemêrgê dan me, di kolana qesaban de pisîkek tevlî vê ambargoya li dijî hatina Erdogan ne bûbû û niha gelê Colemêrgê lijneyek ji bo lêkolîna rewşa wê pisîka çilek ava kiriye. Namzetê me yê Colemêrgê Adil Kurt bi riya telefonê agahî dan me û got ku biryara derbarê vê pisîka çilek de dê îro aşkara bibe û dê biryar bê girtin ku lêkolîna esil û feslê wê bê kirin ka ew bi rastî ji Colemêrgê ye an jî ew bi Kerwanê polîsên Erdogan re ji bajarekî din anîne.

Li ser mijarê em li namzeta xwe ya Qersê Mulkiye Bîrtane jî geriyan lê wê jî got, ez tevli mitînga Erdogan nebûme lê bawer nakim ku ew pisîk ji bajarê me biribin û bera li çavê wê binerin heke her çavek rengek be dibe ku polîsan bi darê zorê ew ji Wanê bi xwe re biribin. Mijara me ya din jî ala BDP’ye, beriya 2 rojan qereqol li navenda BDP’ê ya navçeya Qisleyç geriyaye û gotiye ku li serê çiyayê Mamîkê ala we hatiye daleqandin biçin ala xwe ji wir rakin. Serokê BDP’a navçeyê jî gotiye em nizanin kê ala me daniye serê wî çiyeyî û em nikarin herin bînin ji berku dibe mayîn li wir hebin.

Bi kurtasî bêjim qerqol ketiye nava hewldanên operasyoneke mezin û 2 helîkopterên xwe şandine ji bo wê alê ku ji serê çiya rakin lê helîkopter nikarin xwe li lûtkeya wî çiyayî deynin. Dawî ez jî nizanim çibû gelo ew al hîn li wire an na lê tiştê ku baş dizanim ev bûyer jî hişmendiya dewleta tirk bi giştî dide xuyakirin û bersiva vê pirsê ji we re dihêlim gelo heke ew al a partiyeke din bûna gelo dê qereqolê ev helwest nîşan bida.

Bi her halî hûn bersivê dizanin û hewce nake em dirêj bikin, hema bi kurt û kurmancî min xwest ku van herdû bûyeran bi we re parvebikim û bi germahiya dilê Colemêrgiyan we slav dikim.