Jiyan,jiyan

Jiyan

A+ A-

Mîna mahfûrek 

her gavek girêkek 

her girêkek çîrokek 

her çîrokek rengek û motîfek 


Bi xwe û xwe dihonî 

li ser tevna demê 

û dibî mahfûrek netemambûyî 

li bazarê ne bi qurişek 

kêm caran pir giranbiha


Mîna çîrokek 

li pişt heft deriyan 

li ser her deriyek tilismek 

li ser her tilismek sêremarek 

li pişt her deriyek dêwek heftserî 

ziyayek ne serî ne dawî 

ejdehayek agir ji dev dibarî 

cazûyek xapînok 

Çiyayê Qaf 

sêvek sorî bi sêr 

û li deriyê dawî Sîmir 

pê digihêjî Xuda û sir


Mak e, mê ye, dê ye 

Hildiberîne, diafirîne, dihewîne, dijîne 

xwe lê dike xwe pê dike 

û caran xwe jê dike


Hîn di girêkên pêşîn de 

xwe ji min kir 

bê reng û teşe û motîf 

li pişt deriyê yekem 

tik û tazî 

rû bi rû 

bi dêwa heftserî


Mahabad Felat Arda 

2012-09-10 / Stockholm


Gotinên miftehî :