1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Heta Wêneyên Me Li Ser Pereyan Bikeve !
Heta Wêneyên Me Li Ser Pereyan Bikeve !,Heta,Wêneyên,Me,Li,Ser,Pereyan,Bikeve,!

Heta Wêneyên Me Li Ser Pereyan Bikeve !

A+ A-

Lê li hev nakin ku dê derbeke çawa lêxin. Li ser vê yekê gundiyê herî demokrat rehmetiyê Silê Ado dibê:

"Law ma we demokrasî nebihîstiye? Di rewşên wiha de de demokrasî di rûpela 124'an de dibêje pêşniyaran ji beşdaran berhev bikin. Di rûpela 126'an de dibêje wan pêşniyaran bidin dengdanê. Di rûpela 129'an de dibêje kîjan pêşniyarê dengên pir stand, li gor wê bimeşin. Di rûpela 131'ê de jî dibêje pêşniyar çewt be jî, piştî we bi cî anî rexne bikin."

Gundî bi hev re dibêjin "rehma xwedê li dê û bavê nivîskarê wê pirtûka pîroz be û em kêmaniya te jî nebînin apê Silo."

Berhevkirina pêşniyaran dest pê dike:

Gundiyek dibêje: Em bigrin ser Dêrika Çiyayê Mazî. Bi çapiliyên devteng û tivingên rûsî em baş lêxin û vegerin.

Yekî din dibêje: "Ma Dêrik çi ye law, çaydan hebe tu çima berê xwe didî çaydanok. Dêr hebe em ê çima herin dêrikê. Werin em li bigrin ser Qoserê."

Gundiyê din dibêje: "Elahwekîl rast e. Em bigrin ser Qoserê, em ê saetekê lêxin û vegerin."

Yê din dibêje: "De heeeriiin loooo! Ev çi pêşniyar in. Elahwekîl gerek em bigrin ser Qoserê û heta melê sibehê azan bide gerek em lêxin."

Melê gund li hember van pêşniyaran bi hêrs dibêje:

"Law ma darbe wisa derbê dixwe? Gerek em lêxin û heta fotografê me li ser pereyan nekeve gerek em dev jê bernedin."

Rehma xwedê li wan û miriyên we be jî.