Hevdeng=(XW),hevdeng,xw

Hevdeng=(XW)

A+ A-

Tiştê ku pir min dixe nav matmayînan ewe,ku tîpa (w)di peyva xarin, vexarin,dixazim,naxazim da bi (x)yê va datînin û dibêjin:Xwarin,Vexwarin. Ev pêva danîn di peyvên Soranî da heye. Wek (Xuwarin,Xuwardin)Devokên Soranî û Kurmancî,kurdîne.Lê em baş dizanin heryek jiwan zargo- tina deverekî ye û ji hev cudane.Bi rastî di xwezaya peyvên me gotî da, dengê (w)tuneye û deng xweza'î û bê (w)ye.Bi tîpa (x)ra, çi dema (a-û-u-e)were,dengê (w)tuneye û nabe hevdeng.Wekî: xarin,vexarin, xarûk, xar,xak, xal,xalxalok,xapînok,xapandin,dixazim,naxazim.


Gava ku em xwe nexapînin û rastîya zagona deng deranîna ji gewrîyê bizanin,emê bi zelalî bibînin: ku dengê (w)bi van peyvên me gotî ra tuneye û nayê.Dîsa:dema li pey tîpa (x- û) were, dengê (w)dikeve û tuneye. Wek: Xûn, Xûşk, Xûl. Dîsa:gava (x)bi (U) ra were dengê (w) tuneye, wek: Xuda,Xuş,Xuşxuşe,Xulxule, Xurû, Xuya, Xurî. Gava bi (x) ra (e)were, dengê (w)pirên caran pêra nayê.Wek: Xezûr,Xew, Xebxebk. pir caran jî li pey peyva bi (e) w,tê wek: Xwelî, Xwezî. Nivîskarên kurd;dibêjin:rêzdar (Celadet E'lî Bedirxan) gotîye:x-w hevdengin û bi hevra tên.Lê bi rastî Mamosta yê hêca negotîye ku hertim bi hevra tên.Mebesta wî ewe ku pir caran bê hev nînin. Jixwe her deng xweza'î ye û bi xweza ya xwe dertên û dengan dertînin.Tu kes nikarare ji dengê xweza'î bêtir dengegî din bi peyvan va bi zeliqîne.Belê bi rastî hevdengî di pir peyvav da bênebê ye û xweza'î ye.Ne ku yek ji mera bêje:di peyva(xweş)da hevdengî çêke.Lewra jixwe hevdengî ya dêda jixwe xweza'î ye.Bi axivtinê ra,ji xwe ev hevdeng'î heye.Em werin mijara xebitandina tîpa(î)di şûna(ê)da û bi nirxînin.Wek çawa ku dibêjin ew(piştî)min hat .


Rastî ya peyvê(piştê)min hateye. Lewra"pişt"ji xwe nave, gava tu bêjî (pişt)peyv dikeve rade ya pirsê û nayê zanînê çi pişte.? Gava mebesta te ji "pişt"tiştê lidû te be (pİşt)ê min tê gotinê.Lê gava mebest ji (pişt)tiştê li pişta tebe,piştî min tê gotinê.Yanî Barê li pişta min.Gava armanc ji "pişt"li pey te be, wê demê piştê min tê gotinê û (ê)ya li dû pişt dibe daçega kesî.Yanî yê li dû min tê,an li pişt mine. Dîsa em dixazin:mijara ji "min ra" û ji" tere "bi nirxînin;em dibînin ku bi gelemperî di welatê me Kurdistanê da li pey peyvan tîpa(A)di xebitînin û dibêjin:ji tera,ji wera ,ji mera.Lê nivîvkarên nû hatî jî dibêjin:ji tere,ji were,ji mere.Dîsa em di perhemên nivîskarên çarsed sal û yên berhemên kevnare,bi tîpa (A)nivîsîne.Mînak Mamostayê mezin(Ehmedê Cizîrî û Ehmedê Xanî)Ditina min ewe ku rojek wê were zimanê kurd di xweza ya xwe ya taybet da nemîne û di nav erozyonek zişman da werbe.Pir mixabin nivîskarên kurd pir caran li rastîya ziman nanhêrin û dibêjin:rihmetî Celadet wiha gotî ye.


Pir rêz û rûmet jibo rêzdar Celadet ra,lê divê ku em tu mijarî bê nirxandina zaniztî nehêlin û nebin benê dû hebana tukesî.Dîsa pêwîste ku em di zanîna mijaran da,xudbînî û ezîtî yê jibo xwe ra nexin aletê xwe xapandinê. Rojek min ji nivîskarek ra got rêzdar; min divê tu jibo min ra wateya bêje ya (Ferwar)ê bibêjî; ka tê çi wateyê?Nivîskarê me, ji min ra got(Ferwar)du bêjeyên"Erebî û farisî")ne.Yanî fer erebî,war jî farisî ye.Min "tûje tûj" li nav çavê heval nivîskar bi xemgînî nihêrî û di dilê xwe da got:hey wax du peyvên meyên resen û xurû kurdî hebûn! vî camêrî, ew jî xiste para Ereban û farisan.(Fer)di zimanê kurdî da bi wate ya kite.War jî bi wate ya wargeh,şûnwar,stargeh û pir navên bi van wateyane. Dîsa pir mixabin!di navbera min û serokê Enstîtuyê da, liser bêje ya "Mêrek û jinek"nîqaş derket. Min got dema ku nav neyê tewandinê pêvakirina daçeka nêran û mêyan naxaze.Yek jî gava bi nav ra nîşandeka hejmarê were,dîsa daçeka zayende ya nêran û mêyan naxaze. Wek jinek "K"ya li dû jin daçeka yek jimarê ye û naxaze ku daçeka zayendeya mê were.Dema min wiha got Heval Serok des- tê xwe da singê xwe û got:ez serokim.Xuda me neseroka bi parêze....

Celaletin YÖYLER /Mehereşk(Sibat) 9/3/2012



Gotinên miftehî :