1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. ”Kurd 1 dawî li weşana xwe tîne”
”Kurd 1 dawî li weşana xwe tîne”,kurd,1,dawî,li,weşana,xwe,tîne

”Kurd 1 dawî li weşana xwe tîne”

A+ A-

Bi vê sernavê me îroj nûçeyek ji ANF´ê girt û di Amîda Kurd´ê de weşand. Li gel her tiştî jî divê bêjim ku ez bi vê nûçeyê dilxweş û şad nebûm. Dijberî vê xemgîn bûm. Lewra çi dibe bila bibe û armanca esasî ya destpêkê ya Kurd 1´ê çi dibe bila bibe, di dawî de xwerû bi kurdî bû û kanalek kurdî bû.

Beriya ku Kurd 1 dest bi weşana xwe bike, ez û hevjîna xwe Bîrgul Ozbariş Arda li ser vê mijarê hinek kûr bûn, me hin lêkolîn kirin, bi hin derdoran re em axivîn û di encama van hemû nîqaşan de nivîsek derket holê.

Nivîs ji aliyê Bîrgul Ozbariş Arda ve, bi sernavê ”Lingekî Komploya Navnetewî: Kurd 1” gotareke analîtîk hat amadekirin û dîsa di Amîda Kurd´ê de hat weşandin. Piştî weşandina vê nivîsê, kesek ji malbata Kendal Nezan xwest bi min re biaxive, min negot na. Em çûn, axivîn, wî gazin û daxwazên xwe gotin, min jî argumantên xwe diyar kirin û pê da zanîn ku ev analîzek e ku li gor min jî rast e, lê dikare şaş be jî. Mijarên wiha dikarin bêne nîqaşkirin û yek ji berpirsê Kurd 1´ê eger bixwaze, dikare gotarek binivîse û ji me re bişîne, em ê wê jî biweşînin. Lê wî daxwaz dikir ku em wê nivîsê ji malperê rakin. Dema dît ku ev nayê pejirandin, daxwaza guherandina hin beşan ango lêzêdekirina hin tiştên din jî li me kir. Bê guman ku ev daxwazên ne di cî de bûn û me pêk jî neanîn. Li ser vê yekê vê carê malbata Kendal Nezan ku hema bêje hemû jî li Stockholmê dijîn, bi nezaniyeke mezin êrîş anîn bi ser me ve. Tu çêr û pêçarî û tehdît neman ku bi min û hevjîna min nekirin. Hemî jî li ba min tomarkirî ne, li gel IP adresên wan ku ji mala kî/ jî hatiye şandin. Min ev hemî kirin dosye û şandin ji Kendal Nezan re, da bibîne ka malbata wî bi çi rengî tevdigere.

Li hemberî van êrîş, tehdît û gotinên qirêj, me jî got ku ”gotina ne çê, bêtir li bejna xwediyê xwe tê.”

Bêyî ku haya bavê min bi vê mijarê bixin, çûn bi bavê min re bername amade kirin û piştre jî ji me re e-mail şandin ”Li gel ewte ewta kûçik û dêlikan jî karwan dimeşe. Şêx Mîsbahê Silîvî îşev di kanala Kurd 1´ê de ye.” Reklama bernameya bavê min, ji min re bi van gotinan şandin.

Ez îroj jî li gel analîza ku wê rojê hat kirin im. Analîzek kûr û rast bû. Ew qas ku, di çarçoveya wê analîzê de hin biryarên rêxistinî hatin girtin ku vê yekê herî baş Kendal Nezan dizane û ew hêrsa wan jî ji xwe bingeha xwe ji vir digirt. Gotinek wan tunebû li hemberî wê analîzê, ji lewra tenê dikaribûn êrîş bikin, wê kirin.

Îcar ez niha li gel hemû xemgîniya xwe jî pirs dikim, gelo çi bi serê vî karwanî ve hat?! Ji bêkêriya serkêş bû an ji bêxêriya yen barkêş bû ev karwan niha radiweste?!

Mahabad Felat Arda 2012-12-15