1. Tekst

  2. Gotar

  3. Birgul Ozbaris Arda
  4. ”Komkujî” û ”Rûsipîtî”
”Komkujî” û ”Rûsipîtî”,”Komkujî”,û,”Rûsipîtî”

”Komkujî” û ”Rûsipîtî”

A+ A-

Dîrok: 9 Tebax 2007 Demek berê min nîvîsêk li ser Ava Rê? û derd û kulên êzîdiyên ku sirgûnê Ermenîstanê bûne nîvîsîbû. Pî?tî ve nîvîsa min birez Tosinê Re?îd jî, ev kul û e?ên hatine ki?andin anîn ziman û ez ji ber wê nivisê gelek kefxwe? bûm. Dil dixwest ku êzidî hîn bêtir bi vê mijarê re eleqedar bin. Pi?tî nîvîsa min û birêz Tosinê Re?îd, 29ê tîrmehê gotarek birez Seîdê Sîsê jî, bi sernîvîsa "Ava Re? û rûye sipî" di Amîda Kurd dê hate we?andin. Di nîvîsa xwe de birez Seîdê Sîsê hin pirs ji min û Tosinê Re?îd kirine û ez baver im ku li benda bersivê ye. Di nivîsa Tosinê Re?id de hin bersiv hene, lê min jî xwest çen gotin li ser zêde bikim. Berî her tî?ti ez ji bo wê gotara we gelek spas dikim. Dema min gotara we xwend ez di fikrên xwe de çûm Qersê û rojên berê hatin bîra min û xerîbî hîn bêtir li min giran bû. Lê mixabin ku di gotara we de gelek gotin hene ku ez tu car tevlî wan gotinan nebûme û tu car jî tevlî nabim. Ji bo "rûyek sipî" berî her ti?tî divê mirov bi dîroka xwe re rû bi rû bibe û heqi û neheqiyan bide ber hev. Ev daxwaz ne ji bo sûcdarkirina hin kesan e. Ev daxwaz ji bo rastiya pê?erojê pewîst e.Lewra eger mirov bi pa?eroja xwe re rû bi rû nemîne, nikare ji bo pê?erojê jî bingeheke xurt ava bike. Kengî ku mirov bi dîroka xwe re rû bi rû bibe, wê demê dikare rûsipîtî jî çêbibe û pê?erojek bi dilge?î bê avakirin. Dema dîrok bê wendakirin û inkar kirin, em ê çawan bikarin  bêjin "ka em ti?tên berê ji bîr bikin û dilxwe? bin"?Bi dîrokeke wendakirî û înkarkirî, mumkun e gelo mirov bi rûsipîtî bijî?Bi van gotinan armanca min ne dijminayetî ye û ne jî sûcdarkirina kesekî ye.Divê dîroka êzîdiyên Serhedê bê nivîsandin û ê? û kulên wan jî bên dermankirin. Lewra wan ne wek elewiyan dengê xwe bilind kirin û mafên xwe xwestin, ne jî wek ermenan di cîhanê de bi nav û deng bûn. Êzîdiyên sirgûnbûyî, li ciyen ku çunê bê deng man, yên ku li ser axa xwe man jî, ji tirsa sirgûn û komkujiyê mixabin bê deng man û gelek caran di nav xwe de jî, xwe inkar kirin.Di gotara birez Sîsî de ti?tek din ê balkê? jî ew e ku dibêje musulmanan jî komkujî dîtine. Gelo ev komkujiyen ku li ser olên cuda hatin kirin, ne li ser nave musulmantiyê bûn? Qet ne pêwîst e ku em biçin dîrokê, lewra îro jî êzîdî bi komkujiyan re rû be rû ne û li ser navê îslamiyetê hîn jî têne ku?tin. Em ji bîr nekin ku demek kin berê jî li Musul e 26 êzîdî bê sedem, tenê ji ber ku êzîdî bûn, hatin qetilkirin û yên ku ew li erdê dirêj kirin û gulebaran kirin jî kurdên musulman bûn!.. Birayê Seîd, wek qenciyekê aniye ziman ku êzîdî îro di nav hêzên kurdan de cîh digirin û hunermendên êzîdî di televizyonên kurdan de tên tema?e kirin. Ola êzîdîtî û bi dengbêjên xwe ve jî, bingeha çand û hunera kurdi nînin gelo? Çawa dibe ku li ser êzîdiyan ev ti?t wek qenciyekê tê  ziman?Neyê ji bîr kirin ku ne êzîdî ne yên dev û dest ji ola kal û bavan berdane!..Kurdîtî û êzdayetiyê em nikarin ji hev veqetînin. Lewra êzîdiyan dîroka ola kurdan parastin û anîn van rojan. Îroj jî, gelek normal e ku di televizyonên kurdan de hunera kurdan pê?kê? bikin û cihên xwe bigirin, ma minet di vî ti?tî de heye gelo? Pêwîst e mirov bîne ser ziman jî?Dema em bêjin "em hemû kurd in, çi ferqa me heye" em ê wenda bikin. Ji bo rûyek sipî, divê em bi dîroka xwe re rû bi rû bimînin û navê kurdayetiyê serbilind bikin. Gelo ez ?a? difikirim?   
Bîrgul Ozbari? Arda


Gotinên miftehî :