1. Tekst

  2. Helbest

  3. Mahabad Felat
  4. Kulîlkên Bihara Roboskî
Kulîlkên Bihara Roboskî,kulîlkên,bihara,roboskî

Kulîlkên Bihara Roboskî

A+ A-

Sîh û çar caran zarok im

rengê xiyalan

 

Sîh û çar caran xort

dengê hêviyan

 

Sîh û çar hêvî me, sîh û çar berfîn

mizgîniya biharê

û dîmenek ji kulîlkên Roboskî

 

Sîh û çar caran jiyan im

li ser laşên parçebûyî

 

Sîh û çar caran kurd im

xewnereşka şevşevokan

Sîh û çar nefes

di rengê Xuda de ku

jiyan dide

nûşîn dike

 

Sîh û çar hêstir im

ji hêrsa di gewriyan de derdayî

 

Sîh û çar qêrîn im

li ser zimanê milyonan

û kute kuta dilê xwînmijan

 

Sîh û çar keser im

hêviya pêşeroja azad

 

Û "dara azadiyê bi xwîn û xwêdan tê avdan”

 

Mahabad Felat Arda 2011-12-30


Gotinên miftehî :