1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Kurd ji bo kurdî radiperin
Kurd ji bo kurdî radiperin,Kurd,ji,bo,kurdî,radiperin

Kurd ji bo kurdî radiperin

A+ A-

Dewletên dagirker ev nêzî sedsalekê ye ku vî sûcî dikin û polîtîkayên pişaftinê li ser zimanê kurdî dimeşînin. Bi vê yekê jî namînin, polîtîkayên şikandina rûmeta zimanê kurdî jî dimeşînin. Rûmeta zimanê kurdî serê pêşîn ji hêla artêşa ereban ve hatiye şikandin. Yekemîn helbesta bi zimanê kurdî nîşaneya vê yekê ye. Ji bilî wê jî kurdî biçûk hatiye dîtin,  di helbesteke  bi zimanê farisî  bi van gotinan heqaret li zimanê kurdî hatiye kirin.

Zimanê erebî elif û zê ye
Zimanê farisî mîna şêkir e
Zimanê tirkî huner e
Zimanê kurdî tira kerê ye


Helbestvanê kurd Xaney Qubadî (1700- 1759) ev êrîşa li ser zimanê kurdî wiha bersivandiye:

Her çiqas dibêjin farisî mîna şêkir şêrîn e jî
Ji bo min dîsa jî kurdî şêrîntir e
Xuyaye ku li vê cîhana bêbext
Her kes bi zimanê dayika xwe herî zêde bextewar dibe


Em kurd ji mêj ve dixwazin bi zimanê xwe bextewar bijîn, lê belê heta niha dagirkeran destûr nedaye ku em bi zimanê xwe yê şêrîn şad û bextewar bibin. Zimanê me li ber çavên me hatiye reşkirin, wekî remz û sembola nezanî û xizaniyê di dil û mêjiyê me hatiye bicihkirin. Ji bo vê yekê gelek kurd niha ji kurdayetî û zimanê kurdî direvin. Belkî bi bandora vê yekê têkoşîna azadiya kurdan jî demeke dirêj bi zimanê dagirkeran hate meşandin.

Lê belê êdî ev dem û dewran bi dawî bû. Her wekî çawa Tevgera Azadiya bi guleya yekem ku ji çeka fermandar Egît derket û kurdê/a kole kuşt û deriyê reva ji kurdayetiyê girt, niha jî têkoşîna Tevgera Azadiyê êdî deriyê reva ji zimanê kurdî tê dadan. Gelê kurd êdî ji bo parastin û pêşvebirina zimanê xwe dadikeve qadan. Serê pêşîn dê li Êlihê di 10’ê vê mehê de mitîngek ji bo zimanê kurdî were lidarxistin. Piştre jî dê çalakiyên cur bi cur ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî li pey hev pêk werin.

Raperîna ji bo zimanê kurdî dê dengê kurdan li cîhanê jî belav bike. Lewre îsal sala zimanan e, di qada navneteweyî de êdî kes nikare polîtîkayên destpêka sedsala bîstan biparêze.  Komara Tirkiyeyê pişta xwe bi polîtîkayên Fransayê germ dikir, niha Fransa jî dev ji wan polîtîkayên kevnare berdide. Êdî di makeqanûna Fransayê de jî zimanê gelên xwecihî wekî kelepor û dewlemendiya welatê Fransayê tê binavkirin.

Raperîna gelê kurd a ji bo zimanê kurdî dê deriyê azadiyê li gelê me jî veke. Lewre em baş dizanin ku heta em hêviya dagirkeran a di warê pişaftina kurdan di qirika wan de nehêlin, deriyê çareseriya demokratîk jî venabe.

Samî BERBANG
2008-09-04

Gotinên miftehî :