Ka Cixarakê Lo!,ka,cixarakê,lo

Ka Cixarakê Lo!

A+ A-

Tûtin tunebû. Tûtina ku li nav kurmancan dihate çandin jî qedexe bû êdî. Ez û Hadiyê Bûbo jî li ber pez bûn. Çenek tûtina min hebû, lê min newêribû nîşanî wî bidim. Li vî welatî êdî zêr dihate dîtin, lê tûtun nedihate dîtin. Qaçax bû.
Min xwe li ber danî ku Hadî û pezê xwe bi dûr bikevin û ez jî cixareyekê bikişînim. Carekê min nihêrî ku Hadiyê te bi dûr ketiye, agir berdaye van strî û qiruncokan û li ber dûxana wan rûniştiye. Rebeno ji tunebûna tûtinê dike bimire.
Min got fersend e û min rabû bi dizîka kozikek lê kir. Di cihekî talde de min xwe baş bi cih kir. Nava min û wî ji vir û Kunreşê heye (nêzî 700 metreyî). Min cixareyek pêça û berî ku agir berdimê jî min li paş xwe, li Hadîka nihêrî. Dûr bû û nizanibû ku ez li vî aliyî bi cih bûme.
Ez ji efendimê xwe re bêjim, min agirhestê xwe derxist û agirek berda cixara xwe. Ez dûxana xwe jî bera erdê, bera ber xwe didim ku bilind nebe û ji dûrî ve neyê dîtin.
Lê mîratê bêhna wê heye. Ne bi henekan e. Hew carekê min dît ku Hadîka di ser min re sekiniye. Wekî tu tifingê têxî sera, li ber min digeriya:
- Ka cixarakê lo!
(Gundiyekî Xerabreşka Dêrika Çiyayê Mazî ji civata xwe re digot.)


Gotinên miftehî :