1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Hilbijartin: BDP û AKP
Hilbijartin: BDP û AKP,hilbijartin,bdp,û,akp

Hilbijartin: BDP û AKP

A+ A-

Berî her tiştî, gotinên wekî "AKP dê li hinek deveran qezenc bike" spekulasyon in, ji navendekê bi zanebûn tên servîskirin.

Hinek kes jî, ji ber ku ji ber xebatên antî-demokratîk ên BDP aciz in, dibêjin qey dê gel bertekan nîşan bide û neçe ser sindoqê. Ev jî şikestinek e, bi dilîniyan ve girêdayî ye. Ev şikestin dê mirovan bibe antî-propagandayê. Li şûna mirov birîna xwediyê van rexneyan vede, mirov di warê şoreşa demokrasiyê de helwestek rast nîşan bide çêtir e, ji bo sibehê jî razemeniyeke baştir e.

AKP di vê demê de ne mimkûn e dengên xwe pirtir bike. Hem li Tirkiyeyê, hem li Kurdistanê AKP ketiye dema xwe ya rawestanê. Xitimiye.

Xitimandina herî mezin jî tunebûna alternatîfeke xurt e.

AKP û Cemaet jî ne wekî berê ne.

Dilîniyên kurdan ên kurdewarî û netewî jî ji berê gelekî xurtir e û ne wekî berê utopîk e jî.

Tu Amed û Wanê li dayne aliyekî, li Mêrdîn hem Şaredariya Mezin hem jî ya Artuklu ne mimkûn e ku bikeve destê AKP'ê. Ji xwe cara din li wir bi 1.500 dengî hatiye windakirin. Niha dê gund jî deng bidin. Dengên gundan ji xwe belî ye.

Şoreşa Rojava di warê xwedîkirina dilîniyên netewî de bandoreke baş nîşan daye. Li ber deriyên xaniyên kerpîçî yên Beriya Mêrdîn welatekî azad, kurdewar û demokratîk ava dibe. Kî dikare bêje ku gel dê berê hêviyên xwe nede Rojava û bide AKP'ê?

Kî dibêje dê gel kêmasiyên BDP mezin bike û xwîna xwe, keda xwe, hêviyên xwe û daxwazên xwe bike qurbana çend kesan?

Me hemûyan li pey xwe çend merivên şehîd hiştine. Kîjan kurdê ku bixwaze bireve, dê li pey xwe li cendekên xwe biqelibe, yên canê xwe ji bo rojek ronî dane.

Kî, di vê dema ku ronahiha Rojava her derê ronî dike de, dê berê xwe bide ser riyên tarî ku dawiya wê xuya nake?

Em hemû, bi taybetî di vê dema pêşhilbijartinên herêmî de hêrs bûne. Çend kesên ku peywirên xwe bi kar nînin, an çend kesên ku peywirên xwe bi şaşî bi kar bînin, dê her demê hebin. Ma mimkûn e ku mirov ji şaşiyan paqij bibin? Lê tu welatparêz di tu deman de ya dilê xwe nake qurbana kar û xebata kesekî din.

Ji Kayapinarê heta bi Êliyê, ji Qoserê heta bi Culemêrgê. Xwediyên şaşiyan çend kes in û rexneya herî mezin jî "çima Tevger mudaxale nake" ye. Rast e. Lê her mirovek û heta her Tevgerek jî xwedî hêzekê ye.

Li Rojava tu hişê xwe bidî ser şer, ji bo Cenewreyê to dîplomasiyê bimeşînî, li Başûr ji bo diyalogeke rast tu tevbigerî, li Ewroja ji bo tu ji lîsteya terorîzmê derkevî hewl bidî, li aliyê din tu li hemû bajar û navçeyan hewl bidî ku bi awayekî rast û bi dilê gelê xwe berendaman hilbijêrî. Ev hemû karên giran in û hêzek mirovan heye.

Ev tê wateya ku ji bo karekî mukemel divê her kes tiştekî bike.

Li pêşiya me hilbijartin heye û ji bo serkeftineke mukemel jî divê dîsa her kes tiştekî bike.

Yên ku rabûn çûn, yên ku çûn û şehîd ketin qet li hêviya kesî nesekinînin. Dema cenazeyê wan rabû jî li hêviya kesî nesekinîn.

Tu jî ji bo serkeftineke mukemel li hêviya tu kesî nesekine. Ne ji bo hilbartinê û ne ji bo tu karî. Ji bîr meke, yê pêdivî pê heye tu bi xwe yî, tu destê xwe navêjê yê ku li derve bimîne tu yî.


Gotinên miftehî :