Herdu Nêçîrvan,Herdu,Nêçîrvan

Herdu Nêçîrvan

A+ A-

Herduyan bi vê armancê berê xwe dane Meşkîna Lêf.

Apê Cano herdu mêvan li ser seran û ser çavan ezimandiye. Gotiye "ez jî êdî yextiyar im, berî mirinekê dixwazim hinekan hînî sekvaniyê bikim. Bila ev huner nemre." Kêfa apê Bûbo û Fexro pir hatiye.

Rabûne bi hev re derketine nêçîrê. Li pala çiyayê Pozê Bîran  apê Cano gotiye "Ev kuna sivoriyê ye, niha dê bazde." Bi rastî jî sivoriyekê baz daye, berdanê kuştine.

Piştî demekê kunek mezintir dîtine, apê Cano dîsa gotiye: "Ev kuna rovî ye, dê niha bazde." Gotina wî dîsa rast derketiye û roviyê min û te li erdê pîja pîja bûye, hatiye kuştin.

Apê Bûbo û Fexro pir westiyane û gotine "Apê Cano bes e, em betilîn. Êdî em dikarin nêçîrvaniyeke baş bikin. Mala te ava" û xwe berdane Dêrika Çiyayê Mazî

Piştî demekê gundê mala herduyan li gundê Menteşiya Jêrîn hatiye şewitandin. Dewletê herdu ji gund derxistine. Herduyan bar kirine çûne rojava. Rojekê herdu bi hev re derketine nêçîrê. Ev çiya û ew perpal, ev newal û ew masûlk meşiyane. Rastî kunek mezin hatine. Herdu ketine devê kunê û li hêviya nêçîra xwe mane.

Roja din di rojnameyan de nûçeyek wiha derketiye.

"Tirên li du nêçîrvanan qelibî, hurdu jî nefilitîn." 


Gotinên miftehî :