1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Mahabad Felat
  4. Hilbijartin, BDP û hin helwestên şaş
Hilbijartin, BDP û hin helwestên şaş,hilbijartin,bdp,û,hin,helwestên,şaş

Hilbijartin, BDP û hin helwestên şaş

A+ A-

Du hêzên sereke hebûn di van hilbijartinan de, BDP û AKP. Bala hema bêje hemî cîhanê jî ji ber sedemên pir cuda lê di heman demê de, ji ber pêvajoyê jî, ji ber heman sedemî, li ser van her du partiyan bû.

Ev hilbijartin ji bo her du partiyan jî, ji hemû partiyên din grîngtir bû. Lewra eger AKPê dengên xwe li gor hilbijartinên beriya vê kêmtir bikira, ev dikaribû bibe sedema guherandina gelek mêzînên grîng li Tirkiyeyê. Dê ji bo me çiqasî bi xêr bûna, çiqasî nebixêrî, mijara nîqaşeka din e. Ji bo BDPê jî her wiha grîng bû. lewra BDP, li ser navê gelê kurd yek ji pêşkêş û berpirsên pêvajoyeka pir grîng e. Beriya her tiştî, ji bo di vê pêvajoyê de û bazariyên têne kirin de destê xwe û bi taybet jî yê birêz Ocalan xurt bike, diviya dengê xwe û hejmara şaredariyên xwe zêdetir bike û kir jî. Her çendî ne li gor armanca ku dabûne pêşiya xwe be jî, dikare bê gotin ku BDP di van hilbijartinan de bi ser ket.

Tiştê ku divê bê rojevê û bi grîngî li ser bê rawestan, heta hesabê wan bê xwestin, daketina dengên BDPê, li bajarên mîna Amed, Wan û Colemêrgê û wendakirina çend navçeyên mîna Tetwan, Kaxizman, Karliova, Serêkaniyê û Hezo ye. ye.

Li hemû bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê, biserketina BDPê, têkçûna dagirkeriyê ye û ji xwe divê hemû bajar û navçeyên Kurdistanê yek bi yek ji destê partiyên dagirkeran derkevin û hemî jî bêne halekî wisa ku êdî rê ji wan re li Kurdistanê nemîne. Armanca esasî ji xwe divê ev be. Her gavek ku vê armancê bi pêş dixe, bê guman ku serkeftin e û ew serkeftin divê şanazî û dilxweşiya her kurdekî dilsoz be. Lê di vê rê de êdî paşveçûyîn, nikare bê pejirandin, divê neyê pejirandin. Ji lewre jî, divê li ser vê mijarê, bi grîngî û gavek zûtir, bê rawestan. Berpirsên van dengên wendakirî kîjan kiryar û polîtîka ne, kî ne, şaşî û kêmasiyên wan çi ne? Bi zelalî û ji gel re vekirî divê ev bêne lêkolan, encam dîsa bi gel re bêne parvekirin û biryara van kes û şaşiyan ji gel re bê hiştin. An na, bila tu kes jê piştrast nebe ku dê careka din bi taybet jî van bajar û navçeyên ku dengên wan ketine, careka din bêne bidestxistin. Û dema bi taybet jî yek ji van bajarên navborî bikeve, ev dê bê wateya ketina gelek navçe û bajarên din ên Kurdistanê jî. Tu kesek dê nikaribe ji bin vê berpirsyariya dîrokî jî rabe. Loma ku niha ji her tiştî grîngtir, liserrawestana vê xalê ye. Serkeftin ji xwe yên me ne û divê bêne pêşxistin, lê paşkeftin divê bi tu rengî, ji bo tu kesekî û tu tiştekî neyêne daqurtandin, an paşguhxistin.

Birêz Demirtaş, di daxuyaniya xwe ya îroj de, sedemên van paşkeftinan bi hin sedemên ji derî wan ve girê dide, lê ev ne helwesteka rast û objektîf e. Divê tu sedem, ji bo van kêmasiyan neyêne pejirandin, nebine mertal li pêşiya şaşiyan. Sedema esasî divê di nav xwe de lê bigerin, ji xwe bizanin, li gor wê tevbigerin, tedbîran bigirin. An na ev şaşî dê bi rengekî pir berfirehtir û kûrtir, bêne dubarekirin.

Eger BDPê ku bi armanc, diruşm û giyana referandûmê vê hilbijartinê bi rê ve bir, kêmasî bikariya Mûş û Bîngolê û 10-15 navçeyên din ên Kurdistanê bigirtana ku dikaribû bigire, li ber îlankirina xweseriya demokratîk jî tu astengî nediman û dijmin jî dê nekariya bi hêsanî li ber vê gava dîrokî raweste êdî!. Wê demê, mirov dikaribû bêje ku ev êdî di Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurdistanê de gaveka dîrokî ye, ber bi azadiya Kurdistanê ve mîladek e. Lê bisînormayîna serkeftina van hilbijartinan û wendakirina hin navçeyan, daketina dengan li bajarên grîng, mixabin ku vê hêviyê ji bo dema kin, bi sînor kir.

Divê neyê jibîrkirin ku deng û navçeyên hatine wendakirin, gihîştine AKPê û ji niha ve, demildest divê tedbîr bêne girtin. Serê kê dişewite bila bişewite. Her kes ji bo qedera vî gelî heye, an divê hebe.

Tişteka grîng jî, pêşketina Huda-Par´ê ye. Li seranserê Tirkiyeyê û Kurdistanê, nêzî sed hezar deng girtin û piraniya van dengan ji navçe û bajarên Kurdistanê girtin. Bi taybet jî ji deverên mîna Amed, Batman, Cizîr û Farqînê girtin ku bi hezaran welatparêz li van bajaran, ji aliyê vê partiya kontra ve hatine şehîdkirin. Ev ne tenê serkeftina vê partiya hov û lîstikên dijminan e, lê bêtir kêmasiya tevgera siyasiya kurd e. Loma jî, divê bi grîngî li ser vê mijarê jî bê rawestan û tedbîr ji niha ve bêne girtin.

Rast e ku lîstik pir in, hîle, sextekarî pir in, derfetên di destê dijmin de pir in û hemuyan jî heya dawî, bi rengê herî qirêj bikar tînin û dê bînin jî. Rast e ku ev hemî jî, bandoreka neyînî li ser encamên hilbijartinê kirine. Lê ew karê xwe dikin û baş jî dikin. Dema em jî karê xwe baştir bikin, tu şensê dijmin dê li Kurdistanê nemîne.

Hin helwestên şaş hene di vê navberê de: Tê gotin ku ”Çewa dibe bi taybet AKP û partiyên din ên dewletê evçendî deng ji Kurdistanê digirin. Diviya yek dengekî jî negirtibûna.” Ev nêzîkahî, ne li gor rastiya me ya civakî û dîroka kedxwariya sedê salan e. Heya 30 sal berê jî ku di dîroka civakan de ne demeka dirêj e, ji bilî partiyên dewletê partî tunebûn û Kurdistan seranser mîna tewla hespê wan bû. Çewa dixwestin, wisa têde cirîdan dihavêtin. Eger îroj cî ji wan re li Kurdistanê teng bûye, ev encama têkoşîneka bêhempa û berdêlên pir giran in. Ew jî nîşan û îsbata wî tiştî ye ku, ji bo serkeftinê, ked û bedêl û polîtîkayên li gor rastiya gel û demê û dem divê. ”Kes bi lav lav û bi dîlek vî berî nabî serî”. ”Kirinek ji hezar gotinî çêtir e.”

Mahabad Felat Arda 2014-03-31