1. Tekst

  2. Komputer

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Kurdi, komputer û kurdiya teknîk
Kurdi, komputer û kurdiya teknîk,kurdi,komputer,û,kurdiya,teknîk

Kurdi, komputer û kurdiya teknîk

A+ A-

Ji destpêka sala 2002yan û vir ve min dest bi bikaranîna komputerê kir. Di serê min de pirsa yekem “ez ê çawa vê komputerê ji bo armancên xwe yên kurdî bi kar bînim?” hebû. Piştî 3 salan, meha borî me yekemîn Kovara Komputergerî û Înternetê weşand. Di vê mehê de em ê bi hejmara duyemîn derkevin pêşberî komputergerên kurd.

Her wiha me li Amedê navendek ji bo vê yekê ava kir. Bi navê Karger êdî komeleyek me heye ku armanca wê pêşxistina komputergeriya kurdî ye. Komele bi alîkariya aborî û hwd ya Şaredariya Sûrê hate avakirin. Niha di rêveberiya wê de jî, ji gelek saziyên kurdî kes hene.

Êdî divê em her bername, script û hwd bi kurdî amade bikin. Bi vê armancê Koma Pckurd hate avakirin, ku xebatên van 2 salên dawî hemû li ser pişta wê komê çêbûne. Malpera Pckurd.Net jî di vî warî de gelek xebat kirin û êdî mirov dikare kurdiya delal di bikaranîna gelek bernameyên navnetewî de bibîne.

Lê ji bo gavên mezin, divê kurdî têkeve nav zimanên cîhanê. Her çiqas Nivîsbariya Azad di vî warî de pirsgirêkan dernaxe û kurdî destek dike jî, şîrketên komputergerî û nivîsbariyê hîn kurdî wekî pêwistiyekê nabînin.

Mînak, piraniya kurdan Înternet Explorer bi kar tîne. Ew jî bi kurdî nîn e. Ew jî ji aliyê Microsoftê ve hatiye amadekirin û parçeyekî Windowsê ye, kesên ku Windows XP bi kar tînin, baş nas dikin.

Me nikaribû ew bikira kurdî, lê niha alternatîfek wê bi kurdî heye, ku li hemû dinyayê ji Înternet Explorer çêtir tê dîtin. Ew Opera ye. Bi gelek zimanên dinyayê derketiye, bernameyeke navnetewî ye, belaş e, malperan zû vedike û ewlekariya wê gelekî baş e.

Lê pirsgirêk ew e, ku Opera jî kurdî %100 destek nake. Min bi dehan caran serî li wan da û min xwest ku kurdî têxin nav zimanên cîhanê. Lê ew kurdiya Operayê diweşînin û kurdî naxin nav zimanên cîhanê.

Opera, ku ji malpera Opera.Com weşanê dike, divê ji aliyê her kesên kurd ve were hişyarkirin, da ku bêhtir girîngiyê bide zimanê kurdî û KURDISH têxe nav zimanên cîhanê.

Bi taybetî kurdên ku bi îngilîzî dizanin, divê serî li malpera wan bidin, da ku INSTAL a Opera bi kurdî jî amade bibe.

Helbet ji bo vê yekê divê bikarhênerên Operayê zêde bibin. Bi ya min, divê kurd Operayê daxin û saz bikin, dosiya zimanê kurdî jî ji malpera wan daxin û li komputera xwe bar bikin. Ev ji bo navnetewîbûna zimanê kurdî girîng e. Destpêk e, ji bo zimanê kurdî jî li cîhanê têkeve nav bazara komputergeriyê. Ev jî destpêk e, ji bo zimanê teknolojîk ê kurdî.

Ji îsal û pê ve, ez ê piraniya dema xwe bidim pêşxistina zimanê kurdî di warê komputergeriyê de. Piştî 3 an jî 4 hejmarên Kovara Komputergerî, em ê tecrûbeya xwe biceribînin û em ê bikaribin kovarekê jî di vî warî de bi awayekî rêk û pêk derxin.

Ev jî dê ciwanan bêhtir ber bi kurdî ve bikişîne.
Fermo, em di sala 2006an de, di vî warî de gava yekem bavêjin.