Kurdên Xweşik,Kurdên,Xweşik

Kurdên Xweşik

A+ A-

Kuştina Wedat Aydýn merheleya yekemînê ya netewebûnê ye.
Kesên ku tevlî wê merasîmê cenaze bûn û yên nebûn roja dîtir ne wek hev bûn.
Di vê merasîmê de cudatiya partiyan, dexesiya elê û eşîrê.
Dijminatiya bav û kalan ne ma.
Her kes ew roj bes kurd bûn.
Pengeva netewebûnê ya duyemîn jî  vegera Qasidên Aştiyê ye.
Me li qadê ev tişt di çavê gel de duyemîn car dît.
Ew kelecana ku mirov nikare bi nav bike, bi awayekî herî xweş û geş di pêşwaziya 34 kesên aştîxwaz de hate ditîn.
Yên hatî bes kurd bûn.
Kurdên xweşik.

Gelo me ji vê hatinê çi dipa?
Wisa hate ditîn û jîyîn ku hemû hestên me yê taloq kirî, hemû hêviyên me yên  ziwa bûyî  bi vê hatinê re geş bûn.
Kaniya jiyanê ya miçiqî bi carekê herikî.
Ev mafê gelê kurd e.
Ev bendemayîn, ev hestên serhildanê, ev kêfxweşiya bê tarîf mafê me ye. 
Lê divê hinek tişt jî baş bêne zanîn.
Bi vê vegerê re wê aştiyek mayînde çênebe.
Bi vê hatinêre, wê pirsgirêka gelê kurd a ku sedan sale ji bo wê têdikoşin bi encam nebe.
Bi vê hatinê re gur û mihê bi hev re neçêrin.
Ev tenê gavek mezin e, ji hezar gavên ber be azadiyê ve.
Ewqas.
Divê em xwe û gelê xwe nexapînin,  hinek wateyên dîtir li vê vegerê bar nekin.
Hîn 10 hezar gerila li serê çiya ne.
Hin hemû zîndan bi kurdan dagirtîne.
Hin li xebatên aştiyê ceza tê birîn.
Hîn rantxurên vî şerê qirêj  li ser karin  û naxwazin ev şer bi dawî bibe.
Belê ev veger pîroz e.
Pelekî zêrînê diroka me ye.
Lê ji xelasiyê re, ji azadiyê  hîn gelek maye.
Me divê berxwedan, her berxwedan.

Mem Mîrxan


Gotinên miftehî :