1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Her teyr bi refê xwe re difire
Her teyr bi refê xwe re difire,her,teyr,bi,refê,xwe,re,difire

Her teyr bi refê xwe re difire

A+ A-

Samî TAN

Serokkomarê nûhatî RTE gihaşt miraz û meqseda xwe. RTE bi trimpêla xwe di nav siwariyan de bi rê ket û çû Qesra Çankayayê. Berî ku biçe ser girê Çankayayê kongreya AKP’ê li dar xist, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu li cihê xwe da rûniştandin. Wî jî hikumeta xwe ava kir û piştî çend rojan jî dê hikumeta wî li meclîsê were pesendkirin.

Axaftinên wî yên li kongre û Qesra Çankayayê balkêş nebûn, lê belê tijî hest û ramanên îdeolojîk bûn. Wî, bi şerê Melazgirê û fermandarê wê dest pê kir û heta Erbakan hat. Ji bo ku dilê kurdan xweş bike, navê Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî jî bi lêv kir.

Serokwezîrê nûhatî Davutoglu jî qala “kurd û zaza”yên ku ketine milê Alparslan kir û ji bo “pêvajoya çareseriyê” jî biryardariya xwe diyar kir. Ji gotinên Erdogan û Davutoglu tê fehmkirin ku ew ê ji bo pêkanîna projeya xwe ya têkçûyî xebata xwe bidomînin. Xwedêgiravî ew dixwazin li Rojhilata Navîn wekî pêşeng û serperiştê misilmanan yekgirtineke neo-osmanî pêk bînin. Lewma navên mîna Alparslan, Evdilhemîd, Menderes, Ozal û Erbakan li pey hev rêz dikin. Ji mecbûrî navê M. Kemal û ji bo ku bidin ber dilê kurdan navê Silehedînê Eyûbî hiltînin.

AKP qaşo li dijî “endazyariya civakî” ya kemalîst derkete holê, lê belê wê bi xwe jî dest avêt karê “endazyariya civakî” ya li gorî bîrdoziya xwe ya olî û neo-osmanî. Di destpêkê de AKP’ê ev aliyê xwe yê îdeolojîk û endazyariya civakî vedişart û nediwest ku kes pê bihese. Lê belê piştî ku cara sêyem jî hate ser kar û hevrikên xwe yên kemalîst bi operasyonan beralî kirin, îcar hê bi dilekî aram wan a dilê xwe da der û dest avêtin projeyên xwe yên endazyariya civakî. Belê AKP partiyeke îdeolojîk e, hem li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn û Cîhanê ew xwediyê hinek plan û bernameyên endazyariya civakî ye.

Demekê ji bo hinekan moda bû, hema kê devê xwe vedikir, digot, “Dema îdeolojiya derbas bûye.” Ji îdeolojiyan qesta wan îdeolojiya pêşverû ya marksîst bû. Lê piştre aşkare bû ku ev kes ji bo xapandina gelan wiha dibêjin; Ev kes bi xwe xwediyê helwesteke îdeolojîk in.

AKP partiyeke neo-osmanî ye, ew li ser şopa Evdilhemîd diçe, di bernameya wan de ji kurdan re jî cih heye, lê belê ji kîjan kurdan re; ji kurdên ku ji Evdilhemîd re digotin, “Bavê kurdan”. A rast êdî her kes li gorî xwe di bernameya xwe cihekî dide kurdan, lewre êdî her dizane ku bêyî kurdan tu plan û proje naçin sêrî. Lewma jî ji Hîzbullaha kontra heta DAÎŞ’a mirovxur hemû hêz û komik navê kurd û Kurdistanê hiltînin.

Serokkomarê nûhatî RTE jî li Amedê ji bo Başûr be jî navê Kurdistanê hilanîbû. AKP dixwaze hemû misilmanên sunne di bin ala Osmaniyan de bike yek û pergaleke umetî ava bike.

Di vê pergalê de pêşengî ya tirkan e, tirk pêşeng û serkêşên îslamê ne, ewên mayî jî dûvikên dûv hebanê ne. Ji ber vê yekê AKP ji kurdên azad hez nake, ew ji kurdên parsek hez dike. Ew dixwaze kurd her tim destên xwe li ber wê vekin, doza mafên xwe nekin. Rayedarên AKP’ê têkoşîna ji bo mafan wekî nankorî dibînin û bi nav dikin.

Lê belê kurd êdî tiştekî ji kesî hêvî û daxwaz nakin, ew di gel hemû berdêlên giran jî daxwazên xwe bi têkoşîna xwe pêk tînin. Jêderka hemû destkeftinan têkoşîna azadiya gelê kurd e. Heke em xwe li hêviya AKP’ê û rayedarên dewleta tirk bigirin, em destên xwe li ber wan vekin em ê bikevin rewşeke pir xerab.

Binêrin hê AKP qedexeya li ser tîpên kurdî ranekiriye, neviya Apê Mûsa Asîwa ji ber navê xwe wekî biyanî tê qebûlkirin. Mamosteyên zimanê kurdî piştî ku bi salan li benda Wezîrê Perwerdehiyê Nabî Avci man da ku soza xwe bi cih bîne, îro daketine qadê û ji bo mafên xwe têdikoşin. Ez wekî aktîvîstekî zimanê kurdî û wekî Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê têkoşîna malbata Apê Mûsa û çalakiya greva birçîbûnê ya mamosteyên kurdî silav dikim. Êdî her kes dibîne ku her teyr bi refê xwe re difire û bêyî têkoşîn tu maf nayê bidestxistin.


Gotinên miftehî :