1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. K’urd, Cîhan û Ç’areseriya Pirsgirêka K’urdî
K’urd, Cîhan û Ç’areseriya Pirsgirêka K’urdî,k,urd,cîhan,û,ç,areseriya,pirsgirêka,k,urdî

K’urd, Cîhan û Ç’areseriya Pirsgirêka K’urdî

A+ A-

Îro agirê serhildan û r’ap’er’înan li R’ojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê girtye. Pêşîyên me dê bigotana: “T’ext û t’acên dewletên wê herêmê dihejin!”

Û, eger di cîhanê da hinek bi mat’mayî, hinek bi xweşbînî û yên din jî bi dilêşê li wan bûyeran dinihêr’in, k’urd li ser dîmenên wan serhildanan bûyerên r’aper’înên K’urdistanê tînin ber ç’avê xwe û wan jinûva wat’edar dikin.

Bi r’astî, dema mirov r’êya têk’oşîna gelê k’urd a ji bo mafên xwe yên mirovî û net’ewî dinihêr’e, dibîne, k’a ew rêyek a çawa dûr û dirêj û tuje dijwarî derbazbûye, heya karibûye ji qedexe, înk’arê û t’evkujîyan r’a bibêje- na! Ewî li hember wan hemûyan serî hildaye.  Ji xweînk’arkirinê gihîştye asta xwenaskirinê ya here bilind, ji xewa mirinê hişyar bûye, r’abûye ser p’êyan, nigê xwe li erdê dixe û doza mafên xwe dike.
Belê, ev gel êdî ne yê du an pêr e!

Ji bo ku ew bigihîje asteke weha têk’oşînek hatye meşandin: têk’oşîn- li hember xwenedîtin û xweînk’arkirinê, têk’oşîn- li hember xewa mirinê, nezanîyê; têk’oşîn- li hember hovîtî û barbarîya dagirkeran, li hember têr’ora dewletê (û ya dewletan!)... Û di vê têk’oşînê da T’evgera r’izgarîxwaz bi hezaran p’akrewan dane. Bi dehhezaran dot û lawên gelê k’urd ên here hêja di hebs û zîndanên wan r’êjîman  da mane û hê jî dimînin, hê jî r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan hebsîyê r’êjîma zulmê ye. Vê rêjîmê bi hezaran zar’okên k’urd ên deh – danzdehsalî jî avîtine zindanan, ji ber ku wan kevir avîtine tank û p’anzêrên art’êşa dagirker, ên ku êrîş birine ser gelê bê ç’ek û sîleh...
 
De îjar şerm bike, Cîhan, eger te hê têgeha  şermê windanekirye!
... Helbet, dibe ku hîç hewce jî nedikir, ku mirov vê r’êya dîrokî careke din dubare bîne zimên: gelê k’urd van hemûyan baş dizane û bi vê zanebûnê jî ew îro têk’oşîna xwe didomîne. Heya  zar’okên ku di nava alava vê têk’oşînê da gihîştine û mezinbûne, ew jî baş dizanin... Lê dema ji nav gelê me hinek nêremûkîyên* siyasî û yên xweevîndar, ên ku an van  tiştan nabînin, an jî naxwazin bibînin, û bi devê neyaran li hemberî t’evgera net’ewî û r’êberê wê diaxivin, an jî destê xwe didin dijminê barbar ê hezarê salan, em dibîjin, pêwîst e, ku mirov van r’astîyên dîrokî dem bi dem dubare bike!..
Ji bo hinek wan jibîrnekin!

R’astîya dîrokê vê ji me dixwaze!
Lê ya din, ya ku me dixwast bala xwendevanên xwe bik’işanda ser, ev çend xalên bingehîn in- ji bo vê serdemê:

êdî bes e, ku em daxwaz bikin, ku şert û mercên r’êberê gelê k’urd di zindanê da bên başkirin! Doza me divê ji bo serbestberdana wî be!

Êdî bes e, em doza mafên p’erwerdeya zimanê dê bikin! Ev daxwaz heya demekê di cî da bûye, lê ji bo demek a dirêj ew dikare zerarê bide –ew dikare hêza  berxwedanê û daxweza dozê berbi lewazbûnê va bibe. Zimanê k’urdî divê bibe zimanê fermî! Ji bo wê jî pirsgirêka k’urdî divê bi bingehê va bê ç’areserkirin- bi hemû misogerîyên destûrî û garantîyê navnet’ewî va.

Êdî bes e em doza wekhevîya di nav sînorên dewletekê da bikin! Evê bangê ji bo demekê t’êrê dikir. Lê cîhanê jî dît, ku K’omara T’irkîyayê (K’T’) ji vê r’a ne amade ye, ew dixwaze pirsgirêka kurdî bi t’unekirina gelê k’urd ç’areser bike... Ji bilî vê, îro di Welêt da balansa hêzên siyasî di navber r’êjîma dagerker û gelê k’urd û t’evgera net’ewî da hatye guhar’tin: ji hêla siyasî va gelê k’urd bûye xwedî gotina bir’yardar, êdî  r’êvebirîyên p’ir’anîya şaredarîyên K’urdistanê di dest gel da ne, gelê k’urd li ser p’êyan e û di gelek pirsan da dikare daxweza xwe li r’êjîmê ferz bike û r’êjîm jî neç’ar bimîne, gavan paşva bavêje (mînak, biryara Komîsîona hilbijartinê ya bilind a vê dawîyê!)...

Pirsgirêka k’urdî ne t’enê (û ne ewqas) ya dewletên herêmê ya hundur’în e, ew pirsgirêkek a navnet’ewî ye û dewletên cîhanê yên gewre divê her tiştî bikin, ku demekê berî demekê ew pirsgirêk bi r’êyên aştyane bê ç’areserkirin;

            Û li ser bingeha van sedeman mirov dikare ji bo ç’areserîya pirsgirêka k’urdî van xalên jêrîn pêşnîyar bike:

Ya yekem: dewletên gewre, eger ew bi r’astî dixwazin, ku pirsgirêka k’urdî bi aştî bê ç’areserkirin, divê dest ji siyaseta cotstandartan berdin û li hember K’T’ hemû wan hêz û derfet û çalakîyan pêkbînin, ên ku dema krîzîsa Kosovoyê li hemberî Yûgoslavîyayê û dema şer’ê (agrêsîya) li dijî K’uvêytê li hember Îraqê pêkanîn... Divê bi her awayî li ser T’irkîyayê ferzbikin, ku ew wî beşê Destura bingehîn a welêt ji binî va biguhêr’îne, ya ku dibêje, ku K’T’ dewletek a yeknet’ew e. Û divê  li şûna wê bê nivîsandin, ku “gelên K’T’ ên bingehîn t’irk û k’urd in, û anegorî vê jî berpirsyarî û mafên wan hene.”  Ku “ew k’omara ji du welatên ji hêla maf va weke hev pêk tê, ew jî T’irkîya û K’urdistan in.” Divê mafên nûnerên gelên din û kêmnet’ewan jî bi Destûra Bingehîn a K’omarê bên garantîkirin.

Ya duyem: civaka navnet’ewî divê girtina birêz Abdullah Ocalan wek pêkanênek a cerdevanîya dewletan a navnetewî qimet bike, wê bûyerê şermezar û t’ewanbar bike û ji K’T’ bixwaze, ku demekê berî demekê r’êberê gelê k’urd serbest bê berdan- di bin garantîya Yekîtîya Net’ewan, Yekîtîya Ewropayê, r’êxistinên din ên navnet’ewî û dewletên gewre da. R’êjîma  T’irkîyayê wisa jî divê hemû girtîyên siyasî û zarokên k’urd serbest berde û zîyna ku gîhandîye wan, li wan vegerîne.

Ya sêyem: ji bo ku qîmetekî r’ast bidin wan gunehk’arîyan, yên ku r’êjîma T’irkîyayê li hember gelên k’urd, ermenî, yûnan, asorî û yên din pêkanîne, dadgeheke bilind (trîbûnal) a navnet’ewî saz bikin û kirên hovane ên r’êvebirên T’irkîyayê yên îro û duh binihêr’in û binirxînin, wek şuxulên merivkujên leşkerî û gunehk’arîya li dijî mirovyîyê.

Ya çarem: leşkerên dagerker ên K’T’ divê ji sînorên bakur û başûrê K’urdistanê bên derxistin- di bin çavdêrîya YN, YE û r’êxistinên din ên navnet’ewî da.

Ya pêncem: ji hesavê byûcêya T’irkîyayê û byûcêyên wan dewletan, ên ku piştgirî dane hovîtîyên wê, yan jî ç’ek dane wê û bi wan çekan di K’urdistanê da t’evkujî û wêranî pêkanîne, hemû zîyanên k’urdistanîyan li wan bên vegerandin: gund û bajarên wêrankirî û şewitî bên avakirin, r’êyên wan bên çêkirin, her merc û derfetan biafirînin, ku k’urdistanîyên ji ber têr’ora dewletê k’oçber bûne, veger’in cî û warên xwe.  
Bi vê r’a hem jî  dewletên gewre wê bikaribûna beşdarî avakirina gund û bajarên K’urdistanê yên wêrankirî bibûna û alîkarî bidanaê, ji bo ku ew aborîya xwe pêşbixe.

Ya şeşem: K’T’ divê alîk’arî û destekê bide wan k’urdan, ên ku ji ber siyaseta wê ya  dijmirovîyê welatê xwe terkkirine û ev êdî çend nivşên wan li xerîbîyê mezinbûne, ji bo ku ew veger’in welatê kal û bavan. T’irkîya divê hemû zîyanên wan li wan vegerîne, xercê r’êya veger’a wan hilde ser xwed û ji bo bi cîbûna wan amadekarîyan bike.

Eger ev hemû pêk bên, wê demê wê êdî pêwîstî nemîne, ku em li pey ç’areserkirina pirsgirêkên cuda bi cuda bik’evin, ji ber ku hemû pirsgirêk di nav pirsgirêkekê da dibin yek pirsgirêk, ew jî pirsgvirêka k’urdî ye! Ew ku bi destûrî çareser bû, hemû pirsgirêkên din dê bi otomatîkî çareeser bibin...

------------------------------------
* Nêremûkî –hêrmafrodît

Li şûna peynivîsarê:
Berfanbara sala 1991-ê min helbestek nivîsî, ya ku paşê, sala 1998-an di pirtûka helbestan a “Kerwnên bêxewîyê” da hate weşandin. Ew dîyarîyek bû ji bo serhildana gel a wê demê, lê, ger mirov dixwîne, dibîne,  ku ew li vê serdemê jî tê:



SERHILDAN
(Banga Şoreşê)

Serî hildaye gelê minî k’urd-
Hatye- hingavtye ç’ya û gelî- geboz,
Îro ew r’abûye xweşmêre û xurt-
Bo K’urdistanê danye dew û doz.

R’abin, birano, xweşmêre r’abin,
Pêr’a gihîştye r’oja doza me,
Ala xwe r’engîn em hilbir’înin-
Dijmin derînin ji Welatê xwe!

K’urdê ha r’abe- heya ew hebe:
Erş- erda tevde ewê bo welêt,
Wê jiyana xwe tu nehêvşîne-
Û r’aqetîne wan hove k’irêt.

R’abin, birano, mêrane r’abin,
Pêr’a gihîştye êdî r’oja me,
Emê zorayîya xwe bicivînin-
Dijmin derînin ji Welatê xwe!

Bêhna Azadîyê em kirine yek-
Em t’ev r’abûne û naên r’aê:
Bo K’urdistanê me hildaye ç’ek,
Emê li dijmin r’akin fermanê!

R’abin, em r’abinm t’ev bi yek r’abin,
Êdî va, hatye r’oja doza me,
Heş sewda û r’aê xwe bicivînin-
Zevtk’ar derênin, ji welatê xwe!

Êdî r’abûne, em xweş r’abûne-
Ala xwe r’engîn me hildaye jor,
Xwîşkên me delal- ew jî r’abûne-
Hildane ala me k’esk, zer û sore…

R’abin, birano, xweşmêre r’abin,
De hûn jî r’abin, dê û xwîşkên me:
Hêz û zoraya me bicivînin-
Dijmin derîninji welatê me!