1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Helwesta Ocalan dikare çi be?!
Helwesta Ocalan dikare çi be?!,helwesta,ocalan,dikare,çi,be

Helwesta Ocalan dikare çi be?!

A+ A-

Ji roja roj ve armanc û daxwaza sîstemê, dewleta tirk û hemû hukûmetên wan ku hatine ser kar jî, tunekirina PKKê bûye. Ev armanc û daxwaz tu carî neguheriye û îroj jî di rastiya xwe de, tiştek din nafikirin. Ji bo gihîştina vê armanc û daxwazê jî her dem serî li rê û rêbazên ji hemû pîvanên mafên mirovan dûr, manîpulatîf, derehlaqî û derewan xistine. Şer û operasyonên xwe jî her tim pêş xistine û tu carî jî dev ji van bernedane.

Di vê pêvajoya dawî de jî, sîstema dewleta tirk û hukûmeta tirk tiştek cuda nake. Dîsa serî li manîpulasyonan dixin û hewl didin di mêjiyê civakê de baweriyeke wisa biafirînin ku wan ji bo çekdanîna PKKê bi Ocalan re li hev kirine, bêyî ku tu tawîzî bidine PKKê, an daxwazên PKKê bi cîh bînin. Armanc di vir de bê guman ku mîna armanca wan a sereke, manîpulekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Bi vî rengî wisa hesab dikin ku dê baweriya gel a bi Ocalan bişkênin, serê gel tevlîhev û şolî bikin. Her wiha wêneyek wisa derxin holê ku di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû aktorên din ên Tevgera Azadiyê de nakokî hene. Di vir de armanc, dîsa di kesayetiya Ocalan de, tunekirina Tevgera Azadiyê ye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hemberî hemû gemariyên sîstemê û mercên fîzîkî ku ev 13 sal in tê de ye jî, bi giyan, dil, mêjî, raman û rawestana xwe ve, mirovek herî azad e. Ocalan her wiha ji herkesî bêhtir him tevgera ku afirandiye û him jî dijminê xwe nas dike, lewra di vê pêvajoya 35 salî de, aktorê sereke bûye û hîn jî wisan e. Tu kesek, bi qasî sergovend, ne dikare biweste, ne jî dikare govendê kontrol bike, bi fîguran bixemilîne û bi govendê û wê westandina wê bizane. Ev rastiyeke xwezayî ye ku ji bo her aliyên jiyanê derbas dibe. Dîsa di cîhanê de pir kêm kes mîna Ocalan hene ku bi dîroka xwe, ya cîhanê ev qasî kûr û berfireh bizane û ji wan encamên dîrokî derbixe. Bi taybet jî encamên dîrokî derxistin û li gor wê helwestgirtin, îroj bi tenê para Ocalan e.

Di hemû tevgerên azadiyê yên cîhanê de, rola serokayetiyan, rolên sereke û jiyanî bûne. Ji hema bêje hemû tevger û şoreşên netewî, olî û çînayetî, dikare mînak bêne dayîn û rola serokayetiyan bê îsbatkirin. Her çendî hin mêjiyên ne zelal vê rastiyê nepejirînin jî, ev rastî di tevger û şoreşa gelê kurd de jî derbasdar e û di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de tê temsîlkirin.

Ji ber vê rastiyê jî, sîstema cîhanê û dewleta tirk li gel hemû hukûmetên xwe yên van 35 salên dawî ve û bi taybet jî ev hukûmeta dawîn, bi dehan caran hewl dan hêza serokayetiyê bi rêyên derehlaqî bişkênin û nehêlin bibe xwedî roleke wiha dîrokî da ew jî neçarî pejirandina vê serokayetiyê û pêkanîna daxwazên vê serokayetiyê nebin. Her wiha bi dehan caran xwestin hêza serokayetiyê bipîvin û jê li gor xwe encaman derxin. Herî dawî vê Serokayetiyê tenê hiştin da bikaribin li gor xwe baştir li ser bandor bikin,di bin psîkolojiya tenêmayînê de daxwazên xwe pê bidine pejirandin û li derve jî rengek wisa bidin ku Ocalan bi xwe naxwaze hevdîtinan bike. Bi vî rengî jî dê di nav demeke dirêj de bikaribin gel ji Serokayetiya wî sar bikin, ji nav dilan jî bi dûr bixînin. Her wiha qaşo nexwestina Ocalan a hevdîtinan, bi dîsa qaşo nakokiyên navbera serokayetiyê û beşên din ên tevgerê ve girê bidin. Ji bo vê jî serî li hemû rêyên derehlaqî xistin.

Di pêvajoyeke wiha de bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan û rêlibervekirina rola wî ya dîrokî, grevên birçîbûnê destpêkirin. Pêvajo û encamên vê greva dîrokî tê zanîn. Dîrokî bû, lewra roleke dîrokî lîst. Hemû lîstik û manîpulasyonên dewleta tirk ên li ser Tevgera Kurd û rêberê Gelê Kurd vala derxist û rola mezin a Ocalan a li ser vê tevgerê û pêşeroja gelê kurd, careke din bi dost û dijminan da îsbatkirin

Li vir, divê bahsa rola siyaseta legal a kurd û êrîşên dewleta tirk jî bê kirin. Lewra li gel hemû kêmasiyên xwe ve jî, di tu demên vê tevgerê de, sîyaseta legal a kurd ewqasî xurt nebûbû û ewqasî bi dilêrî û zelalî li dijî dewleta tirk û siyaset û kiryarên wan ranewestiyabû û ewqasî aşkere li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî derneketibû. Bi pêşketina vê pêvajoyê û zelalbûnê re, dewletê jî bi tirs û panîkeke mezin, êrîşên xwe yên li dijî siyaseta legal bilind kir û bê rawestan domand. Ji aliyê din ve jî, operasyonên xwe yên leşkerî, bi hemû rêbazên dermirovahî û bê rawestan domand.

Ev hemî pêşkeftinên li jor hatin nivîsîn, bûne îsbata serkeftina Tevgera Azadiyê. Lewra eger baş lê bê nihêrîn, dê bê dîtin ku li hel hemû êrîşên xwe ve jî, dijmin di rastiyê de, di rewşa xweparastinê de ye. Lewra dizane êdî paşveveger ne pêkan e û êdî hemû hewldanên vê dewletê ji bo vê yekê ne ku dê bi çi rengî bikaribe xwe herî erzan ji vê ”bela”yê rizgar bike. Ev rewşa xweparastinê ye ku ev jî rengê têkçûnê di nav xwe de dihebîne. Bê guman ku encamên vê rastiyê jî, xwe him li ser civaka kurd û him li ser civaka tirk didine der. Ji aliyekê ve bi her aliyên civakî û sosyal ve civaka tirk, di nav tevlîhevîyeke mezin de ye û ev pirê caran çi di nav xwe de, çi li dijî kurdan, di rengê şidetê de dide der. Ji aliyê din ve jî, li gel hemû kêmasî û şaşiyên xwe ve jî, polîtîzebûn û birêxistinbûna civaka kurd û encamên wê yên erênî, xwe pir zelal didine der. Her wiha bi vê rastiyê ve girêdayî, eger îroj hin liv û pêşkeftin dibin, ev bi saya Têkoşîna Azadiyê û gelê kurd e. Yan na, ne dewlet, ne sîstem, ne hukûmet û ne jî serokwezîr neguheriye û naguherin jî. Lê dikarin neçarî hin deriyan bibin ku vebikin. Ya bûye û ya ku dê ji niha bi şûn ve dikare bibe jî ev e. Ji lewre jî divê tu kes xwe bi tiştek din nexapîne û rojevê baş bişopîne.

Encam 1: Nêrîn û bawerî û nêzîkatiyên Rêberê Gelê Kurd ên derbarê xweparastinê de baş tê zanîn. Lewra Ocalan dibêje ku ”Guleke narîn jî, bêyî dirî nabe. ” An jî; ”Di jiyanê de sîstem û mekanîzmaya xweparastina hemû hebûnan û bi taybet ya caneweran heye, ev di xwezaya wan de ye. Ji ber vê jî divê kurd tucarî xwe bêparastin nehêlin, bi tedbîr bin.” An jî; ”Mafê xweparastina me, mafê me yê herî rewa ye. Bila kes vê nîqaş neke, em ê jî bi kesî re vê nîqaş nekin. Lê derbarê rêbazên wê de mirov dikare bigihêje lihevkirinekê.” Îcar bila şika tu kesekî nebe ku dê Ocalan ji derî vê rastiyê gavek bavêje.

Encam 2: Li hember van hemû rastiyan, çi jî biqewime, dê ew bibe şikestina dijmin. Lewra du rê hene li ber dijmin. Yek jê ew e ku li ser bingeha rastiya xweparastin û hemû mafên rewa yên vî gelî, rê li ber lihevhatinekê veke û li gor wê gavên berçav bavêje ku ev dibe şikestin û tunebûna polîtîkaya înkarî û tunekirinê ya 90 salî ya dewleta tirk. Yan jî dê car din serî li xapandin û eglekirinan bide da van polîtîkayên xwe yên nebixêr pêk bîne ku ev jî piştî vê saetê bi ser nekeve û dê bibe sedema şikestina dewletê. Û ne tenê dewletê, her wiha bidawîbûna pêvajoya bişkaftina têkiliyên navbera kurd û tirkan. Ev rêya duyem, rêya herî dirêj û bi êş e, ji bo her du aliyan jî. Lê encama her du rêyan jî dê ne ji bo me, ne jî ji bo dewleta tirk neguhere. Dê encam şikestina vê zilmê be.

Mahabad Felat Arda 2013-01-04 / Stockholm [email protected]


Gotinên miftehî :