1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Komeleya Nivîskarên Kurd
Komeleya Nivîskarên Kurd,komeleya,nivîskarên,kurd

Komeleya Nivîskarên Kurd

A+ A-

Roja 22’ê pûşpera 2014’an li Amedê, li Navenda Çandê ya Cîgerxwîn rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd bi endamên xwe re civînek li dar xist. Di vê civînê de rêveberiyê der barê kar û xebatên ku kirine û xebatên ku dixwazin bikin de agahî dan endamên xwe. Ev helwesta rêveberiya komeleya cihê kêfxweşî û pîrozbahiyê ye. Lê belê, ji bilî çend endaman, tu endam beşdarî vê civînê nebûn.  Ev yek jî cihê xem û dilkovaniyê ye.

Berî ku der barê rewşa komeleyê de çend tiştan bibêjim, min divê ez çend nimûneyan ji kar û barên ku Komeleya Nivîskarên Komeleyên Kurd kirine pêşkêş bikim. 

Hin kar û barên ku hatine kirin:

  • Ji bo piştgiriya nivîskarên girtî, li ser navê wan bi nivîskar-rojnameger Tayîp Temel re hevdîtin pêk aniye. 
  • Ji bo berznirxandina helwesta wî ya rewşenbîr û berhemên wî, xelat daye helbestvan Ehmed Huseynî. 
  • Ji bo piştevaniya liberxwedana gelê Rojava û şermezarkirina dorpêça li ser gelê Rojava, rûniştina li ser sînorê Bakur û Rojava. Hewldanên ji bo seredana Rojava û pêkanîna konferansekeke hevpar a rewşenbîr û nivîskarên Bakur û Rojava.
  • Pîrozkirina Roja Çîrokan a Cîhanê.
  • Her wekî tê zanîn, Wezareta  Çandê ya Tirkiyeyê diyar kiribû ku ew ê piştgiriya berhemên wêjeyî bikin, lê divê zimanê wan berheman bi tirkî be. Komeleya Nivîskaran bi daxuyanî û kampanyayekê ev helwesta cudakar a der barê berhemên kurdî de şermezar kiriye.
  • Ji bo bibîranîna helbestkarê nemir Arjen Arî çalakî li dar xistiye, di nav însiyatîfa amadekirina xelata helbestan a Arjen Arî de cih girtiye.
  • Ji bo sê kantonên Rojava kampanyaya ji her nivîskarî sê pirtûkên şanenavkirî daye destpêkirin.
  • Kampanyaya tomarkirina endamên nû hatiye meşandin û di encamê de 25 endamên nû hatine tomarkirin.

Proje:

  • Peydakirina cihekî avakirina mala nivîskaran
  • Bi hevkariya Egîtîm-Senê li dibistana wekî spartek bixwendindana pirtûkên bi kurdî.
  • Lidarxistina atolyeyên nivîskariya afirîner.

Ev çalakî û hewldanên komeleyê nîşan didin ku rêveberiya komeleyê dixwaze xebatê bike. Lê belê ji bo pêkanîna xebatên zêdetir ji alîkar û piştevaniya nivîskaran bêpar e. Ji destpêka avakirina komeleyê heta roja îro nakokî û dubendiyên di nav komele û endamên komeleyê de bi dawî nebûne. Hê di destpêkê de piştgiriya ku ji bo avakirina komeleyê ji Pena Kurd hat, piştre bû bingeha nakokiya di navbera Pena Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd de, ev nakokî hê jî çareser nebûye.  Hinek kes rojekê li vir in, roja din li wir in. Mirov ji nişka ve dibîne ku serokê komeleyê bûye serokê Pena Kurd. 

Di nav nivîskarên kurd de hevgirtin û hevalbendiyeke xurt nîn e. Li gel nasnameya neteweyî, nasnameya rewşenbîrî û hişmendiya nivîskariyê ne xurt e. Ji ber vê yekê hêzeke xurt a rêxistinî dernakeve holê, ji aliyê ramanî û rêxistinî ve jî nikare bîr û raya xwe bigihîne raya giştî û bandorê li ser siyaseta kurd bike. Ji bo ku  komele bi ser xwe ve were, divê rêveberî zêdetir bala xwe bide nivîskarên ciwan. Her wiha divê helwest û nêzîkîtêdana nivîskaran a li hemberî hev biguhere.



Gotinên miftehî :