Kir û şekir,kir,û,şekir

Kir û şekir

A+ A-

Samî TAN

Pêşiyên me gotiye, “Tu li kiran ne li şekiran binêre”. Di vê gotinê de “şekirin” tê wateya şiyan û hunera pêkanîna karekî. Di tirkî de jê re “yetenek” tê gotin. Ev lêker di vê wateyê de bi tenê di devoka Semsûrê de heye, di devokên de peyveke ku cihê vê peyvê bigire nîn e. Lêkera biwêjî “jêhatin” û rengdêra wê “jêhatî” ji aliyê wateyê ve nêzî vê peyvê ne, lê tam cihê wê nagirin. Peyvên “behremend”, “behremendî” heman wateyê didin, lê belê wekî rengê peyveke gelêrî nadin.

Min çima qala vê gotina pêşiyan kir? Helwesta rayedarên AKP’ê ev gotin anî bîra min, lewma. Rejîma AKP’ê bi mehan e, li ser sînor terorekê li ser nobedarên aştî û azadiyê dimeşîne. Heta bi dehan kesan hatine birîndarkirin. Çeteyên Daîşê nava rojê li ber çavên mirovan ji aliyê Tirkiyeyê derbasî aliyê Sûriyeyê dibin. Ev yek ji hêla kamerayên IMC TV ve hate tomarkirin û hemû dinya pê hesiya. Çapemeniya cîhan her roj bernameyeke qirêj a ku hevkariya AKP û Daîşê nîşan dide, li ber çavan radixe. Serokgemarê Tirkiyeyê Erdogan bi rojan e ku dibêje, “Ji bo me tu ferqa PKK û Daîşê ji hev nîn e.” Bi vî awayî jî rik û gira hemû mirovên azadîxwaz dikişîne ser xwe. Piştî van tiştan û gelek tiştên din, dema ku gelê kurd radibe ser piyan û îcar rayedarên AKP’ê çeteyên xwe yên sivîl û fermî bi ser gel dişîne û bi dehan kesan dikuje. Piştre jî rayedarên AKP’ê dibêjin, “Gunehê van kesên ku hatine kuştin di stûyê HDP’ê de ye.” Îcar di vê rewşê de ji vê gotina pêşiyan baştir çi dikare vê helwesa AKP’ê şîrove û rave bike?

Bala xwe bidinê, piraniya kesên ku hatine kuştin ji hêla hêzên fermî û sivîl ên kujer ên dewletê ve hatine kuştin. Hinek li Misircê ji hêla zilamên şaredarê AKP’yî ve, hinek li Kerboranê ji hêla leşkeran ve bi awayekî hovane hatine gulebarankirin û wisa hatine kuştin. Hinek ji hêla çeteyên faşîst ve li Dîlok û Stenbolê hatine kuştin. Hêzên kontrayî bi vê yekê jî nemane, herî dawî wan kesên kujer hevalê me yê rojnameger Kadrî Bagdû bi bêbextî şehîd kiriye.

Di vê rewşê de berpirsê van kuştina kî ye? Helbet hikumeta AKP’ê ye. Ji aliyê derûnî ve bi zanatî û hostetî mercên teqîneke civakî hatiye pêkanîn.

Kesên ku ji bo piştevaniya Kobanî daketine kuçe û kolanan ji hêla kujerên fermî û sivîl ve hatine kuştin. Li hemberî vê yekê ciwanên kurd parastina xwe ya rewa kiriye.

Li hemberî vê yekê helwesta hinek siyasetmedarên kurd, helwesteke ne rast e û wê derfetê dide rayedarên AKP’ê da ku sûcên xwe veşêre û HDP’ê wekî sûcdar nîşan bide. Her wiha helwesta ku dixwaze berpirsiya kuştina bixe stûyê alîgirên Fetûllah Gulen jî ne rast e. Lewre ew jî balê ji ser AKP’ê dide alî û balê dikişîne ser cihekî ku rayedarên AKP’ê dixwazin bala her kesî bidinê.

Helbet tevgera azadiya gelê kurd dê ji bo ku ev çalakî hê zêdetir bi dîsîplîn bimeşin û bûyerên ku zirarê didin gelê kurd û têkoşînê pêk neyên lêgerîn û lêpirsînên pêwîst pêk bînin. Her wiha di vê demê de kes naxwaze şerekî navxweyî di nav kurdan de rû bide. Ji bo ku rê li ber vê yekê were girtin, tiştên pêwîst divê werin kirin.

Liberxwedana şervanên YPG û YPJ û raperîna gelê kurd a ji bo piştevaniya Kobaniyê di nav kurdan de hestên hevgirtin û yekrêziyê gihand asta herî bilind. Her wiha hemû hêzên azadîxwaz û demokratîk jî bi saya vê liberxwedanê bi doza azadiya gelê kurd hesiyan û hemû kesên azadîxwaz û mirovperwer piştevaniya xwe ji bo gelê kurd û liberxwedana li Kobaniyê diyar kir. Ev yek cihê kêfxweşî û bextewariyê ye. Li aliyê din, vê liberxwedanê di warê dîplomatîk û siyasî de jî gelek derî li ber siyaseta kurd vekirin.

Di vê demê de heke hikumeta AKP’ê di destpêkê de piştevaniya gelê Kobaniyê bikira, vê yekê dê pêvajoya çareseriyê gelekî xurt bikira, lê helwesta wê ya li dijî gelê kurd pêvajoya çareseriyê jî tengav kir. Heke liberxwedana gelê kurd a li Kobaniyê bêyî piştevaniya Tirkiyeyê bi ser bikeve, hingî dê Tirkiyeyê li asta navxweyî û navneteweyî de gelekî tengav bike, dê gelek derî li ber werin girtin. AKP dê piştî demekê birîna xwe bihese, çongê xwe li bide, lê êdî dê berhemmendî û şekeriya wê bi kêrî tiştekî neyê.


Gotinên miftehî :