1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Ka Tê Çawa Bawer Bikî ?!!!
Ka Tê Çawa Bawer Bikî ?!!!,Ka,Tê,Çawa,Bawer,Bikî,?!!!

Ka Tê Çawa Bawer Bikî ?!!!

A+ A-

Li odeya razanê ya malekê deriyê qumdîna cilan xira bûye. Jinik radibe gazî xerat dike ku were çêke. Xerat tê, dihere odeya razanê. Jinik dide pêşiya wî deriyê qumdînê nîşan dide û dibêje "bi xweber derî vedibe."

Di wê navberê de trên derbas dibe û bi rastî deriyê qumdînê dîsa vedibe.

Xerat hinekî li derî û menteşeyan dinihêre, lê baş fam nake. Dikeve hundir qumdînê û ji jinikê re dibêje: "Niha derî bigire, hela ez baş fam bikim bê ji ku ye."

Jinik deriyê qumdînê li ser wî digire. Lê di wê navberê de deriyê derve lê dikeve. Jinik diçe derî vedike, mêrê wê hatiye. Jinik û mêrik tên jor, mêrik dihere odeya razanê û kincên xwe ji xwe dike, deriyê qumdînê vedike. Dinihêre ku xerat di qumdînê de rûniştiye. Bi hêrs dibêje:

- Tu di vir de çi dikî hey cenabet !

Xerat dibêje:

- Niha ez bêjim ez li hêviya trênê me ka tê çawa bawer bikî ?!!!

Werger: Rêzan Tovjîn


Gotinên miftehî :