1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mamoste Marûf
  4. Kilama Receb Ûslî û Ayfera Delal
Kilama Receb Ûslî û Ayfera Delal,kilama,receb,ûslî,û,ayfera,delal

Kilama Receb Ûslî û Ayfera Delal

A+ A-

Min ev kilam, di 10’ê Cotmeha sala 1999’an de avêtibû ser erdheja mezin a ku wê salê li Adapazari qewimîbû.

Hewar lêlê hewar lolo hewar lolo Li derûdora Marmarayê erd hejiyaye serde lehî û tofan e Bi deh hezaran mirov bin xirbeyên mîrat de asê mane Sê şev û çar rojên reş-tarî di ser de çûne gazî û hewar û eman e Felek mala te xerab be te Siloyê Gavan kir mîrê mîran qumandarê heft ordiyan e Ocaxa te kor be te Eco yê Kurikê Reş da ser serê pêncsed parlemanan e Qêrîn û gazî û hewarên zarokan gihîşte Îngilîstan û Alemanan e Hela bala xwe bidê tu deng dernayê ji van marisên marisan e Hewar lêlê hewar lolo hewar lolo Hewar lêlê hewar lolo ez rebeno Ha hûû... Wetencaş Receb Ûslî ji nav enqazan serî rakiriye Hayê wî ji bayê felekê qe tune ye Ji wîtrê ser wan de girtine neyarên Tirkiyê ye Berê xwe dide Ayferê, xanima malê ye Bala xwe didê ew di nav xwînê de digevize, nîvruhî ye Dibêje hêsîrê, rebenê, porkurê rabe mala me xera bûye Pkk’ya bolucî nîvê şevê me bomberan kiriye Ez şahidim, min bi çavên serê xwe dîtiye Va ye guh bidê kerba wan bi bombeyan daneanîye Îja ji sibê de bi lom û çakûç û teviran pê ketine Dikin ew çend kêranên mayî jî ser me de bînin xwarê ye Ha hûûûû Ayferê serê xwe bi zorî rakir got lolo Recebo bextreşo wetencaşo Çima naçî Koşka Çanqayayê gazî Silo û Ecewît nakî Çima general û amîralên me yên qehreman Ji bo operasyoneke taybet dawet nakî Çima ez dilegurê, lê îro çi bikim stûxwarê, bi dengê Hesenîkê min ê Mutlîcan dilşad û bextewar nakî Na na welle vaye ez dimirim Çima Şêx Fetulayê Gulen û Seydayê Zekeriya Beyaz û Yaşar Nûrî ji bo min li hespên boz û rehwan siwar nakî Naynî ser cinazê Ayfer Xanima xwe ya delalî Wê bi telqîn û diayê wan bimbarekan ber bi bihûştê ve birê nakî Hewar lolo hewar lêlê hewar lêlê Hewar lolo hewar lêlê ez rebenê Watancaş Ûslî serê xwe ji bin enqazan rakiriye Bala xwe didê bajar serobino tev xerabe ye Guhê xwe dide radyona xwe ya TRT ê sipîkerê bêyom dibêje şer nîne erd e Ji bextê wan re nîvê şevê tu dibê hêlekan e hejiya ye Heyfa wî nayê bi Ayfera wî ya delalî Heyfa wî tê dewleta qehreman di xewa şêrîn û şerîf de mayi ye Ha hûûûû... Receb dibêje Ayfer delal werê destê xwe bide min qedera me mirin be jî bi hev re ye Em ê lêxin herin tirba Mistefa Kemal li Enqereyê ye Anitkabîra rengîn pir zexm û qewî ye ji serî heta binî ji hesin û çîmento ye Heştê salên cumhûriyetê ye tu kesî bînayek bi vî rengî nedîtiye Bi sê telaqan hêviya xellasbûnê dîsa di siya miriyan de ye Hewar lêlê hewar lolo hewar lolo Hewar lêlê hewar lolo ez rebeno Recebo Telewîzyonan anons kir bi bîst û sê qanalan Dibêjin rê girtîne, pir hilweşiyane li her aliyan Dozer û makîne çûne hewara general û amîralan Ji Receb Ûsli û Ayfera Delalî re mane rêyên goristanan Ha hûûû... Receb dibê Ayferê xanima minê were em herin goristanê di biniya bajêr de ye Em mezelên xwe bi xwe bikolin hê di me de parîkî can maye Ez sond bixwum bi serê Gazî mistefayê Kemal tu dizanî pir qehreman û zana ye Pêşî li me zivistan e berf û baran û sur û serma ye Birçîbûn û tazîbûn xelata ser de ye Em ê biqerisin bibin bêton bi navekî din çîmento ye Tu dizanî ne di xaniyan de teberik e, di peykerên Ata de xizne ye Xema min nîne bila bêjin Receb Ûslî kerkî ji derhanê bû Bila nebêjin ew xwedî dewletek bi heştsed hezar leşkerî bû Dîsa jî bi hesreta kerîkî nan û nivînek li koşekî nexweşxanê çû.. Ha hûûû...

Ez vê kilamê yadîgarî dengbêj Zulkîfê Qado yê Tatosê dikim.