1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem Mîrxan
  4. Ku mijar şer û aştî be
Ku mijar şer û aştî be,ku,mijar,şer,û,aştî,be

Ku mijar şer û aştî be

A+ A-

Rojekê di çalakiyekê de tişteki balkêş pêk hat.
Li ber Postaxaneya Mezin, ji bo ku Serok Komar  waliyê sigunkar Nafiz Kaya’li ji peyvirê bigire me ji serokomariyê re fax dişandin.
Tam di wê keliyê de Cîgirê Midûrê Ewlakariyê hate ba min û wiha got: “ Ez ji vî cûreyê çalakiyê gelek hez dikim.”
Mi got “Çima”?
Got. “Hem hûn daxwazên xwe tînin ziman, hem jî dewleta me qezenc dike.”
Mi got: “Çawa dewlet qezenc dike?
Midurê Ewlekariyê wiha bersiv da: “ Ji xwe hevalê me yên peyvirdar li ber faxê ne. Dema hûn faxê dişînin, piştî ku navê yên şandiye li derekê nivisadin hemû faxan diçîrînin”
Lê di heyama ku me fax dişand de baweriya me ne wisa bû.
Me digot: “niha peyvirdarê serok komariyê faxan digire û dibe dide destê Serok Komar, ew jî yek bi yek dixwîne.Dê di encamê de jî walî ji peyvirê bigire.”
Lê daxwaz û hêviyên me tim di makineya faxê de asê diman.

Dema min çalakiyên kon vergirtnê dîtin ev çalakiya me hate bîra min.
Belê her çalakiyek bandorek wê heye.
Û hurmeta me jî ji bo her çalakiya gel heye.
Lê dema çalakî dubare, dehbare bû ji edetê derdikeve.
Minak daxweyaniya çapemeniyê ji bo agahdarkirina raya giştiye, ne çalakiyek e.
Lê ku te her roj daxweyanî da çapemeniyê, ne çapemenî, ne dewlet, ne jî milet nema guhdari dike.
Çalakiya kon vergirtinê jî wisa ye.
Sala par dema hemû şaredar, parlementer û hemû endamên meclîsê yên hatî hilbijartin  li Qada Bati Kentê kon vergitin û sê rojan çalakî domandin, hem li tirkiyê hem jî li dinyayê deng veda.
Lê piştî wê, sê çar çalakiyên din jî biheman rengî pêk hatin.
Û komele û saziyên sivîlê din jî ev rêbaza çalakiyê pêk anîn.

Berî ku mirov çalakiyê plan bike, divê berê hertiştî armanca xwe diyar bike û pişt re jî bêje ev çalakiyê çiqas ji armanca me re xizmetê bike.
Ku mirov bi vîr rengî li çalakiya k on vergirtinê binêre ji bo ku aşityek bi rûmet pêk bê  çalakiyek zor pasîv e,
Vizyonek wê tune ye.

Di çalakiyên kon vergirtinê de; çalalakvan an di bin kon de, an li dora kon rûdinin, govendê digerînin. Dirûşmeyên bi doza gelê kurd ve girêdayî diqîrin, heta nîvê şevê, li stran û Sirûd û merşên şoreşê guhdarî dikin.
Tiştekî bandorê li dewletê bike nîne.
Ku mijar şer û aştî be, divê mirov li cihekî wek Amedê,  çalakiyên dîtir bifikire.
Ku karibe bi wan çalakiyan dewlet û hukumetê ji kokê de bihejîne.
Çine ev çalakî?
Nizanim.
Ev karê siyasetmedarên me ye.

Mem MÎRXAN


Gotinên miftehî :