Hesreta Dilan
Siyo
Berxê Bavê Xwe
Sal vegeriya demsal jî bahar e
Dar û ber bişkuvîn
Gul û sosin deşt û çiya xemilandin
Tu di dilê çiyayê min de mezin dibî
Dem bi dem sal bi sal
Lê çi bikim
Esareta hesreta îxanetan bênav e
Eyyyy Felek…
Agir bikeve mala te
Kund li warê te bxwîne
Lê ji te nakim minet
Zilm û zora te
Qeyd û zincîrên te
Zindan û hefsên te
Rûreşiya mirovahiyê ye
Siyo,
Berxê Bavê xwe
Ez dizanim sibe salvegera te ye
Sal diherikin û diherin
Wekî çemên Firat û Dîcle
Bi belengazî bi stuxwarî
Û gav bi gav tu jî mezin dibî
Wekî hesreta dile min
Bi navê Siyo an jî Zînê
Bi çelengî û jîrbûnê ve
Çend hezar zarok
Stu xwar, belengaz û perîşan
Ne hezkirana dayik û bav
Ne jî germahiya mirovatiyê …
Ne ramûsanek ji kezebê
Ne jî pîrozkirina salvegerê dizanin
Le, mezin dibin, mezin dibin, mezin dibin…
Wekî Cudî, wekî Zagroz, wekî Agirî
Û diherikin, diherikin, diherikin…
Weki Hêzil, weki Mûnzûr, wekî Botan
Bi bal roje ve diherikin
Û bi helwestin, wekî Şêx Seîd, Seyîd Riza û Qadî Mûhemmed
Bi helwestin, wekî Mazlûm, wekî Xeyrî, wekî Ferhat
Salvegera te pîroz be Siyo
Salvegera hevalên te jî pîroz be
Tu hesret sewî nemînin berxê min
Bi hesreta dilan ez têm çavên te.
05.06.2006 Girtîgehâ Tîpa D – Diyarbekir.