1. Tekst

  2. Gotar

  3. Bawer Yekta
  4. Kurd û înternet
Kurd û înternet,kurd,û,înternet

Kurd û înternet

A+ A-


Dost û hevalên hêja bi rastî dema ku mirov rûpelên înternetê teqle dike û li cîhanê dinhêre gelek malper berhem,nivîs,gotar, dan û standin digel rojname û kovaran hwd dibîne.Lê belê înternet jibo her kesek ku bi karîbe bixwîne û binvîsîne derîyekî başe di warê nivîsandin û parvekirinê de. Dema ku mirov li rojên dûr ên derbasbûyî dinhêre ku kesan di warê nûçe standin û agahdarîyan de, çiqas zehmet dikêşan.Me an li radyoyan guhdardikir an jî li Tv'yên tirkî temaşedikir.Dema ku me nameyek dinvîsî em bi rojan li benda bersiva nameyê bûn.Me digot ka wê bersiva nameya me kîngê bê. Dema ku em îro dinhêrin cîhanek bêhtir pêşketî digelmeye û em di warê teknolojîk de, dikarin her gav û seatê digelhev bidin û bistînin.Lê ev tiştên ku min li jor rêzkirin ew dem û demsal guherî û borî em bi rêya înternetê diçin her derê û agahî distînin ev jî nîmetek herî başe.

Mijara ku ezê liser çend peyvan rêzbikim mijara kurd û zimanê kurdîye di warê înternet û medyayên civakî de ye.Di salên avakirina komarê; bigire heta salên 90'an kurdan nedikarî bi dilê xwe stranên kurdî guhdar bikirina.Kasetên kurdî qedexebûn û dengbêjan bi dizî stran digotin û bi teybekî dengê xwe tomardikirin jibo kesan belavdikirin.Hin caran ew kaseta dengbêj an jî stranbêjê kurd an ji tirsan dihat şikandin û anjî dibin xwelîyê de dirizîya.

Gotinek pêşîyên kurdan: Ez bi qurbana wan rojanbin ku te nedikarî wiha bikira.Erê ez bi qurbana wan roja bin ku ziman liser zimana hesreta gotin û peyvek xweşik a kurdî bû ku ji dayîka xwe fêrbibû.Ne gotin têra wan rojên bi jan û kul dikin ne jî peyv.Lê jiber têkoşîna netewî a kurd li bakurê kurdistanê ku ev çil sale domandîye û em kurdên bakûr gîhana fireqetîyê bêhna me hatîye ber pozê me û em hêjî zimanê desthilatdaran jibo xwe zimanek modern,bajarvanî dibînin.

Loma jî min got civaka kurd divê di her warî de, zimanê xwe bipeyve; binvîsîne jibo ku nehele. Navê helandinê bi awayek din jî mirina bê denge.Lê belê dema ku mirov bi dûrbînek kurdewarî li qada înternetê de dînhêre  rêjeya kurdî axêva gelek kême ev jî liser motorên lêgerînê wekî google hwd rêjeya ziman jî xuyadike ka kurd bi zimanê xwe va, liser înternetê çiqas hene ev jî di warê navnetewî da, gelek girînge. Bila ne dereng be dibe ku motora lêgerînê a herî mezin google jî me kurdan bide ber rexneyan û wê demê emê di qada înternet û civaka medyayên ezmanî de nekarin xwe biparêzin.Wê demê li herderê bi taybetê di înternetê divê em bi her awayî zimanê kurdî bicîhbikin jibo ku rêjeya zîmanê me kurdan di warê nivîsandina kurdî de,bigehîja asta herî baş di cîhana înternetê de.


Gotinên miftehî :