Herekol
Herekol (*)
li dengé na'lan min dikir guhdarî
di bin min re diçûn bi tîr û kevan
peye,
siwarî
ji artéşa talankeran bûn
bi dû qeranan de hézén çekdarî!
şahînşah bûn, siltan bûn
li ser alén wan teyrén nikil-xûn
şérén devhétû di alén wan de
di bin min re diçûn;
bi xerc û béş, fermanén tacîdarî!
min serî netewand li ber riman tu carî
bi ar-adaran rohnî
parastî bi mertalén Medî
di érîşan de
min Naram Sîn dî
û Sargon û Îskender...
û di tehtan de nawekî kolayî
yekî ecem bû Dara'yé dilber!
şop û şivîleyé sedsalan de di çiyan re wer
mîna teyrekî, bajen; mîna ber
di ber Gabarî her,
û Cûdî bibîn,
bi dû re li min biner:
Herekol im ez, ez Herekol im
li jor im, eniya xwe rak! hé jî l, jor im:
li ser axeké - ku îro bindest-
ji doh de kefteleft, îro pîkol im!
* Ramûsan min veşartin li geliyekî, Helbest
Arjen Arî, Weşanên Avesta, 1999