1. Tekst

  2. Helbest

  3. Mahabad Felat
  4. Ji çiyayê dilêmin re
Ji çiyayê dilêmin re,ji,çiyayê,dilêmin,re

Ji çiyayê dilêmin re

A+ A-

Ji çiyayê dilêmin re

Seriyekî qucûcanî 

bi heşmeta çiyanî 

çavên xezalî di rengê jiyanî 

li me zêde bû 

par dawiya zivistanî



Sê sed û şêst û pênc roj in 

jiyan bi te dimeyê 

xiyala her dildarî 

raza çîrokên şevên dirêj 

kulîlka gula heftreng î 

û diyariyek pîroz...


ji germahiya welêt bi dûr 

li cemsera cîhanê 

li welatek sar û tarî 

û hêviyên qerisî 

di nav çûnehata man û nemanê de 

bi xwêdaneka sar a mirinê ya li ser eniya min 

dilekî pirpitî 

rondikên bi ser hinarokan ve herikî 

ji nav janên xewn û xiyalên min 

bi her heft rengên xwe ve û bêyî girî 

Te veda


Şeveka bi saw û pir dirêj 

du çavên beloq û awirên tûj 

piştî lêgerînekê bi çavên min re bûne yek 

kêliyek Xudayî 

kêliyek bi raz û efsûnî 

jiyan rawestiyabû 

û hemû gerdûn di nav temaşeya vê dîmenê de 

mest û serxweş 

Axx Xuda, çiqasî germ, çiqasî jiyan, çiqasî xweş...


Bi ser çavên xezalî ve 

mîna tîrêjên rojê ne ew bijang 

bi ser cemeda dilê min ve 

û mîna sîwanek bi ser kul û keseran 

û hemû cirnexweşiyên jiyanê ve xwe wer dikin


Kana hebûna min 

çiyayê dilê min 

Mizgîniya bihara min 

ev bû du zivistan berfîn serî hil nadin ji nav berfê 

di nav hesûdiya xwe de mane veşarî


Reng û dengê şahiya min 

Zagrosê min 

Hesûdiya li dilê mala Zal 

Zoravê min

Tu bi xêr û xweşî hatî...


Mahabad Felat Arda 

2013-02-20 / Stockholm¯


Gotinên miftehî :