1. Tekst

  2. Gotar

  3. Birgul Ozbaris Arda
  4. Jinên Kurd berê xwe dan dîroka xwê
Jinên Kurd berê xwe dan dîroka xwê,Jinên,Kurd,berê,xwe,dan,dîroka,xwê

Jinên Kurd berê xwe dan dîroka xwê

A+ A-

Îroj 8ê Adarê roja jinan kedkar ên cîhanê ye. Lê mixabin li her deverên cîhanê keda jinan her tim li biniya keda mêran hatiye dîtin. Jinên kedkar her tim di nav kar de rastî êrî?a mêran hatine û keda jinan a di nav male de jî, bi tu awayî nehatiyê naskirin. Ji ber ve jî beri ku ez dest bi nivîsa xwe bikim dixwazim bi kurtayî behsa dîroka 8ê Adare bikim. Di 8ê Adara sala 1857an de li bajarê DYA New Yorkê 40 hezar raçandekar ji bo ?ertên ba?tir di karxana raçandinê de dest bi grevê dikin. Lê polîs êrî?ê jinên kedkar dike û derê karxanê li ser jinan kilîd dike û dûre di karxanê de agir derdikeve, lê ji ber barîkata polêsan jin nikarin xwe xelas bikin. Di encam de piranî jin, 129 kes dimirin. 100 hezar kes be?darê merasîma cenazeyên jinan dibin. Di 26 û 27ê tebaxê sala 1910an de li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jinên girêdayê Enternasyonalê, 2. Konferansa Navnetewî ya Jinen Sosyalîst li dar dixin. Di wê civînê de li endama Sosyal Demokrat a Elmanyayê Clara Zetkin, ji bo bîranîna jinên ku di sala 1857an de li New Yorkê hatine ku?tin, pê?niyaz dike ku 8ê Adarê bibe "Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê" û ev pê?niyaz di konferansê de bi yek dengî tê pejirandin. Êdî 8ê Adarê bûbû roja jinan û roja têko?îna li dijî êrî? û pêkutiyên li hember jinan. Li gel ku 8ê Adarê di konferansê de hatiye pejirandin jî, di destpêkê de ji bo pîrozkirina 8ê Adarê dîrokek nayê dîyarkirin û her sal serê biharê roja jinan tê pîrozkirin.Bû dû re li Moskovayê di sala 1921an de 3. Konferansa Jinên Navneteweyî tê lidarxistin. Di ?erê Cîhanê yê yekem û yê duem de, pîrozbahiyên Roja Jinan li gelek welatan tê qedexekirin. Di 16ê kanûna sala 1977an de Civîna Gi?tî ya Neteweyên Yekbuyî tê lidarxistin û 8ê Adarê car din û bi dengekî xurt mîna "Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê" tê pejirandin.  Di destpêkê de ev roj ji aliye sendîkaya kedkaran ve tê pîrozkirin. Lê ?ideta li ser jinan her roj zêde dibe û êdi jinên malan jî, roja 8ê Adarê derdikevin kolanan û mafen xwe dixwazin. Li gor lêkolînên Neteweyên Yekbuyî, di cîhanê de ?idet herî zêde li dijî jinan tê bikar anîn û kesên ku li dijî jinan ?idetê bikar tînin jî, herî kêm tên ceza kirin.Dîsa li gor îstatîstîkên texmînî, di navbera 112 û 200 mîlyonî de jin, demografikî wenda xuya ne. Herî zêde jî, gelek malbat naxwazin zarokên wan ên qîz çêbin û dema çêdibin jî, dîsa ji aliyê malbatên xwe ve tên ku?tin. Salê di navbera 700 hezar û 4 milyonî de jin bi destê zorê fuhu?ê dikin. Pareyên ku bi rêya koletiya cinsî tên karkirin, texminî salê 12 mîlyon dolar e.Ji aliyekî ve jî jin di nav malan de li ser nave Îslamiyet û kevne?opiyê ?idet dibînin. Gelek jin ji ber van sedeman an seqet dimînin an jî dimirin. Di bin nave ?slamiyete de salê ji 2 milyonî zêdetir jin tên sunetkirin.Mirov dikare bi sedan rûpel li ser van pirsgirêkan binivîse. Lewra ev pirsgirek, pirsgirêkên hevpar ên hemû jinên cîhanê ne.Lê jinên li welatên Îslami û yên di nav ?er de, li gor welatên din zêdetir ?idet dibînin. Li Kurdistanê jî pi?tî hatina Îslamiyetê jin ketin bin zexteke mezin. Azadiya jinê li gor qanûnên Îslamî hate sererastkirin û jin ketin nav çar dîwaran, bûne "namûs". Jin, him ji aliyê dijminên xwe ve, him aliyê ola Îslamiyetê ve û him jî ji aliye kevne?opiyan ve hat pelçiqandin û hat ku?tin. Hê jî li hin deverên Kurdistanê, jin di bin navê "namûs"ê de tên ku?tin. Kevne?opi û beperwerdeyî di ku?tina jinan de bahaneyeke mezin e.Belê bandora kevne?opî û bêperwerdeyiyê pir zêde ye, lê ?erê salan ê li Kurdistanê berdevam dike, sedema herî mezin e. Lewra dewlet di nav vî ?erê qirêj de dest davêje jinên Kurd û bi taybet li ser wan politîkayeke berfireh û qirêj a asîmilasyon û dejenerasyonê dime?îne. Di bin navê hînkirina "xwendin û nivîsandin"ê de, polîtika xwe ya qirêj a asîmilasyonê dane destpêkirin. Li her gundekî, kesekî kirin berpirsyare vî karî. Lê ev polîtika bi ser neket û jinên Kurd dest ji zimanê xwe bernedan. Ji ber ku jin ji xweza xwe dûr nakevin û tirkî jî ji bo wan xerîb bû û ne zimanê wan bû. Ji ber vê yekê jî, bi zanebûn an nezanî. li ber xwe dan. Dûre gund hatin ?ewitandin û Kurd bi destê zorê bûn koçber û çûn metropolan. Lê jinan dîsa dev ji zimanê xwe berneda. Di vî ?erî de ku salên dirêj in didome, mirov dikare bejê ku yên herî zêde li ber xwe dane, dîsa jinên Kurd in. Zarokên wan, mêrên wan, bav û birayên wan hatin ku?tin, lê wan tu carî dev ji berxwedana xwe berneda.Lewra pi?tî hatina Îslamîyete, cara yekem bû ku jin ji qalikê xwe derketibûn û ronahiya azadiye dîtibûn. Êdî wan jî dikaribû li dijî dijminên xwe ?er bikin û li ber xwe bidin. Loma jî bi dil û can ji bo azadiya xwe û azadiya welatê xwe berê xwe dane çiyan.Êdî jinên Kurd xwedî pirs û hêz bûn. Ev hêz Tevgera Azadiya Kurdîstanê bû. Ji bo gelê kurd her çiqas hevî be jî, ji bo jinên kurd bû navê azadiyê. Li Rojhilata Navîn cara yekem jinên Kurd gotin; "maf û azadiya jinan" û "heya jin azad nebe, welat azad nabe". Ev gotin nû bû û di destpêkê de gelek kesan aciz kiribû. Jinan doza xwe her roj bi hêztir kirin û bûne tevgerek. Êdî Tevgera Jinen Azad bûn. Ev pêvajo ewqas ne hêsan bû û di encama berxwedan û baweriya jinên Kurd de, dîwarê koletiyê xerap bû. Di civaka kurd de jin berî îslamiyetê xwedî pirs û biryar bûn û îroj dîsa ber bi rastiya xwe ya dîrokî ve diçin. Ev pêvajo di encama ê?, ku?tin, ê?kence, zilm û zorê de hat bidestxistin. Îroj jinên kurd ?ervan in, siyatsetmedar in, çalakvan in, hunermend in, rev?enbir in, lêkolîner in û hwd. Îroj di kolanan de dîsa jin li herî pe? in, ji bo azadiyê dime?in û li hember êrî?ên dijmin dibin mertalên zindî. Jinên kurd bi berxwedana xwe her rojê kirin wek 8ê Adarê. Belê îroj jî 8ê Adarê ye û jinên kurd bê rawestan ji bo azadiya xwe û azadiya welatê xwe û bi xwedîderketina li zimanê xwe yê ?îrîn, bi dil û can kar dikin. Keda ku hatiye dayîn û berxwedana ku hatiye kirin pir pîroz e. Ez wek jineke kurd li ber berxwedana jinên kurd bejna xwe ditewînim û Roja Jinên Kedkar di destpêkê de li Jinên Tevgera Azadiya Kurdistanê û hemû jinên ku ji bo azadiya xwe têdiko?in, piroz dikim. 
Birgül Özbarı? Arda 07/03/2008