1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Rustem Gorî
  4. Ji bo Kurdan zivistana 2016'an
Ji bo Kurdan zivistana 2016'an,ji,bo,kurdan,zivistana,2016,an

Ji bo Kurdan zivistana 2016'an

A+ A-

KurdistanBerî em dest bi mijara xwe bikin em ketin malpera http://syriancivilwarmap.com/ û wêneyê rewşa dawî ya Sûrî û Iraqê kişand, ku li aliyê rastê hûn dibînin.
Ji bo mijarê em bi kinasî çend xalên vê rewşê bînin zimên.

A- Herêma ZER (Başûr û Rojava) di rewşek pir baş de ne, ji nêzî Bexdayê heta nêzî Behra Spî seranser azad tê hesêb. Guh medin ên ku Başûr an jî Rojava ji ber ku ne di destê wan de ye "azad" nabînin. Rihe esas ew rih e ku dema DAIŞ'ê êrîş bir ser Kerkûkê, KCK'ê bi hemû hêza xwe destek da pêşmergeyan û pêşmerge jî di dema Berxwedana Kobanê de çûn Kobanê. Vê baş qebûl bikin ku ne tenê Kurd, hêzên tifaqa me Kurdan jî wêneyî vî rihî ji Kurdan hêvî dikin.

Di rewşa jorîn de 4 xalên pir girîng hene, divê em wan rêz bikin, da sibe kes nebêje "me bîr nedibir";

1- Li Mûsilê dibe ku Artêşa Iraqê bişikê û vekişe. Kurd heke amade bin, dikarin venekişin û bi tifaqa navnetewî bi pêşve herin û ev yek ji bo Mûsil were rizgarkirin fersendeke mezin e. Yên ku bêjin "Kurd li Mûsilê hindik mane" bila li Reqa û Dêra Zor û Helebê binihêrin, rewşa Mûsilê ne ji ya wan deran xerabtir e. Kurd heke amade bin dikarin rêveberiya van bajaran ji Ereb û Farisan çêtir bi rê ve bibin û gelên mayî dê çêtir razî bin.

2- DAIŞ dê ber bi Başûrê Sûrî ve here û ji xwe re paytexteke nû îlan bike. Dibe ku heta sînorê Îsraîlê her derê bistîne.

3- Ji ber ku Sûrî û hevkarên xwe li Helebê bi ser ketin, belkî Turkî û Sûrî li dora Helebê hinekî din ji şerê hev dûr çûbin. Lê ev îhtîmal hîn jî xurt e. Turkî dê têkeve El Babê û hewl bide peravê Çemê Firatê seranser dagir bike. Turkî hem li Başûr hem jî li Rojava dixwaze peravên Çemê Firat û Dîcle dagir bike. Ev stratejiya vê sedsalê ye jixwe.

4- Hêzên Federal ên Rojava dê dê Dêra Zor, Reqa û seranserê peravê Çemê Firatê têxin kontrola Rojava.

B- Vîzyona ku KCK'ê ava kiriye di vê sedsalê de gelekî bi kêrî me tê. Fikra çep dihêle ku mirov ji her nijad û rengî mirova bîne ser mijarekê û hêzek yekgirtî ava bike. Azadiya Jinê xaleke girîng a vê sedsalê ye û wekî we dît jin bû sembola Berxwedana Kurdistanê û rûyê KCK'ê. Slogana "Biratiya Gelan", "Azadiya Gelan" jî di vê sedsalê de dihêle ku li hemû hêzên navnetewî li Rojhilata Navîn Kurdan wekî stargeha nijad û olên cuda bibînin. Di dawiya vê xalê de tişta ku herî pir bi kêrî vîzyona KCK'ê tê û hişt ku Rojava bi lez xwe qat bi qat biguhere û pêş ve here jî ew e, ku mohra Kurdan li gelên din naxe û Kurdan nake serdestekî nû yê ser serê gelan, nijadan. Olekê jî nake serdestê wan. Ev hemû jixwe li cîhana modern xalên medeniyeta nû ne. Sedema ku îro KCK û hêzên xwe bi lez mezin dibin jî ew e ku ji bilî KCK'ê li Rojhilata Navîn kes van xalan nake pêşengê têkoşîna xwe.

Çi balkêş e, ku van 20 salên dawî hinek jî bi tundî êrîşî van xalên "azadiya jinê", "biratiya gelan" û "azadiya gelan dikin". Lê di demên pêş de vîzyona Başûrê Kurdistanê jî dê li ser vê bingehê biguhare û bi pêş ve here, hûn ê bibînin.

C- Ji ber tiştên me di xala B'yê de anî zimên, Heleb, Reqa, Dêra Zor û gelek deverên din di pêşerojê de dê ji aliyê pêşengên vê fikrê ve ên birêvebirin. Gelên ku xwe di hevkariya Kurdan de rihet, azad û serbest hîs bikin dê hevkariya wan bernedin û hêzên ku êrîşî vê hevkariyê bikin dê ji alî cîhana modern ve wekî "teror" bên naskirin.

Çendek xal jî hene ku pir tarî ne, divê em wan jî bînin zimên.

A- Gelo Turkî, Îran û Sûrî dê li ku û kengî bên beramberî hev? Em vê îhtîmalê ew qasî jêneger dibînin ku em tenê dem û cihê wê meraq dikin.

B- Gelo DAIŞ û El Nûsra, El Qaîde û Turkî rojekê dê bi hev re êrîşî hinek hêz, an dewletan bikin an na? Mînak Sûrî, an Rojava, an Başûr?

C- Heke îhtîmala xala jorîn (B) tune be, çima DAIŞ'ê hîn jî li nav Turkî derbek li dewleta Turkî nexistiye, li hêviya çi ye?

D- Ku Turkî piştî El Babê êrîşî Minbicê bike dê bi hêzên navnetewî re were hemberî hev. Ev jî dê bike ku berî lingên xwe dayne cihekî zexim derb lê bikevin. Lê heke berê xwe bide aliyê Efrînê bixwaze xwe di wir re bigihîne El Nûsra û El Qaîdeyê, wê demê dê bi Ûris, Îran û Sûrî re bên hemberî hev. Heke berjêr dakeve, dikare heta cihên ku di destê DAIŞ'ê de ne dakeve jêr, lê Ûris û Sûrî û Îran dê çima destûra vê bidin?

E- Ûris hişt ku hêzên FSA'yê ji Helebê derkevin û bigihîjin Turkî û bi vî rengî hêla xwe da ser standina Helebê. Turkî ev dijminatî ji bo têkbirina Rojava li FSA û dijberên Esed kir û ew bi xapandin têk bir. Piştî Heleb ket destê Sûrî, dê Ûris roleke nû bide Turkî, an na?

F- Piştî DAIŞ heta sînorê Îsraîlê dakeve, heta heke Şamê bistîne, dê hêzên navnetewî ji bo Rojava û Başûr biryarekê îcar nedin?

Wekî tê dîtin tevger gelekî pir e. Rojava û Başûr divê bi lez li ser xalên bingehîn li hev bikin û bi hêzên navnetewî re bi hev re rûnin. Heke ev nebe, ji ber xurtiya stratejiya Rojava, dê Rojava bêhemd mezin bibe û Başûr bifetise.

Çi ji van gotinan li hesabê we hat û çi nehat, va ye gotar li vir e û rojekê em ê bînin bîra hev.


Gotinên miftehî :