1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Azad Zal
  4. Kurd, Şeveke zivistanê û divêtiya aramî
Kurd, Şeveke zivistanê û divêtiya aramî,Kurd,,Şeveke,zivistanê,û,divêtiya,aramî

Kurd, Şeveke zivistanê û divêtiya aramî

A+ A-

Ku tu kurd bî û li welatê xwe bindest bî;
Ku tu kurd bî û li welatê te dozger û dadger wekî gurê devbixwîn bin û kesên ku îradeya gel temsîl dikin yek bi yek bên girtin û bên zindankirin;
Ku tu kurd bî û li welatê te di qada rewşenbîriyê de kesên wekî Emile Zola( ) tunebin û derneyên nebêjin “ez tewanbar dikim”; lê rewşenbîr û rojnamegerên kedîkirî her serwer bin;
Ku tu kurd bî û li welatê te ku her kesên rayedar tev bi dengê wezîrekî dewletê yê berê bibêjin: “Ev welat yê tirkan e, yên ku ne tirk bin û li vî welatî bijîn bi tenê peywireke wan heye ew jî xulamtiya tirkan e.”;
Ku tu kurd bî û li wir fikr û ramana faşîzanî serwer be û kesên xwediyê vê fikrê “dewletlû” bin;
Ku tu kurd bî û li welatê te zivistan be, di şeveke wê zivistanê de rewşa gel wekî deryaya ku pêl bi ser nekevin be, lê di bin de bikele tu yê çawa bikî? Tu yê çi bikî? 

* * *

Di şeveke zivistanê de li ber destê sibê dema ku her kes di xewa şêrîn ya hezar salan de be û tu bikî nekî xewa te neyê.
Di şeveke zivistanê de razeke hebe di nava dilê te de û tu bikî nekî tênegihîjî wê razê. Her wekî ku wê razê tiştê te yê herî girîng dizî kiribe û ji te dûr ketibe û tu jî bi bayê bezê re bi dû wê bikevî. Bi wî awayî tu ji xwe bi dûr bikevî. Şûn de tu lê varqilî ku ew raz li nava te û di hiş û mêjiyê te de veşarî ye û tu bikî nekî tu nikaribî li xwe vegerî.
Di şeveke zivistanê de tu hew bizanibî ku di dilê te de tiştek her tim di revê de ye. Dilê te berê her tiştî ji xwe bireve û şûn de ji her kesî û ji her tiştî bireve.
Di şeveke zivistanê de ev rêman, ev ponijîn xewê ji ser çavê te dûr bixîne û yek bi yek hêmanên te şiyar bibin, li dora te kom bibin û bi dengekê bilind ji te re bibêjin;
“Ma mirov çima ji xwe bireve! Mirov ji kî û ji çi bireve!”

* * *

Di şeveke zivistanê de li kêleka çemekî, li keviya rûbarekî, ji dareke kevnare pelgeke taze ku hê zer nebûye bi bayekî gurr weşiya û ket nava avê û avê wê bi xwe re bir û çû.

* * *

Di şeveke zivistanê de tu di hişê xwe de li ser dîroka darê û weşîna pelgê û daketina ser avê disêwirî. Tu xwe wekî pelgê dîbînî. Gelo tu pelg î û ji dara xwe weşiya yî ku lewma tu ew qas valahiyeke kûr li dû xwe dihêlî û dibezî ber bi razberiyê ve.
Na! tu ew qas bê nav û nîşan nîn î.
Tu wekî pelgek ji dara xwe neweşiyayî û wernebûye li dem û dewrana mirovxwiriyê.
“Lê çi ye te ji te dide rewandin. Ya jî çi ye te ber bi xwe ve dikişîne?”
Dibe di derveyê vîna te de hêzek te ber bi xwe ve bikşîne û ji bûyîna te vir de tu bûbî bendewar.



---------------------------------------
  1 Emile Zola li ser doza Alfred Dreyfus, di 13’ê Rêbendana 1898’an de ji serokkomarê Fransa Felix Faure re nameyeke vekirî dinivisîne û di rojnameya  L’aurore de tê weşandin. Bi vê gotara mu navê wê “Ez tewanbar dikim” (J`accuse`) e; ji serî heta binî hemû pergala dewletê û berpirsan yek bi yek tewanbar dike. Lewre Dreyfus ji ber ku cihû bû hatibû darizandin û ceza lê hatibû birîn. Bi vê helwesta Zola re li Fransa nîqaşên berfireh çêdibin û dibe sedemên guherînê. Vê helwesta Zola wekî rûmeta rewşenbîriyê tê nirxandin.


Dibe ku ew hêz te kiribe bergîrê meşa ber bixwe ve.
Dibe ku ew hêz te kiribe bendewarê êşa ber bi xwe ve.

Dibe ku ew hêz…

* * *

Di şeveke zivistanê de dilopek ramanî ya zelal tê bi ser hiş û mêviyê te de wer dibe û pêl dide deryaya dilê te.
Xwîna laşê te germ dibe, tevdigere. Lê dengek tê ji nava şeveke zivistanê li te wer dibe û ji te re dibêje; “aramî”.
Aramî… Hê gulên buharî nebişkuvîne, hê guliyên daran terr nebûne, hê pelgên daran bûtik nedane, hê ziriya biharê daneketiye xaka şoreşî… Û hê azadî tehma haveynê nedaye jiyana şoreşî… aramî divê…
Bayê biharê li nava dilan digere lê hê bihar nehatiye deryaya dilê te... aramî divê… aramî… aramî…

Azad ZAL