1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem Mîrxan
  4. Ji bo ku stuyê me di bin zinaran de nemîne..
Ji bo ku stuyê me di bin zinaran de nemîne..,Ji,bo,ku,stuyê,me,di,bin,zinaran,de,nemîne..

Ji bo ku stuyê me di bin zinaran de nemîne..

A+ A-

Zinakekî pir mezin.
Ku mirov bikeve wek tê gotin “ parçê mezin guhê te ye”
Ji vî zinarî bi qasî bihustekê dûr zinarekî din jî hebû.
Her du zinar bi bantek pereyan bi hev ve hatibû zeliqandin.
Min got ya min xewnek gelek seyr dît.
 Belê her dû zinar bi banta pereyan bi hev ve hatibû zeliqandin.
Min berê fêm nekir ev bant ji bo çiye.
Bi kêrî çi tê.
Weke deh kes ji min re bêje ka wê bantê rake.
Min jî wisa kir.
Banta di navbera her dû zinaran rakir.
Weke erheje çêbe piştî gurmineke mezin zinarê hember me şeqizî û li zinarê ku em li serin ket.
Û her du zinar tevî me li erdê ket, weke kulmek ard hûr û pizûrî bû….
Her xewnek delaletî tiştekî dikin.
Belkî îro kesekî xewnê şirove bike wateyek din jê derxe.
şiroveya min ev e.
Ev  xewn têkiliyên gelê kurd  û  tirk tîne bîra mirov.
şerê ku sî sal e berdewam dike,
Kuştin û wêrankirinê tîne bîra mirov.
Di van salê dawiyê de weke banta navbera herdû zinaran têkiliyên gelê kurd û tirk di heyamek gelek nazik re derbas dibin.
Tevî hemû hewldanên agirbest û bêçalakî bûnê hîn jî ev têkilî weke wê banta pera xav e.
Tişta din a ku mirov ditirsîne jî ev e.
Ku ev bant biqete hem gelê kurd, hem jî gelê tirkê jê zirarê bibîne.
Bi gotinek din emê bi destê xwe fermana xwe imze bikin.
Ji ber wê hemû hewldan û xebatên ji bo aştiyê niha bêtir girîng û watedar in.
Ji bo ku stûyê me di bin zinaran de nemîne  divê  em destê xwe têxin bin keviran.

Mem MÎRXAN