"Kerem bike"
Dewlet, bi rêya sazî û dezgehên xwe her roj telefonî gellek Kurdan dike û dibêje, “Alo, iyi günler…”[1] û Kurdên me jî bê ku li ser bifikirin hema dibêjin “Buyrun.”[2] û dest bi axaftinê dikin. Hinek kêlîyên weha he ne ku mirov mecbûr e li ser wan birame. Ew kêlî, serkeftinê jî binkeftinê jî di xwe de dihewînin. Di wan kêlîyan de eger mirov baş birame û xwedî helwesteke rast be, serkeftin ji mirovî ne dûr e. Ji bo Kurdên ku li Bakurê Kurdistanê dijîn, yek ji wan kêlîyan jî kêlîya berî “Buyrun”ê ye. Ez dixwazim di vê nivîsê de li ser wê kêlîya berî “Buyrun”ê û li ser “Buyrun”a me Kurdan bisekinim.
Ev dewlet, bi hemî sazî û dezgehên xwe li ser Tirkîtîyê hatîye avakirin û li gorî hesabê wê her kes Tirk e. Îro hema biqasî serê derzîyê be jî ji alîyê zimên ve guherînek he ye, lê dîsa jî dewletê dev ji wê feraseta xwe bernadeye. Kurdên ku li Bakurê Kurdistanê dijîn, di gellek warên jîyanê de serê xwe li hemberî Tirkî tewandine, rewşa rezîl a bişaftinê normal bûye û deng zêde ji kesî dernakeve. Bi taybetî li bajaran bişaftin hespê xwe bi çargavî diajo û wek destarekê Kurdan dihêre, morîkekê jî efû nake. Li hemberî bişaftina bipergal, têkoşîna me Kurdan a bêpergal mirovan ditirsîne. Ziman di salekê de bi tenê du sê caran tê bîra me Kurdan. Bişaftin wek hûtekî heftserî êrîşî me dike û em jî wek mirîşkeke gêj di quncikekê de qincilîne. Ji ber ku bişaftin pirralî ye, lazim e berî her tiştî em rewşa xwe baş tehlîl bikin û bizanin çi bi serê me de hatîye û tê. Pêleke bişaftinê ya ku li ser kar e, pêla (ne)dîyaloga Dewletê ya bi Kurdan re ye. Dewlet hesabê xwe li gorî berjewendîyên xwe dike û sazî û dezgehên ku bi ser dewletê ve ne, li gorî berjewendîyên dewletê tev digerin. Çawa yekzimanî feraseta dewletê be, wisa jî feraseta sazî û dezgehên wê ye. Li Bakurê Kurdistanê ev sazîyên dewletê(Banka, telemînîkasyon, walîtî, dibistan û hwd.) wextê ku telefonî Kurdan dikin, bîra zimanê wan nabin û li ser asasên Tirkîtîyê tev digerin. Kurdên me jî bîra zimanê xwe nabin û ew jî bi wan re bi Tirkî diaxivin. Ji Kurdên me belkî ji hezarî yek kes bi wan re bi zimanê xwe diaxive. Wextê ku fermîyet dikeve dewrê, mirov hema di carekê de bê ku li ser bifikirin xwe teslîmî wê dikin. Ew kesên ku li ser navê sazîyên dewletê telefonî me Kurdan dikin weha difikirin: Navê vî welatî Tirkîye ye, kesên ku li vî welatî dijîn Tirk in, her kes mecbûr e bi me re bi Tirkî biaxive. Lewma wextê ku telefonî me Kurdan dikin pirr rehet in. Îhtîmala ku kesek bi wan re bi zimanekî din biaxive pirr kêm e. Carinan radibin ji bo neteweyên din zimanên bîyanî di kar û baran de bi cî dikin, lê ji bo zimanên ku di vî welatî de tên axaftin tu tiştî nakin.
Eger em li ser kêlîya berî “Buyrun”ê biramin û wextê ku ji wan yekî got, “Alo, iyi günler.” Em ji xwe re bibêjin “Ka deqakê deqakê.” û li wê derê bisekinin û ji xwe bipirsin û bibêjin, “Ma çima bi Tirkî?” û ku hişê me bi serê me de bê û em bi zimanê xwe ji wan re bibêjin, “Kerem bike.” dê çi bibe? Wextê ku hûn nabêjin,“Buyrun.” û ji dêvla wê hûn bi zimanê xwe dibêjin, “Kerem bike.” heşayî hizûran ya/ê li hemberî we dibe ker û dimîne. Wextê ku mirov bi wan re bi zimanê xwe diaxive, ew nezanin dê ji mirovî re çi bibêjin, hesabê wan tevlihev dibe, şaşomaşo dibin û li Kurdan diqelibin. Rastî Kurdan tên. Derz li feraseta wan a yekzimanîyê dikeve. Gotina xwe dubare-sêbare dikin, dibêjin qey deng nehatîye we, lê wextê ku fam dikin hûn li ser xetê ne û zindî ne û hûn bi zimanê xwe diaxivin, deng ji wan dernakeve. Ew tiştê ku gellek caran hatîye serê me Kurdan, îcar tê serê wan. Zimanê wan lalome dibe, hêrs dibin, li ber we digerin ku hûn bi zimanê wan biaxivin, lê hûn ji ya xwe danakevin. Carinan peyveke ku ew piçekî jê fam dikin ji devê we derdikeve û hêvîyek di dilê wan de şîn dibe û dibêjin qey hûn ê bi zimanê wan biaxivin û teslîm bibin, lê hevokên we bi Kurdî ne, hêvîya wan di qirrika wan de dimîne. Şerpeze dibin. Dikin nakin çênabe, gellek caran bê ku hevoka xwe dirêj bikin, mecbûr dimînin û telefona xwe digirin. Wextê ku telefona xwe digirin çi hîs dikin gelo? Belkî radibin numareya telefonê kontrol dikin, dibêjin belkî numare şaş be. Lê na, numareya telefonê rast e. Fam dikin ku li vî welatî însanên ku bi zimanên din jî diaxivin he ne. Belkî tirs dikeve dilê wan û xwe bi xwe dibêjin, kesên weha zêde bibin em ê çi bikin? Belkî ev tirsa wan zû derbas dibe û xwe bi xwe dibêjin, na lo/na lê, me telefonî sedan kesî kir lê yek bi tenê bi zimanekî xerîb avixî, tişt pê nayê.
Wextê ku Kurd bîra zimanê xwe nabin û dibêjin “Buyrun.” kef bi ser devê dewletê dikeve. Ew “Buyrun” dibe “Buyruna bişaftinê” û rê li ber bişaftinê vedibe. Yanê hûn ji dewletê re dibêjin “Buyrun, tu dikarî me bibişêvî.” Polîtîkayên dewletê yên bişaftinê bi wê “Buyrun”ê re tên erêkirin. Dibe ku hinek kes hay ji girîngîya vê meseleyê nîn bin û ev rewş ji bo wan normal be. Lê ji bo hûtê heft serî yê bişaftinê “hay-jênebûn”a we girîng e. Bi “Kerem bike.”yê re haya mirov ji mirovî çêdibe û mirov kevirekî li nava serê wî hûtê heftserî dixe û rêya ramîn û hişmendîyê vedibe.
Bindest piştî wextekî dişibin serdestên xwe. Di vê mijarê de, gerek em bi tenê berê xwe nedin dewletê, li Bakurê Kurdistanê sazî û dezgehên Kurdan jî dema ku telefonî Kurdan dikin bi pirranî bi wan re bi Tirkî diaxivin. Bi taybetî kar û barên şaredarîyên me û axaftinên wan ên bi rêya telefonê bi pirranî Tirkî ne. Gerek ev rewşa hanê jî neyê qebûlkirin û bê rexnekirin. Eger bişaftin ji me re bibe derd û em li ser wê serê xwe biêşînin, helbet em ê hin kevirên din jî li serê wî hûtê heft serî bixin û wî ji hemdê wî bixin. Mesele belavkirina van tevgeran û hişmendîya wan e. Ev tevger hesabên wan tevlihev dikin, mecbûr dimînin ku Kurdan di nava hesabê xwe bixin. Bi tevgerên hişmend ên Kurdan ew ê fam bikin ku li vî welatî her kes ne Tirk e û feraseta wan ne rast e. Wextê ku ew sazî ji bo karê xwe li kesekî bigerin dê hesabê zimanên din bikin. De tu jî “kerem bike” dev ji “buyrun”ê berde.
Ez qeyda axaftinekê li jêr dinivîsim:
Banka: Alo, iyi günler!
Kurdek: Kerem ke.
Banka: Efendim, anlayamadım![3]
Kurdek: Kerem ke, kerem ke!
Banka: Alo, alo beni duyabiliyor musunuz?[4]
Kurdek: Kerem ke, dengê te tê tê!!!
Banka: Efendim anlayamıyorum, lütfen Türkçe konuşur musunuz?[5]
Kurdek: Ez Kurd im, Kurd!
Banka: Kürt müsünüz! Ama ben Kürtçe bilmiyorum ki.[6]
Kurdek: Îşê min jê nîn e.
Banka: Ama beyefendi Türkçe biliyor olmanız lazım.[7]
Kurdek: Hella hella!
Banka: Beyefendi ben … bankasından arıyorum, lütfen Türkçe biliyorsanız konuşun.[8]
Kurdek: Ez bi Tirkî dizanim, lê ez dixwazim bi Kurdî biaxivim.
Banka: Efendim iletişim eksikliğinden dolayı gorüşmemizi gerçekleştiremiyoruz? İyi günler.[9]
Kurdek: Oxir be!
Nîşe: Wextê ku perwerdehîya Kurdî li Kurdistanê tam bi cî bû û zarok bi zimanê xwe mezin bûn, helbet dê qala van rojan bê kirin. Dê yek ji wan zarokan, bi vê rewşê bihise, şaş bimîne û ji mamosteya xwe bipirse, “Mamoste qey wê çaxê nedihat bîra Kurdan ku bi dewletê re bi zimanê xwe biaxivin.” Mamoste jî dê qet tiştekî ji zarokan veneşêre û rasterast bibêje, “Kurê min hişê gellek kesan wê çaxê ne li serê wan bû. Tu dev ji dewletê berde, nedihat bîra gellek Kurdan ku bi hev re bi Kurdî biaxivin.”
Xortê Kurd Mahîr Çetîn, di 3'ê îlonê de li navçeya Kaşê ya bi ser Antalyayê ve ji alîyê nîjadperestên Tirk ve ji ber ku bi zimanê xwe axivî hat qetilkirin. Mixabin, ev bûyer ji ber ku bi zimên re eleqedar bû wek bûyereke normal hat qebûlkirin û bertekên xurt nehatin nîşandan. Di rastîya xwe de, her roj ji ber zimanê Tirkî gellek zarokên Kurd ji cewhera xwe dûr dikevin û tên qetilkirin. Ev qetlîam li ber çavên me hemîyan pêk tê û em hemî ji van qetlîaman berpirsîyar in.
[1] Elo, roj baş.
[2] Kerem bike.
[3] Ezbenî, min fam nekir.
[4] Elo, elo hûn dengê min dibihîzin.
[5] Ezbenî ez fam nakim, ji kerema xwe re bi Tirkî biaxivin.
[6] Tu Kurd î! Lê ez bi Kurdî nizanim.
[7] Ê begefendî gerek tu Tirkî bizanî.
[8] Begefendî ez ji bankaya …’ê digerim ku hûn bi Tirkî dizanin ji kerema xwe re bipeyivin.
[9] Ezbenî, ji ber pirsgirêka ragihandinê em nikarin hevdîtina xwe pêk bînin. Roj baş.