Jarê,jarê

Jarê

A+ A-

Nezanim ji bayên bablîsoka

Weke kemanên şîzofrenî li ba dibim

Diqurmiçim di rehên jarê de

Qehrên meyandî vedixwim di zikata talda te de

Carisîyên nemayî didim ji xwedayên xurrifî re

Ti bi rondikên asoyên xwe dike

bijanikên xwe ji êvara derî şikestî re negire

Ez dizanim pakîya te di cihê xwe de ji westatîya westatir

Û ji zelalîya te tên qewirandin avên te lê vexwar

Sersaxîya çawakirina xumîna tewafa paxilên te

Ji baranê zûtir…

Û qulmişkên kerbê di berbanga şolîbûna hêsrên te de dixeniqin                    

Darên dûr hilma te jê diweşin

Nifirên niviştên sêqozîk di sînga me de diteliqin

Lê ez dizanim jarê

Semawendê tazîtiya ayetên te me

rûpel bi rûpel

Û bi cizba mêtina lêvên te ketime

Bixwe ketim e

Û jarê her dem navê teyî kelogirî barên hiştiran li pişta min dike

Di kaşên çavên te de

Marmasîyên tilîyên te aniha bi şev çiraya heyvê re

Gola  dilê min dihejî ne

Govenda derewan girtîye bi peqokên biharê re

Bûme xizanekî  xwelîserê evînê,dînîtî yên xwe vedirşim

Geşta malwêranîya xwe me

Gumana min tune


Mîtan Şareza


Gotinên miftehî :