1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mamoste Marûf
  4. Kurd û asîmîlasyon û rojnameya Taraf
Kurd û asîmîlasyon û rojnameya Taraf,kurd,û,asîmîlasyon,û,rojnameya,taraf

Kurd û asîmîlasyon û rojnameya Taraf

A+ A-

Gilî û gazincên kurdan ên herî mezin; hûn jî pê dizanin, polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewleta tirk e. Ev polîtîkaya bêyom e ku bi mîlyonan mirovan daye ber xwe dihêre. Bi hêrandinê jî namîne ji toz û xubara wan cinawirên herî dirînde yên cihanê diafirîne. Ev cinawirên “dewşirme” yên “bê esil û bê asas” xwe bi çand a çêkirî ya serdestan ve girêdide û dibe agir û bizot û devê xwe dike qirika ên nejiwî ne. Mirovên şoreşger û demokrat; kes û kesayetiyên xwedî nirx û hêcahiyên ku mirovahiyê di pêvajoya bi hezaran salan de afirandine, di şûna asîmîlasyonê de, mirov, lawir, dar û kevir jî tê de tekoşîna parastin û berdewamî û reseniya hemû cûreyan dide. Ev nêzikîtêdahîna mînîmalîst, bi ya hin fîlozofan, alternatîfa herî xurt a kapîtalîzma tehrîpker û talanker û asîmîlasyonîst e. Civata Kurd bi salan e di nav şer de ye. Ev şer; şerekî dûvdirêj û piralî ye. Digel êş û eleman, kul û kederan serpêhatiyek pir û pir zengîn û rengîn e jî. Bi mîlyonan kurd, ên bala wan tim û tim li ser Tevgera Azadiyê ye, di van sih salên dawîn de, di warê îdeolojî û siyaset û felsefeyê de, ji mezûnên zanîngehan bêhtir bûn xwedî bîr û bawerî û agahiyan. Ew, tevahiya têgehên(terîm) hemdem ên îdeolojîk û polîtîk û mîlîtarîst û hûmanîst bi çavên serê xwe dîtin, jiyan; bûn kirde û bireserên wan. Bi sedan peyv; ên wek faşîst, kolonyalîst, milîs, asîmîlasyon, dagirker, hûmanîst, hawirdorparêz, welatparêz, konfederalîzm, emperyalîzm, oportunîzm û êdî nizanim çi û çi; bûn benîştê devê gundiyên me. Tiştek pir balkêş e, tirkên ji rêzê bidin alîkî, exlebê zanîgehqedandiyên wan jî ji piraniya van terîman tu tiştek fam nakin û bi bihîstina wan a ji devê kurdekî “jiderhanê” guh li wan dirêj dibe. Ev hişmendî û kûrahiya civata kurd hê jî bi têra xwe bala raya giştî ya tirk nekişandiye. Wek mînak; ger general û karbidest û rayedarên payebilind ên dewletê, bi hişmendî û wêrektî û jîrektiya kurda bizanibûna û têbigihîştina ku çewisandina serhildana 29’emîn a kurdan ne pêkan e; dê ewên di şûna avakirin û sazkirina ERGENEKON û qoricitî û TÎM û JITEM û JIT’an de zor bidana siyasetmedarên firsendperest û popûlîst - ên qaşo-maşo desthilatdar in (gelê tirk wisa dizane; jiber ku li pêş perdê ne) - da ku ew, “gelê tirk ê bêguneh” bi nijadperestî û bi şovenîzmê sor nekiribûna ; û rê liber çareseriyek demokratîk nehatiba girtin. Ger sermayedarên kapîtalîst li vê rewşê varqiliyabûna, dê ewên bona azadiya ziman û çanda Kurdî, hevkariya Tevgera Azadiya Kurd bikirana û pest û pêkûtiyan li mîlîtarîst û siyasetmedaran bikirina û -jibo berjewendiyên xwe be jî - ew ên cûrbecûr nav û markayên bi kurdî biafirandina û di qada aborî de li Kurdistanê bi hevre biketina ber qayişê. Ger siyasetmedarên konek û fêlbaz ên wek Tayîp bizanîbûna ku kurd bi televîzyonek bi derewan na, bi komir û bi sarinc û bi cilşoyan na, bi ziman û bi nasname deng didinê, dê ew ê “zagona bingehîn” biguheranda û bigota; “made 47- Kurd gelê nîştecih ê vê axê ne û ew jî biqasî gelê tirk xwedî maf in. Made 48- Peywira bingehîn a dewletê; di warê aramiyê de wekheviya tevahiya herêmên welat û sefiraziya hemû welatiyan ên “bac-da” ye. Zimanên welatyên nîştecih -ên ku xwe tirk nahesibînin- jî di hemû kar û barên fermî de û di dibistanan de tên bikaranîn. Gelo hûn divên tevahiya tirkan wek Tayîp û Denîz û Dewlet Koç û Sabancî û Başbûg in û di warê kurda de nezan in? Naxêr, di van çend salên dawîn de , bi taybetî hin rojnamevan û rewşenbîr bi ronesansa kurdan hesiyan. Komek ji wan dest bi weşana rojnameyek bi navê “Taraf” kir. Ev ronakbîr bi rastî jî, di demek kurt de li seranserî Cihanê bûn “rûyê bi rûmet” ê civata tirk a êdî bi îmajkî ewqas xera bubû ku ala wê di çapemeniya Ewropayê de didan ber derziya(şiringa) eroînê... Taraf heta jê tê, li ser nirxên cihana hemdem, bi taybetî jî li gorî pîvanên Yekitiya Ewropî weşana xwe dimeşîne. Kadroyên wê bi gelemperî ji liberal-demokratan pêk tê; lê çend kurd û olparêz ên demokrat jî tê de dinivîsin. Ev rojname ne ya kurda ye; lê nivîskarên wê “Tirkiyeyeke bêhtir demokrat û azad û nûjen” wek mîsyon dane ber xwe. Daxwazên kurdan û pirsgirêka kurd bi giranî di çarçoveya mafê takekesî de dinirxînin û çareseriyê jî di endamtiya YE(Yekitiya Ewropayê) de dibînin. Bi awakî din “TARAF” mafên civakî û netewî yên Kurdan na, mafên takekesî yên welatiyan diparêze. Ev rojname partiya AKP’ê jî di vê rêyê de wek amûrek bikêr dibîne û pişgiriya hin polîtikayên wê dike. Di vî warî de tu kurdekî demokrat û azadîxwaz û welatparêz tevlî nêrînên vê rojnameyê nabe. Jixwe mirazê min û vê nivîsê jî ne lidûhev rêzkirina kêmasiyên vê rojnameyê ye. Ez dixwazim raya giştî ya me kurda bi xetereya bişaftina kurdan a vê rojnameyê bihesînim. Bi gotinek din ez kurda bi kurdîkirina(krdîfication) Taraf’ê; Tarafê jî bi “paşguhkirina Tirkan” tewambar dikim. Bi ya min, serkêşên projeya Taraf’ê jî, mîna ên li jor min rêz kiribûn, di serî de li girseya xwendevanên kurd varneqiliyabûn û wana wek hedef nedabûn ber xwe; ne ji wê buya ew ên çend mehên pêşîn bihayê rojnameya xwe nekirina 1Ytl û rê liber xwendevanên kurd negirtina. Piştî daketina wê ya 40 quruşan, kurd li ser serên bayiyan hêwirîn û tîraja wê ji nişkave ji 5-6 hezaran derxistin 30-40 hezaran. Bi gotina nivîskarên wê bixwe jî , piraniya kiriyarên wê kurd in.Par di serdana Amed’ ê de ew bi çavên serê xwe di destê Amediyan de bi hezaran “Taraf” dîtibûn û kêfxweşî û coşa xwe ya bêhempa di kunciknivîsan de anîbûn ziman. Gelo ev tiştek normal e? Bi ya min ev ji gelek aliyan ve çewt e, ne rewa ye... A yek; li vî welatî di serî de ên demokrasî û mafên xwe yên mirovahiyê dixwazin kurd in; ên nadin, naxwazin bidin tirk in. ji kurda bêhtir hewcedariya gelê tirk bi hişmendî û bi baweriya bi demokrasiyê heye û divê ev rojname ji hêla wan ve bê xwendin. Me li jor jî gotibû, kurd ev sih sal in bi saya Tevgera Azadiyê bi dorfirehî li ser demokrasi û azadî û mafên mirovan kûr û hûr bûne. Mirov bi dilekî rehet dikare bibêje ku; ger Taraf di perwerdehiya demokrasiyê de dibistana seretayî be; kurd şagirtên zaningehê ne. A dudu; girseya xwendevanên kurd ên Tarafê, jiber nivîsên wê yên di warê kurda de wê dikirin. Bi zimanê aborînasiyê heta “arz” bi dilê kiryaran be (mişterî) wê “taleb” jî hebe. Vateyek din a vê rewşê; ev rojname bi “kudayetîyê” dikare li ser xwe bisekine. Ev çerxek gilover e: Kiryar kurd, naverok kurd, rojname berdewam e... Ji van xelekek kêm be; rojname çemûçem e. Li gorî zagonên aboriyê bi stendina wê, em zor didin da ku ew jî bibe ya me, bi dilê me, wek me... Em wê asîmîlîye dikin! Ma êdî Yozgatî û Adapazarî û Qeyserî û Muglayî wê dixwînin? Ger ew rojnameyek “reng-kurd” bixwendina wê Ulke û Gundem û Guncelê jî bixwendina û bi me re tekoşîna demokrasiyê bidana... Desthilatdaran wer kirine ku; ew bûne neyarê her tiştê ku bihna Kurdayetiyê ji tê... Kurdino, bi stendina vê rojnameyê, em rê liber hişmendî û şiyarbûna gelê tirk jî digirin. Cara yekem e ku siûda vî gelî lêhatiye û rojnameyek demokrat bûye para wî; divê em wê jî nekin ya xwe... Ev rewş di gelek waran de jibo kurda jî xeternak e. divê em şûnde venegerin dibistana xwe seretayî ya navê wê “ Ulke” bû û me wê, hema bêje bist sal berê qedand çû! Divê em- heta ji me tê- êdî li ser zimanê xwe yê stûxar rawestin, bi wî bixwînin, bi wî binivîsin bi wî bifikirin û jiyana xwe ya îro û ya sibê li ser wî ava bikin. Taraf, van demên dawîn bi şirîkatiya xwedî sermayedarekî mezin û bi reklamên hin şîrketan êdî dikare li serxwe bimîne; lê çapemeniya me, “çapemeniya azad” bi çend quruşên xwendevanan “tekoşîna herî bi rûmet a cihanê” dide. Em werên ser “Taraf” ê; divê ew çi dikin çawa dikin bila bikin, bibin rojnameya gelê tirk. Divê ew mêvandariya qehwexaneyên gundên Anatoliyê bikin; ew gundî ne ku hê jî kurda mexlûqên “xwedî boçik”, ermeniyan cinawir, xaçparêzan gawirên xwînxwar, ên ne tirk dijmin dizanin... Ew gundî û bajarî ne ku Tevgera Azadiya Kurd wek rêxistinek terorîst dizanin. Dibêjin qey zarokên kurdan ên li serê çiyayan digerin, ne ji artêşa wan a qehreman be, wê bikevin gund û bajarên wan û kok û aca wan biqelînin û ûrtê wan kor bikin! Divê Taraf gelê tirk û rengên herî xweş ên xwezayê, “kesk û sor û zer” lihev bîne. Ev gelê reben jiber nexweşiya neteweperestiyê ji lambeyên trafîkê û ji tîma fûtbolê ya Galatasarayê jî dikeve şikê û dibe, îro na sibeh - çawa ku tîne serê kurdên koçber û penaber ên li Anatoliyê bi cih ûwar bûne- wana jî lînç bike... Ev gelê nezan e ku xwe bi çermsipiyên ewropiyan re dikuje û xwe li ser hemû gelên Rojhihilata navîn dibîne ; ewqas ku navê “ereb” layîqê kûçikan dibîne, kurda jî dike şûna “koleyên reşik” ên sedsala 19emîn ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê... Divê Taraf bibe dermanê vî gelê bi xidarî nexweş, bi giranî gêj û sermest... Çawa? Aqilmendî ji hedê min der e; lê divê Birêz Ahmet Altan ê hostayê giyan û hestiyariya jinê ye, demildest çîroka evîndarî û zewaca Kerîmê Afyonî û ya Eyşoya me ya Agirî û her sê zarokên wan ên bi navên Zîlan, Dîlan û Botan binivîse û di nav rûpelên evîndariyê de poşmaniya Kerîm a ji kîn û rika wî ya berê ya jibo kurdan dajot- beriya ku Eyşo naske-bîne ziman... Hasan Aksay, ji Moskovayê ragihîne ku Alperen ê nijadperest ê Trebzonî ji neçariyê bi Evkerîmê Xinûsî re di heman xanî de dimîne û cara yekem kurdekî welatparêz nas dike û bi bihîstina neheqiyên li kurdan têne kirin ew ji şerman dike bikeve heft qat binê erdê... Sevan Nîşanyan, bi ya “yozgat”ê destpêbike û etîmolojiya navên hemû bajarên tikan binivîsîne. Bê tirs û xof bila bibêje: Yozgatîno, navê bajarê we ji peyva “yoyz” a wateya wê bi Ermenkî “şîr” e; û ji “gat” a dîsa bi ermenkî “pir” e pêk tê û navê bajarê we bi zimanê Ermenkî “ şîrê wî pir” e. Digel ku navê wî bi ermenkî be jî hûn naxwazin biguherînin; lê çima cûmhûriyeta we tevahiya navê erdnîgariya kurdan guherandiye lê mixabin hûn pê qaîl dibin, dengê xwe dernaynin, serde jî dixwazin kurd jî dengê xwe nekin? Amberin Zaman gere pûşê dewşirmeyan -ên di warê neteweperestiyê de derpê ji qûn avêtine- derxe holê û ji tirkan re bibêje: “ ên ji tirkan bêhtir tirktî dikin, ên xwe bi ala sor û sipî dipêçin û we jî bi nijadperstiyê sor dikin bi gelemperî “tirkçerî”ne. Heq e, Orhanê Miroglu’yê me Kurdistanê gund bi gund, navçe bi navçe, bajar bi bajar bigere û çi mamoste çi bijîşk, çi leşker, çi mela, çi karker bi hemû tirkên li van deran dixebitin re bipeyîve û kêfxweşî û serfiraziya wan a li Kurdistanê, qenciyên ku kurd li wan dikin, nêrînên wan ên şaş ên beriya hatina wan a Kurdistanê bîne ziman û ragihîne- dê û bav û xizmên wan ên Balikesîrî û Enqereyî û Rîzeyî yên destên wan li ser kezeba wan li benda kuştina zarokên xwe ne - ku kurd ne dijminên Tikan in û ew ji bo xwe û jibo we bi pergala bêpergal re şer dikin. Gotina dawî divê Taraf rûyê ronî, rûyê bi şewq û şemal ê Tirkiyeyê be. Qenciya kurdan a herî mezin ew be ku wê asîmîlîye nekin, nebişifînin nekin ya xwe, nekin mînanî xwe.