1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Azad Zal
  4. Kurd li hev xwedîtiyê nekin kes li wan xwedîtiyê nake
Kurd li hev xwedîtiyê nekin kes li wan xwedîtiyê nake,Kurd,li,hev,xwedîtiyê,nekin,kes,li,wan,xwedîtiyê,nake

Kurd li hev xwedîtiyê nekin kes li wan xwedîtiyê nake

A+ A-


* * *
Di vê rewşê de dema ku em li kurdan dinêrin mixabin kurd bê xwedî ne. Hema bibêje li her derên dinyayê kurd hene. Kurd welatiyên her welatî ne, lê xwedî tu welatî nîn in.
Li kîjan welatê dinyayê kî ji kî aciz bibe bela xwe di kurdan dide. Kî bixwaze hesabê xwe bi yekê din re bibîne vê bi birina êrîşên bi ser kurdan re hesabê hev dipîvin.
Mixabin li vê dinyaya beredayî bi tenê kurd girêdayî ne.
Mixabin û sed mixabin li vê dinyaya beredayî fîl pev diçin lê di bin lingên fîlan de wekî çêreyê kurd têk diçin.
Qey mafê kurdan tune ye ku wekî miletên din bijîn û bi serbestî bikaribin tev bigerin…
Qey mafê kurdan tune ye ku wekî gelên din bijîn û bi serbestî bikaribin rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, çandî, aborî û civakî ava bikin û biparêzin…
Ma qey mafê kurdan tune ye ku bibêjin ‘em kurd in û serbilind in’.
Belê mafê kurdan heye. Lê tiştek kurdan ji gel û netewên din kêm e. Ew jî hezkirin e. Kurd ji hev hez nakin. Kurd bi qasî ku ji yên derveyê xwe hez dikin ji welatiyekî/ê wekî xwe hez nakin.  Ji ber ku kurd ji hev hez nakin, li hev xwedî jî dernakevin.

* * *

Ez ji hemû kurdan hez dikim. Ji hemû kurdan…
Ez ji kurdê/a herî baş û çak, jêhatî, zîrek, dirust û qehreman û çalak hez dikim.
Ez ji kurdê/a herî nebaş, bêkêr, nejêhatî, nezîrek, nedirust, bêrûmet, pasîf û nerind jî hez dikim.
Ez ji kurdê/a baş jî hez dikim, ez ji kurdê/a nebaş jî hez dikim…
Ez ji kurdê/a pêşverû jî hez dikim, ez ji kurdê/a paşverû jî hez dikim.
Ji ber ku ez kurd im ez ji hemû kurdan hez dikim. Ji hemû kurdan…
Ez ji tirkên baş hez dikim, ez ji erebên baş hez dikim, ez ji farisên baş hez dikim, ez ji ewropiyên baş hez dikim, ez ji amerîkiyên baş hez dikim…
Lê ez ji tirkên nebaş, bêbext, qelaş û tolaz hez nakim; ez ji erebên nebaş, durû û hişsivik hez nakim; ez ji farisên nebaş  hez nakim, ez ji ewropiyên nebaş û çavbirçî û qure hez nakim, ez ji amerîkiyên nebaş, pozbilind û zikmezin hez nakim… Ez ji ewropiyên xapînok û fisbîno, ji amerîkiyên bêbext, ji dinyayiyên bêdeng hez nakim…
Ez kurd im ji xwe hez dikim û ji hemû kurdan… Ez kurd im dixwazim li xwe xwedî derkevim…

* * *

Di dinyayê de tu kesek ji kurdan hez nake.
Heta ku kurd ji xwe, ji hev hez nekin tu kesek dê ji kurdan hez neke. Ev rastiyeke giştî ye. Ku mirov ji xwe hez neke kes ji mirov hez nake.
Carina dibe ku hinek ewropî ji bo ku dilê me kurdan xweş bikin dibêjin; ‘em ji we hez dikin’. Hinek jî ji ber ku berjewendiyên wan di kurdî û kurdan de heye qaşo hez dikin. Hinek ji ber ku dilê wan bi kurdan ‘dişewite’, ji ber ku kurdan ‘belengaz û reben’ dibînin tênê welatê kurdan û dilê xwe bi wan dişewitînin.
Heta ku kurd ji xwe hez nekin tu kes ji dil û can ji kurdan hez nake.

* * *

Hefteya borî li Belçîkayê, li welateke Ewropa, qaşo navenda demokrasî û pêşketinê êrîş birin ser televizyona Rojê. Ji aliyê hêzên ewlehiyê ve (biborin min çewt got, na xêr hêzên talangeriyê) avêtin ser Roj Tv’yê û bi awayê rasterast talangeriyeke modern pêk anîn.
Ez şaşwaz nemam.
Di ewropiyan de ev rihê têrnexwarê xwînê hê jî heye. Ku ev rih bi gurê devbixwîn re hevpariyê bike û ku mesele jî kurdên bêxwedî bin ev gelek normal e.
Li Ewropaya ku di şevekê de bi fermana papayek 130 hezar kes hatibin qetilkirin, li Ewropaya ku xwîn û keda hemû dinyayê hatibe mijandin û xwe pê xwedî kiribin, bûbin demokrat û pêşverû, li Ewropaya ku bi şerê 30 salan, bi şerê 100 salan û du şerê dinyayê bi pêncîmilyonan mirovan kirin qurban helbet dagirtina ser yek ji televizyoneke deng û rengê kurdan normal e.
Ew dikarin bi pîne û paçikan vê yekê rewa jî bibînin.

* * *

Ez ji tirkên nebaş, bêbext, qelaş û tolaz hez nakim; ez ji erebên nebaş, durû û hişsivik hez nakim; ez ji farisên nebaş  hez nakim, ez ji ewropiyên nebaş û çavbirçî û qure hez nakim, ez ji amerîkiyên nebaş, pozbilind û zikmezin hez nakim… Ez ji ewropiyên xapînok û fisbîno, ji amerîkiyên bêbext, ji dinyayiyên bêdeng hez nakim…
Ez kurd im ji xwe hez dikim û ji hemû kurdan…

* * *

Kurd li hev xwedîtiyê nekin kes li wan xwedîtiyê nake.

* * *

Sersaxî: Nivîskarê hêja Rizoyê Osê hefteya borî roja înê çû ser dilovaniya xwe. Bila serê qada nivîsbariya kurdî û malbat û heval û hogirên wî sax bin. Giyana wî bi rehma Xwedê her şad be û sebr û aramî para yên mayî be…

Azad ZAL
[email protected]