1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Kadroyê Girtîgehê
Kadroyê Girtîgehê,Kadroyê,Girtîgehê

Kadroyê Girtîgehê

A+ A-

Dibêjin ku girtîgeh bûne mîna akademî. Kesek ku 6 mehan di girtîgehê de bimîne, perwerdeyeke giran dibîne û dibe kekê siyasî. Mirovek li Amedê jî ev gotin bi serî ketine û rojek diçe qahwê ji hevalên xwe pirs dike ka dikare çi bike ku were girtin û 6 mehan di girtîgehê de bimîne. Hevalên wî jê re dibêjin:
- Here ber Deriyê Çiyê, dirûşmeyek bavêje, bes e. Dê te 6 mehan bigirin.
Gotin bi serê wî dikeve û diçe ber Deriyê Çiyê û dirûşman diqîre. Li ser vê tên wî digirin û di lêpirsînê de çi didin ber bêyî ku pirs bike an bixwîne, îmze dike. Wî di serê xwe de teqez kiriye ku dê bi tenê 6 mehan razê. Dema derdixin dadgehê, dadger çi dixwîne, ev ji xwe guhdar jî nake, ji nava xwe têr e camêr. Piştre dibêjin biryar e rabin ser piyan. Hakim cara dawîn pirs dike:
- Sûcên te li ruyên te hatin xwendin, tiştekî dibêjî?
- Na hakim beg, bi lezekî cezayê min bibirin ez biçim.
Hakim:
- Ji endametiya rêxistina îlegal, 12 sal û 6 meh cezayê girtîghê me li te birî.
Merivê me dizivire dinihêre û ji hakim re dibêje:
- Te ji kî re got?
Dadger:
- Ev cezayê te ye, me li ruyê te xwend, te her tişt qebûl kir.
- Na hakim beg nabe, diviya cezayê min 6 meh bûya, ez ji bo wê hatim vir.
Dadger:
-  6 mehan pir dixwazî?
- Belê hakim beg.
- De baş e. Binivîse keça min, 13 sal !..

Ji berhevka Mahabad Arda


Gotinên miftehî :