1. Tekst

  2. Gotar

  3. Dilawer Zeraq
  4. Şivanê Kurmanca û di biwara moderniyê de nêrînek li gerdîş û destpêkiyê
Şivanê Kurmanca û di biwara moderniyê de nêrînek li gerdîş û destpêkiyê,Şivanê,Kurmanca,û,di,biwara,moderniyê,de,nêrînek,li,gerdîş,û,destpêkiyê

Şivanê Kurmanca û di biwara moderniyê de nêrînek li gerdîş û destpêkiyê

A+ A-

Belkî jî sekinîna nîqaşê baştir çêbû. Ji ber ku hin hişt derneketibûn mexderê û av zelal nebûbû. Ez jî tê de gelekên ji me, me baş fam nedikir ka sedemên nîqaşê heta ku derê wêjeyî ye, heta ku derê derê kesane ye, heta ku derê rika salan e û…

Îcar bi sedem û boneya vê çapê, ez ê di vê nivîsê de hewlê bidim ku li derveyî van nîqaşan û di awir û biwareke dîtir de hin tiştan bêjim û darî çavan bikim.

Erebê Şemo, zimanê ewil ê Şivanê Kurmanca û dema nivîsandina wê:

Ji bo dema nivîsandina Şivanê Kurmanca, ji aliyê amadekar ve lêkolîneke kronolojîk û dîrokî gelek baş hatiye kirin û bi berawirdkirina dem û wextan, amadekar bi pêşekekê bi me dide famkirin ku tevî ku “parçenin ji Şivanê Kurmanca di sala 1930yî de di kovara ‘Grakan dîrkêrûm’ê bi ermenîkî de hatiye weşandin û di sala 1931ê de beşên wê yên pêşîn bi Rûsî û di sala 1933yan de jî wersîyoneke wê ya wergera Elmanî hatiye weşandin” (2) jî, “Şivanê Kurmanca wek pirtûkeke temam cara yekem bi Kurdî û di sala 1935an de hatiye weşandin.” (3)

Ez ji dilê dilan, bi hişê xwe yî analîtîk û ji kûrahiya bîra xwe li ser dîtin û peyta lêkolîner im û bi parçedîtineke xwe dixwazim tevkarî li dîtina wî bikim:

Ger em ji awirê wêjeyî û zimanî de lê binêrin em ê bi giştî bi peyta lêkolîner re bin. Ma ne wisan e? Erebê Şemo ne bi Kurdî, lê bi giştî bi Rûsî (an jî bi Ermenîkî, an bi Tirkiya Osmanî) perwerde dîtiye û ne mimkun e ku di romaneke bi Ermenîkî (an jî bi Rûsî) hatî nivîsandin de –ku pê perwerde bûbe- ji hemdê xwe zêdetir hevokên gotinkî (axaftinkî) bi kar bîne. Her wisan, kîjan nivîskar dibe bila bibe, gava bi zimanê ku pê perwerde bûye tekstekê binivîse, ne mimkun e ku bi temamî bi hevokên gotinkî binivîse û di ‘radeya ku mirov karibe bêje qet tune ye’ de gihanek bi kar bîne.

Gava mirov bala xwe didiyê, di romanê de ji bo bihevgihandina du an jî sê hevokan pir hindik (hema bêje qet) gihanek hatine bikaranîn û roman bi hevokên kurt û gotinkî hatiye nivîsandin. Ev jî bi me dide nîşan ku roman cara ewil bi Kurdî hatiye nivîsandin.

Û wekî dî jî, ger roman cara ewil bi Ermenîkî (an jî bi Rûsî) hatibûya nivîsandin û dûre li Kurdî hatibûya wergerandin, diviya zimanê wê yê nivîsandinê yê gotinkî (axaftinkî) ev qasî aşkera û beloq nebûya. Yanê diviya bi Rûsiya (an jî Ermenîkiya) bilind a wê gavê bihata nivîsandin û wergera wê jî dê li gorî bilindiya zimanê resen û orîjînal bihata kirin (an jî ger Kurdî têra wê wergerê nekira jî me yê tê de hewla vê yekê bidîta).

Gerdîş û destpêkîbûn:

Gerdîş (kevneşopî), demajoyeke dîrokî ye, ku ji rabirdûyeke nediyar heta roja îroyîn hatiye û bi temamî ji desttêwerdanên jiyanî û ji hêmanên banekî yên pratîzekirî, yên civakî, siyasî û bawermendî, pêk tê. Ji ber vê yekî jî, gerdîş hişûbîrek e, bi taybetî ‘hişûbîreke pêkveyî’ ye û her wekî Giddens jî gotiye, “Ger pêkanîn an jî baweriyek gerdîşî be, berxwedêriyeke gelek xurt li hember derbên guherîn û veguherînê nîşan dide.” (4)

Ji ber ku gerdîş tevahiyeke banekiyan e, bi tenê tiştên ku di civakê de hatine kirin nanimîne, tiştên ku divê ji niha û pê de bên kirin jî dinimîne.

Gerdîş wisan bi hêsanî nikare ji holê were rakirin, ji ber wê divê ji dema niha de car dî bê avakirin. Û divê banekiyên gerdîşî ji tevahiyê bê veqetandin, ji ber ku dibe ku banekî di roj û demekê de bibin dirûv û pêkanîneke kesane ya jiyana rûtîn û timwekhev.

Û gerdîş di her qonax û dema pêkanîna xwe de, ne destpêkî ye. Ji ber ku çi dibe bila bibe û bi çi awayî dibe bila bibe, di dem û kêlî, şert û mercên pêkanînê de, car dî berê me dide destpêka nediyar û pêkhatina banekiyên di destpêkê de. Her wiha, di vî warî de, Giddens jî, pala xwe dide têgiha Eric Hobsbawm a

‘Gerdîşa îcatkiri’ û dibêje, “Her çi qas navenda avabûnê gerdîş e jî, jêderka wê ne girîng e. Û hemû gerdîş hatine vedîtin û îcatkirin.”

Tevî ku xwedî destpêkeke nediyar e jî, gerdîş tim û tim cudatî dixe navbera ‘yê di hundir de’ û ‘kesê dîtir’; lewre hebûna ‘kesê di hundir de’ dibe sedem ku tev li rîtûelê bibe. Gerdîş li ser kesên li hundir ferz dike ku ji ‘yên dî’ bên veqetandin. Û Giddens jî civakên ku hebûna ‘kesên dî’ qebûl nakin, wekî ‘civakên gerdîşî’ bi nav dike. (5)

Di biwara moderniyê de Şivanê Kurmanca û destpêkîbûna wê:

Berî ku em qala (ne)moderniya Şivanê Kurmanca bikin, divê em bi kurtasî be jî bersîva pirsên wekî, ‘modernî û modernbûn çi ye, li gorî çi tê famkirin, çi ye ya ku berhemeke edebî dike modern û ne modern?’ bidin, da ku em karibin xwe ji hin ferasetên şaş ên der heqê modernbûn û nemodernbûnê de dûr bixînin û bi hişekî zelal rewşê binirxînin.

Modernîzma di wêjeyê de, di demajoya şertên civakî yên nû û pêkhatina civaka sanayiyê de derketiye holê û ji ber ku jiyana gerdîşî têra mirovan nekiriye, hê bêhtir derketiye pêş. Û tevî vê yekê jî, modernîzma wêjeyî, ji destpêkê de rexneya pergala jiyana nû jî di hundirê xwe de hewandiye.

Her wiha baş tê zanîn ku, têgiha ‘netewe’ zarokê esasî ya ‘modernîteyê’ ye. Û neteweparêzî jî li ser fikra ‘avakirina yekîtiya netewî’ ava dibe û ji bo wê jî ‘zimanekî netewî’ tê bikaranîn û kod û sembolên vê yekê jî li gorî neteweyan diguhere. Ji ber vê yekê moderniya civak û neteweyan jî naşibe hev.

Ger em ji aliyekî dî ve bala xwe bidin, em ê bibînin ku di navbera modern û gerdîşê de berdewamiyek jî heye. Ji ber ku avabûna moderna behsê gotinê ne bi awayekî korfeleqî û bêdestpêkî, lê belê bi desttêwerdanan û bi hişmendî pêk tê. Yanê destpêka modernê diyar e. Û ev her du ji aliyê temambûnê ve bêyî hev nabin û tekane sedema berhemên ku wekî modern tên binavkirin, ‘nûbûna’ wan e. Lê belê ji ber ku têkiliya ‘nû’ û ‘kevn’ tim domdar e, berhemeke modern ji ber ku di dema xwe de bi rastî jî ‘nû-modern’ bûye, piştî demekê wekî ‘klasîk’ hatiye binavkirin û qebûlkirin. Û em li vir baş tê digihin ku modernî, têgihîştinek e ku bi vegerîna ber bi rabirdûyê ve tê famkirin.

Îcar ku em bên ser Şivanê Kurmanca (ku bêhtir romaneke otobiyografîk e), em ê ji gelek aliyan ve bibînin ku destpêkek e, ji bo meşa civak û wêjeya Kurdî  ya berpêyî modernbûna xweserî xwe. Ji bo vê ez dikarim vê dîtina xwe bi van xalbendên li jêr bidim famkirin.

Şivanê Kurmanca;
1) Berhemeke  modern e, ji ber ku xwedî destpêkekê ye.
2) Berhemeke modern e, ji ber ku, her wekî Gregoriy Jusdanis jî gotiye, “alavê herî girîng a avakirina hişûbîrekî neteweyî ziman e”(6) bi zimanê ‘neteweyekê’ û bi armanca ‘avakirina hişûbîreke netewî’ hatiye nivîsandin. (wekî mînak: ji bo nasandina Kurdan a xwe bi xwe û avakirina hişûbîreke hevpar, qala element û hêmanên çand û jiyana Kurdan dike û wiha dibêje; “Jîyîna gundê kurmanca tiherekî dinê bû. Meriyê melegan çewa min serîda got, gişke ekîncî bûn. Lê kurmanc gişke koçer in, dêwêr xwey dikin, gundê wan du pa li çîyadanin. Rast e, herkê hinek kurmanc ekin diçînin, lê dîsa ekinê wan ji dêwêr hindiktire. Rastî jî nava miletêd wandera kese notlanî kurmanca, -mêl, dêwêr xweyke tunne, îlam xweykirina pêz.” (rûp:96)
3) Berhemeke modern e, ji ber ku di dema xwe de ‘nû’ ye, ji aliyê destpêkîbûna xwe ve tevneke giştî ya ji bo roja îroyîn çêdike.
4) Berhemeke modern e, ji ber ku gava em ji roja îroyîn de lê dinihêrin, ‘klasîkbûna wê’ diyar dibe û tê famkirin.
5) Berhemeke modern e, ji ber ku wekî mijar, hêman û element û kitekitên jiyana Kurdan a wê demê, ji xwe re kiriye pirsgirêk û her wekî Stendhal jî ji bo romanê dibêje, “Tekane sedema heyîbûna romanê ew e ku tim hewlê dide ku nûneriya jiyanê bike.” romana Şivanê Kurmanca nûneriya jiyana Kurdan dike û Erebê Şemo jî bi vegotina xwe ew ji bo roja îroyîn teyisandiye. (wekî mînak: ji bo teyisandina têkiliya Kurdan a bi îqtîdar û desthilata wê hingê re, wiha dibêje: “Vira li çiyayê kurmancêd me dewletî ji melegana n hindiktir em xwera didane xebatê, xûna me dimêtin. Eme dîsa wê belengazîyê da bûn. Jîyîna me jî pir xirab bû…. (rûp, 103-104)”

Her wiha, bi van peytan dikarim bêjim ku; ji ber ku Şivanê Kurmanca di dema xwe de modern bû, di roja îroyîn de klasîk e û ji ber ku îro ji bo Kurdî klasîk e, di dema xwe de modern bû.

Destpêka ku li me dihat ferzkirin:

Ez ê di vê beşê de berê xwe bidim aliyekî dîtir ku gelek salan (û ji hin aliyan ve hîna jî) li me hat (tê) ferzkirin û dîktekirin. Bi rastî jî, ger em bi ber wî bayî biketana, me yê gelek tişt gelek şaş û çewt fam bikira û dê tu nirx û qîmeta Şivanê Kurmanca ji bo me tunebûya a niha.

Belê dibêjim, ‘a niha.’ Ji ber ku, ji bo ku em karibin ji moderniya xwe ya ‘a niha’ fam bikin (mebest ji modernî, jiyan û feraseta bajarvanî ye ku wek îdeolojiya nivîsbariyê bi nivîsandina romanê tê nimandin û famkirin), diviya berhemeke me hebûya ku em pê vegeriyana rabirdûyê û me ji roja îroyîn fam bikirana. Ew berhem ‘a niha’ Şivanê Kurmanca ya Erebê Şemo ye.

Îcar, di nav Kurdên li Tirkiyeyê de, gelek sal û dem (û hê jî), ji aliyê hin Kurdan û ji aliyê nivîskarên qerase yên wêjeya Tirkî ve, romanên Mehmed Uzun û romannivîsiya wî wekî destpêka romannivîsiya Kurdan û ya Kurdî, bi hewleke şayanî gotinê, li ser me hat ferzkirin. Ev yek, bi hin bernameyên oryantalîst ku di ser moderniya Ewrûpayê re dihat famkirin û bi nivîsandina hin nivîsên taybet ên li ser wî û romanên wî (ku bi rastî jî ji dahûrandin û veçirandina wêjeyî dûr bû), dihat kirin.

Her wiha, nîqaşên ku li ser vê mijarê di nav nivîskarên Kurd ên li Ewrûpayê de dest pê kiribûn jî, ji bilî sûcdarkirin, çêr û sixêfkirinan ne tiştek bû û heta nivîs û lêkolîna Î.Seydo Aydoğan, li ser romannivîsiya Kurdî tu dokumenteke lêkolînî bi destê me neketibû û tu nivîseke wêjeyî ku li ser romanên Mehmed Uzun jî hatibe nivîsandin nehatibû ber destê me.

Dihat gotin ku Mehmed Uzun di tv.yeke Swêdî (an jî di tv.ya welatekî dîtir) de dahk kiriye ku “ew yekem romannivîsa Kurdî (ya modern e)”. Min bi xwe ev nebihîstiye û nexwendiye. Lê belê dikarim bêjim ku, bi giştî di nav Kurdan de hewldaneke xuya û aşkera heye ku, ‘gelek kes dixwazin di warekî de bibin yê/a destpêkê û yekemîn.’ Ev hewldan di hemû waran de, siyasî, çandî, nivîsbarî, teknîk, tip û ên dî… hê jî heye û didome. Rojek tê, kesek dibe yekem nivîskarê matematîka Kurdî, rojek tê kesek dibe yekem werger û çêkiroxê telefonên mobîl ê bi Kurdî, rojek tê kesek dibe yekem avakarê pergala computerê ya bi Kurdî û yekem û yekem û destpêkîbûn!…

Her wekî me li jorê jî got; civaka gerdîşî bêdestpêkî ye û jimêjveyetî serdest e di çanda wê de, lê belê di civaka modern û di hêman û elementên çanda wê ya modern de, destpêk her tim xuya ye. Îcar, ji ber vê yekê, tiştekî fambar e ku Kurd di warekî çand û toreya Kurdî de bixwazin bibin a/ê destpêkî û yekemîn.

Ev yek ji ber awat û daxwaza modernbûnê ye ku bi tevî civaka xwe dibe xwedî destpêkek.

Îcar, sedemên ferzkirina nivîskarên Tirkan jî heye. Ev yek jî bi modernbûna Tirkan ve girêdayî ye. Hema serê pêşîn ez dikarim bêjim ku; ger em li feraseta pergala modernîzekirina Tirkan binêrin, em ê bibînin ku ew di nav sînorên welatê xwe de ji bilî çanda xwe û awayê modernbûna xwe, tu çand û netewe qebûl nake. Û ev yek vê gotina Giddens tîne bîra me ku dibêje, “civakên ku hebûna ‘kesên dî’ qebûl nakin, civakên gerdîşî ne”. Heger wisan e, em dikarin bêjin ku moderniya çanda Tirkî kêmdestpêkî û gerdîşî ye. Ji ber ku têgihîştina ‘jinûvevejîna ji ariyên xwe’ referansa esasî ya moderniya çanda Tirkî ye.

De ka werin em li vir gotina Mehmed Uzun a, ‘Min zimanekî mirî û windabûyî di romanê xwe de ji nû ve vejand û afirand’ bi bîr bînin. Gelo bi ya we jî paradîgmaya van her du gotinan di heman xîm û bingehê de bi cî nabe?

Helbet ev yek mijara nîqaşê û ya nivîsên dûrûdirêj e. Ez ê jî nivîsa xwe ji vir û pê de dirêj nekim û wekî gotina dawîn dikarim bêjim ku; di nav romana Şivanê Kurmanca de nîşane û hêmanên moderniyê gelek in, (wekî mînak qalkirina jiyan û  xusetên gel û neteweyên dîtir, nîşana qebûlkirin û hewldana modernbûnê ye: “Melegana pak derbaz dikir. Erdê wanî pirî rind bû. Aliyê kulturê da Alêksandrovsk ji gundê êrmaniya, tirka û huruma gellekî ferqîtir bû… (rûp:62)” û hêvîdar im ku rexnegir û nivîskarên wêjeya Kurdî, ji aliyê teknîk, mijar, şêwe, tevn û naverokê ve romanê veçirînin û ‘destpêka moderniya wêjeya Kurdî’ bigihîje heq û nirx û hêjahiya xwe.

Çavkaniyên vê nivîsê:
(1) Şivanê Kurmanca, Erebê Şemo, (Tîpguhastin û Veçapkirin, Amadekar: Mustafa Aydoğan), Weşanên LÎS, 2009, Diyarbekir.
(2) Heman berhem. (rûp: 10)
(3) Heman berhem. (rûp: 16)
(4) Siyaset, Sosyolojî û Teoriya Civakî, Anthony Giddens, Weşanên Metis, Stenbol, 2000
(5) Heman berhem.
(6) Moderniya Derengmayî û Çanda Estetik, Gregory Jusdanis, Weşanên Metis, 1998 Stenbol

Dilawer Zeraq

Têbinî: "Ev nivîs di kovara Wyê de di hejmara 27an de hatiye weşandin."