HEVAL KENAN/rojhat avaşîn
Weke kulîlkan, tu nemir î û namir î
Te diparêze ew ax ,axa ku tu diparêzî
Bikevî bin wê axê jî nav gel de tu dijî
Bi ava bîranînê tu yê herdem bêhn bidî
Stêrkek terişî îşev li asîmanê şehîdan
Weke stêrkên nas,stêrka Heval Kenan
Di bîra me de hilhatî ye, kaniya wan
Bi rojê re rêberê me yên van deman
Heval Kenan bi xeyala azadiya gelan
Didît bi bajaran re rizgarî li ser çiyan
Li bajaran her dilbirîn bû Heval Kenan
Evîna wî bû li ser çiyan, azad û şervan
Li bajaran di xebitî bi çand û huneran
Li ser çiyan têdikoşî bi raman û çekan
Dilê wî li ber xwe nedida êdî bo çiyan
Ji bo evîna dil û hişê xwe, ket ser rêyan
Rêyan xwe kurt kir, bo dilê Heval Kenan
Dilê kulîlkan ra bibûn ser linga û piyan
Dilê evîna wî, erdnîgariya axa kurdan
Dil lê dixe ji bo keç û xortên kurdan
De werin, de werin em li ba va hevalan
Di wan de dihewe,aramî,azadî û raman
Evîna dil û hişê me hevalan li ser çiyan
Weke Heval Kenan ji bo xwezaya gelan