1. Tekst

  2. Komputer

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Ji bo endamiya DMOZ'ê
Ji bo endamiya DMOZ'ê,ji,bo,endamiya,dmoz

Ji bo endamiya DMOZ'ê

A+ A-

(Ev beş ji malpera DMOZ hatiye wergerandin)

Du armancên DMOZ'ê hene: Çêkirina peldankeke bêkêmasî û ya herî bi kîtekît. Çêkirina çavkaniyek ji alî naverokan ve dewlemend û di kalîteyek ku bêyî wê nabe û ji bo her kesî sûdewar. Bi kinasî edîtor divê malperên bi kalîte hilbijêrin û heta pêkan be pirtir malperên bi kalîte lê zêde bikin.

Çavkaniyek, di mijareke belî de dema bi çavkaniyên din ên heyî re tê rûbirûkirin nirxê asta xuyayî divê li ber çavan bê girtin.

Nirxê guherbar tenê ne bi kalîteya malperê ve girêdayî ye, her wisa têkildarî wê yekê ye ku malper çiqasî di mijarekê de tekane ye û çiqasî mijarên girîng pêşkêş dike.

Bi giştî edîtorên DMOZ'ê divê li gor van agahiyên jêrîn malperan lê zêde bikin:

Yên orjînal, di kategoriya xwe de divê wekî wê kêm û der barê mijarê de naverokên nirxdar bide.
Naverokên der barê mijarên girîng de ramanên dijberî hev. DMOZ bi kûrahî û firehiya xwe, armanc dike ku çavkaniya herî objektîf û bêalî ava bike ku hemû ditîn û sernivîsên zanyariya ku mirovahî xwediyê wê ye.

Edîtor di malperên ku dinirxînin de divê li van pîvanan agahdar bin:

* Naveroka malperê û agahiyên ku dide di malperên din de jî wekî hev in? Divê malperek naveroka malperek din ji ber negire û neweşîne.

* Dikare li wan malperên ku tu dixwazî lê zêde bikî were zêdekirin? Malper divê ne ji wan malperan be ku nikarin bên lêzêdekirin.

* Malper dixebite an na, an beşên wê yên kêm hene? Divê lînkêm malperê bixebitin û ji alî naverokan ve jî dewlemend be. Dema lînk

hatin tikandin divê çewtiyên 404 rûpel nehate dîtin an jî rûpelên bênaverok venebin. Heke malper hîn di asta çêkirinê de be ji bo lêzêdekirinê ne amade ye.

Hinek malper dibe xwedî lînkên betal bin. Dibe dîzayn ne baş be. An jî wekî din pirsgirêkên kalîteyê hebin. Lê li aliyê din xwedî çavkaniyek wisa ye ku di înternetê de bi zehmetî tê dîtin. Malperên wiha dikarin li DMOZ'ê bên zêdekirin. Hin kêmasiyên wê hebin jî heke ji naverokên wê naverok kêm bin û tekane bin, malperên wiha pir sûdewar tên qebûlkirin.


Gotinên miftehî :