Kurdistana Serbixwe,kurdistana,serbixwe

Kurdistana Serbixwe

A+ A-

Bavê min, li gor nasnameya fermî ya dewleta tirk daye wî, di 1923'an de hatiye dinê. Lê, dibêje, ji bo mirov dereng biçin leşkeriyê, berê mirovan zarokên xwe li dezgeyên dewletê dereng didan tomarkirin. Yanî em wî 94 salî dizanin. Hîn sax e, li ser xwe ye, hîn rojane karê xwe yê nav baxçe dike, daran av dide.

Dibêje: "Di serhildana Şêx Seîd de li van gundên Dêrika Çiyayê Mazî jî birêxistinek hatiye kirin. Lê berî ku çekan li van êl û gundan belav bikin, serhildanê dest pê kiriye. Ji ber wê kes beşdarî serhildanê nebûye. Hêviyek wisa temiriye."

Dû re behsa dema Celadet, Cegerxwîn, Osman Sebrî û hevalên wî dike û dibêje: "Îcar, dema ji binya xetê dihatin û gel birêxistin dikirin, ez pir biçûk bûm. Bi bavê min re, bi dizî diaxivîn. Hev du xewle dikirin. Çi ji hev re digotin, ez nizanim. Lê, dema diçûn, bavê min bi nihêrînek pir cuda li dû wan dinihêrî. Ew nihêrîna bavê min ew qas watedar bû, ku di wî temenî de jî, di hişê min de tomar bûye."

Rojekê tiştek fam kiriye, lê pir hindik. Dibêje: "Rojekê, dîsa yekî ji binya xetê hatibû, vedigeriya. Dema li hespê xwe siwar bû, bavê min hespê wî ajot ber gomeyekî, ew jî hilkişiya ser gome û li hespê xwe siwar bû. Dema lingê xwe danî ser gome, bavê min pirsek jê kir, got: 'Tu dibêjî em ê Kurdistanekê bibînin?' Sekinî, lingekî wî li ser gome, yek li erdê, bêhnek stend, berê xwe da min û got: 'Belkî em nebînin, lê ev zarok dê bibînin.' Min fam nekir ku Kurdistan çi ye, lê min fam kir ku evînek wan heye û divê ez bibînim, dîtina min dilxweşbûna wan e."

Li gundê xwe yê şewitî, di konê xwe yê biharî de, çîroka xwe wida didomîne, dibêje: "Bavê min dixwest yek ji kurên wî bibe mele. Ev çanda me bû.  Di malbatê de her bavekî kurekî xwe kiribû mele û pirtûkên xwe dewrî wî kurê xwe kiribû. Heke ez nebûma mele, dê çavên bavê min vekirî biçûna, wekî pirtûkên wî bê xwedî mabin. Piştî ez ji leşkeriyê vegeriyam, ez çûm xwendinê, min medrese kuta kir û ez bûm mele. Hîn min dixwend, bavê min wefat kir. Rehma xwedê lê be."

"Min gelek welatparêz veşartin. Gelek kurdên bi hesreta wê Kurdistanê. Min ew yek bi yek şuştin, paqij. Min bi destê xwe kefenê spî kişand ser wan, ew di gora wan de bi cih kirin û terqîn li ser wan xwend."

"Hêvî nayên veşartin. Hêviyên hemûyan bi min re man. Ez di vî temenî de, bûme qasidê wan ê li hêviya mizgîniya Kurdistaneke Serbixwe. Xuya de vî temenê dirêj ji ber wê ye, wan got, gotin ev zarok dê bibîne."

Bavê min niha jî li gundekî Dêrika Çiyayê Mazî, di konê xwe de ye. Dema baran dibare, li Qoserê bi cih dibe, dema ewr diçe, zivistan diqede, dîsa diçe nav wan terş û telaşan, kevir û latan. Dema yek jê re dibêje, "tu li serê van çiyayan çi dikî?", ew dibêje: "li ser vê riya xam zarokatiya min a pêxwas heye, li ber van keviran zarokatiya min a rûniştî heye, dengê yadê, dengê bavo heye. Mirov mir, divê mirov li cihê rast bimire."

Carinan ez diçim serdana wî. Heke ez biçim, wê rojê heta 3'ê şevê hişyar dimîne, pirsan dike. Hemû pirsên siyasî. Ji bersivên min hewl dide ku nêzîkiya Kurdistaneke Serbixwe texmîn bike. Dû re çavên xwe dikute asoyê û li kûrahiya derekê dinihêre. Çavên wî êdî wekî berê ne zelal in, dizanim. Wekî xarên camînî yên rengîn, dema mirov nû distîne dibiriqin, zelal in, lê her ku li bin guhê hev dikevin, qatekî xumam dikevin ser wan, mirov nema hindurê wan dibîne. Çavên bavê min jî wekî wan xaran in, dîroka zarokên hêviyên yextiyaran in.

Dipirse: "Tu dibêjî em ê kengî Kurdistanekê bibînin?"

Ev pirsa wî ya herî zelal e. Dubare ye, ew jî dizane, lê êdî ew jî bê zîvirok dixwaze bipirse, ew jî wekî bavê xwe kal bûye û êdî dema wî ji bo pirsên bi zîvirok û sondaj tune.

Min got: "Dinya guherî. Gelek dewlet êdî dibin yek. Yekîtiya Ewropa, Yekîtiya Emerîka (DYE) û hin wekî din, êdî sînor bêwate dibin. Pirsgirêkên mirovan ew qasî giran bûne, ku nema dikarin di nav sînorên teng de bijîn û bimînin."

Bawer nekir, ji ber ku wî carekê baweriya xwe bi wî mirovê binya xetê aniye. Ew dizane, ew ê Kurdistanê bibîne. Ji min re got: "Hela ji xwe re lê binihêre, ez 94 salan li hêviya Kurdistanê me, ew qas şer, ew qas kuştin, ew qas êş û barê yên çûyî, tu niha dibêjî nizanim çi, nizanim çi. Min navê te kir Rêzan, ji bo tu rêzaniya vî gelî bikî, ka Kurdistana te?"

Wê rojê nameyek jê re hatiye. Jê re gotine "Mîrê Sebrê nameyek şandiye." Pêşî şaş bûye, dû re gotiye "bixwînin." Ji nameyê tenê hevokek maye di bîrê de.

Gazî min kirin, gotin "bavê te gazî dike, dibêje, bila bi lez were." Ez çûm.

Got, "hwaa pêçûyê Mîrê Sebrê!" Min got: "Hê, bavo!"

Got: "Nameyek hatiye, dibêje: "Kî dibêje ku Mîrê Sebrê dest ji serxwebûnê berdaye, derewan dike. Tenê ez erebeyê najom pêşiya hespê. Kî dibêje 'pirsgirêka demê ye', ew jî şaş e. Divê hesp here pêşiya erebê. Wekî din nabe."

Ew, niha, xwe wekî ku Kurdistana Serbixwe dîtibe dihesibîne. Êdî dilê wî rihet e. Mîrê Sebrê her tiştê xwe daye aliyekî, ji bo hêviya wî bi cih bîne dixebite.

Bila dilê we jî rihet be. Kesî, tu kesî dest ji serxwebûnê bernedaye, ger gava ku tê avêtin, gavek ber bi serxwebûnê ve ye.

Ma em kurd 30 sal berê ev qasî serbixwe bûn, an îro? Serxwebûna nîhayî jî dê pêk were.

"Erebê najon pêşiya hespê!"


Gotinên miftehî :