1. Tekst

  2. Komputer

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Javascript û taybetiyên giştî
Javascript û taybetiyên giştî,javascript,û,taybetiyên,giştî

Javascript û taybetiyên giştî

A+ A-

* Heke pergala we Windows be NotePad, NotePad++, PSPad, PhpStorm dikare ji bo nivîsandina Javascriptê were
bikaranîn. Heke pergala we Mac be, Simple dikare were bikaranîn. Heke Linux be dîsa NotePad++, PSPad û gelek
edîtorên din hene.

* Kodên Javascriptê di navbera etîketên <script> û </script> de tên nivîsandin.

* Etîketa <script> ji bo gerokên kevin ku nikaribûn

Javascriptê şîrove bikin, tê bikaranîn.

Bi giştî awayê wê ye nivîsê wiha ye:

<script>
<!--
Kodên Javascript
-->
</script>

Bernamenûsekî baş di nav kodên xwe de rêzikên şîrove û daxuyaniyê dinivîse.

Şîroveyên yek rêzik wiha tên nivîsandin.

// Ev rêzikek şîroveya kodên javascriptê ye.

Şîroveyên pirrêzik jî wiha tên nivîsandin.

/* Ev rêzikên hatine nivîsîn
şîroveyên kodên javascriptê ne */

Kodên Javascriptê bi du awayan tên bikaranîn. Yek; di nav kodên HTML'ê de. Ya duyem jî; wekî peleke .js tê tomarkirin û di nav kodên HTML'ê de tê gazîkirin. Ji HTML'ê cuda nayê bikaranîn. Javascript parçeyekî HTML'ê ye, kêmaniyên wê temam dike, ji ber wê jî bi wê re tê bikaranîn.

Li gor cihê bikaranînê di nav HTML'ê de tê bikaranîn. Lê bi gelemperî di nav etîketên HTML'ê ên <head> ... </head> de tê bikaranîn.

Hin peywirên Javascriptê hene, der barê bireser û bûyerên li wan tên sepandin de. Javascript her hêmana ku bi kar tîne wekî bireser fam dike. Bikarhêner van bireseran wekî tikandin, bi mişk hatina ser, bi mişk ji ser çûn dixebitîne, ku ev jî hatûçoya navbera Javascript û bikarhêner e.