1. Tekst

  2. Komputer

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Javascript çima pêwist e?
Javascript çima pêwist e?,javascript,çima,pêwist,e

Javascript çima pêwist e?

A+ A-

Java û Javascript ji alî gelek kesan ve wekî heman tiştî tê zanîn lê ne wisa ye. Java zimanekî bernamenûsiyê ye ku ji aliyê fîrmaya Sun ve hatiye afirandin û di dirbê Pascal û Delphi de ye. Di endamê de bi Java mirov bernameyek ji Pergala Xebatê serbixwe derdixe holê. Bi dirêjahiya .EXE an jî .COM pel çêdibe. Lê Javascript ne zimanekî bi vî cureyî ye. Ji bo şîroveyê pêdiviyê bi gerokêkê (firefox, chrome, opera, IE) dibîne. Yanî divê bi gerokê were vekirin. Ji ber vê javascript zimanekî script te. Di nav kodên HTML de tê bicihkirin. Di encamê de pelek dirêjahiya wê .EXE an jî .COM dernakeve holê.

Ji aliyê fîrmaya Netcscape ve hatiye afirandin û di dirbê zimanê C de ye. Armanca nivîsandin ango afirandina wê; temamkirina hin taybetiyên ku di HTML'ê de tune ye. Ji bo ew taybetî di rûpelên Webê de bên bikaranîn javascript hatiye afirandin. Mînak; ji bo pêwendiya bi bikarhênerê Webê re kêmaniyên HTML'ê temam dike. Fîrmaya Netscape ji ber vê pêdiviyê ev ziman afirandiye.

Geroka Netscape û IE cuda nêzîkî kodên Javascriptê dibin. Ji ber ku dema Netscape'yê Javascript amade kir, Microsoftê taybetiyên vî zimanî û awayê wê bi giştî li IE'yê zêde nekir û pîvanên xwe yên nivîsê belî kir. Ji ber wê bernamenûs mecbûr man ku di nivîsandina Javascriptê de taybetiyên her du gerokan jî li ber çavan bigirin.


Gotinên miftehî :