1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Azad Zal
  4. Jixwerevîn an post-modernîzm
Jixwerevîn an post-modernîzm,Jixwerevîn,an,post-modernîzm

Jixwerevîn an post-modernîzm

A+ A-

* * *

Mirovê modern di avzêla modernîteyê de wenda bûye û pê re xwe jî wenda kiriye. Ev jî paradoks e.
Gelo mirovê/a modern dikare di xwezaya xwezayî de bi tenê bimîne û ji xwe re warê bêdengiyê ava bike?
Gelo mirovê/a modern dikare xwe ji wê tora ku bi her awayî wî/ê girê daye rizgar bike û di dinyaya xwe ya kesanî de bi tenê bihêle?
Yan jî, di roja îroyîn de dinyayeke kesanî maye yan na?

* * *

Na xêr! Di roja îroyîn de dinyayeke kesanî ya tu kesî/ê nemaye. Wekî dinyaya me gişkan dinyaya kesanî jî hatiye dagirkirin. Dinyayên me tevan yek bi yek hatine dagirkirin.

* * *

Dinyaya kesanî ji du hêmanên sereke pêk tê. Yek jê hiş û raman e û ezmanê vê dinyayê ye; ya din jî dil û hest e ku ew jî deryaya vê dinyayê ye.
Hişê mirovê/a modern ya tevlihev e ya jî tevizandî ye. Ji ber wê jî ramaniya xurt û zelal jê naafire. Ango ezmanê dinayaya wî/ê her tim bi mij û moran e, tarî ye û ewrên reş û tarî her li hev digerin, ji raboriyê îşaretên ronahiyê venagire û ji bo dahatûyê jî hêviyê venaçîne…
Dilê mirovê/a modern ya her bi birîn e û di nava xwîn û xirarê de ye, ya jî bi qirêj û gemar e û bi zelalî pêl nade xwe…

* * *

Mirovê/a modern nikare/newêre bi ser xwe ve kûr bibe, gava ku ew berê xwe bide nava xwe û di nava xwe de li xwe bigere, ew ê ji xwe ditirse… Jixwe ji xwe ditirse… Ji ber ku ji xwe ditirse ji xwe direve. Post-modernîte jî ji vir tê der. Post-modernîzm vegotina jixwerevînê ye.

* * *

Di şeveke kurdistanî de ku li ezmana stêrk li dora heyvê kom bûbin û ji heyvê gilî û gazin berhev bikin û wan gilî û gazinan bi dizî di guhê mirov de bibêjin, mirov wê demê berê xwe dide xwe û li xwe digere.
Ew şev şeveke payîzê ye, rengê wê şevê biharî ye, payîzê wê şeva hanê ji biharê dizîye û aniyê kiriye xelata mirovê lixweveger.

* * *
Di berdestê sibeya roja dizîkirî de xunava payîzî li pelgên daran dadianî û pelgan bi wê giraniya aviya xunavê xwe ranedigirt û diweşiyan û her yek ciyê xwe ji pelgên nû yên biharî re dihiştin…

* * *

Gelo em jî nikarin rojek ji rojên bihara temenê xwe bidizin û bînin li payîza temenê xwe deynin, şûn de jî li evîna biharî bireşînin…

Azad Zal
11 Berfanbar 2009


Gotinên miftehî :