Heware,heware

Heware

A+ A-


Çima wisa bû Nesîbê zaroktîya min qedexekirina jîyanê

Çima bû kemina jîyana min liser ziman qedexe bûn .

Heware dayê ez êdî nikarim feryad û qêrîn bikim

Liser hebûna min bazar tê kirin

Latên welatê min dixeyîdin

Gul û sosin tên çilmisandin

Çem û rûbarên welatê min tên miçiqandin

Heware heyyyy heware

Welatê min disa dinale

Dergûş di zikê dayêka xwe de, tên fetisandin bê ziman lal tên hîştin !..

Bang dikim Yezdan û xwedawendan bila qêrîna me bibhîzin

Heware heta erş û ezmanên ku bi berf û baranê hatine dagirtin

Hêstirên dayîkên bê guneh tên hewarê

Tenê jibo mitsek azadî .

Tenê jibo xîretê

Tenê jibo rûmete…

 Bawer Yekta


Gotinên miftehî :