Kurdistanbol,kurdistanbol

Kurdistanbol

A+ A-

Di Newroza 2014’an de bi sed hezaran kurd beşdarî pîrozbahiya cejnê bûn. Beşdariya îsal ji beşdariya salên din gelekî zêdetir bû. Li gorî nûçeyan nêzî 500 hezar kesî beşdarî vê xwepêşandanê bûne. Kesên ku hatibûn pîrozbahiyê hemû ne kurd bin jî. ji sedî 95 kurd bûn. Di hilbijartinên herêmî HDP’ê li Stenbolê nêzî 400 hezarî deng standiye.

Gelo li Stenbolê çiqas kurd dijîn? Di vî warî de tu rapirsîn û lêkolînên berfireh nehatine kirin, lê li gorî hinek anketên ku hatine kirin nêzî 3 milyon kurd li Stenbolê dijîn. Hinek ji van mirovan berî 50-60 salî ji ber sedemên aborî hatine li Stenbolê bi cih bûne. Piraniya wan berî şerê li Kurdistanê hatine Stenbolê, lewre jî gelek ji wan wekî kurd polîtîze nebûne. Hinek kurd jî di salên 90’î de bi darê dorê hatine koçberkirin û wan jî xwe li Stenbolê girtiye. Piraniya kurdên polîtîzebûyî ji van kesan in. Lê belê nifşên nû yên van kurdan ji aliyê çand û zimanî ve her ku diçe ji kurdayetiyê dûr dikevin.

Ji bilî vê yekê, Stenbol ji dema osmaniyan bi vir de navendeke girîng a rewşenbîriya kurdan e. Sazî û dezgehên pêşîn ên kurdan li vî bajarî ava bûne. Yekemîn rojnameya kurdî Kurdistan her çiqas li Qahîreyê dest bi weşanê kiribe jî, weşangerên rojnameyê nîştecihên Stenbolê ne. Piştî wê jî li vî bajarî li gel hinek komele û saziyên kurdî, birek weşanên kurdî jî hatine weşandin. Piştî avabûna komara Tirkiyeyê her çiqas derfetên xebatên kurdewarî nebûn jî dîsa ciwan û rewşenbîrên kurd li vî bajarî hinek sazî û dezgeh ava kirine, hinek weşan derxistine. Di salên 90’î de ji ber ku li Kurdistanê derfetên xebata rewşenbîrî nebûn, saziyên rewşenbîrî û çandî pêşî li vî bajarî ava bûn.

Piştî salên 2000’î rewş guherî, li Kurdistanê derfetên xebatê zêde bûn, şaredarî ketin destên kurdan, hingî kes û saziyên kurdan berê xwe da Kurdistanê. Bi vê yekê re li vî bajarê qerase di warê çandî û rewşenbîrî de valahiyeke berbiçav çêbû. Niha li vî bajarî tekane saziya kurdewar ku kurd karibin xwe lê bigirin Enstîtuya Kurdî ye. Lê belê ev jî ne saziyeke çandî ye. Di bin banê wê saziyê de xebatên hîndekariya zimanê kurdî û hinek xebatên lêkolînî têne kirin. Bi derfetên heyî salane dikare hezar kesî hînî kurdî bike.

Heçî Navenda Çanda Mezopotamyayê ye, di salên 90’î de gelekî çalak bû. Bi xebatên xwe yên çand û hunerî hêvî dida gelê kurd, dilê wan geş dikir. Lê niha xebatên wê gelekî qels û lawaz bûne. Bi taybetî piştî ku ji cihê xwe yê li ser kolan Îstîklalê derket, êdî ji ber çavan winda bû.. Van salên dawîn li cihên mîna Bagcilar û Avcilarê hinek saziyên mîna Arzela û Med-Kultur ava bûne, lê ew jî gelekî herêmî û teng dimînin. Ji bilî vê yekê, li hinek taxan komele hatin vekirin, lê belê ew jî zêde bi pêş neketin û piştî demekê jî piraniya wan hatin girtin.

Di vê guherînê li Stenbolê di warê çandî û rewşenbîrî de valahiyeke berbiçav pêk anî. Ji bo dagirtina vê valaliyê, hinek saziyên arizî vebûn. Roja îroyîn saziyeke ku di warê rewşenbîrî û akademîk de bi xebatên xwe balê dikişîne Wefqa Îsmaîl Beşîkçî ye. Hinek komên şanoyê yên mîna Seyri Mesel, Şermola jî di warê şanoyê de xebatê dikin, lê belê xebata wan jî qels dimîne. Ji bilî wê jî bi taybetî li derdora Beyoglu birek kafe vebûne. Ciwanên kurd bi gelemperî diçin van kafeyan.

Ji ber vê yekê têkiliya tevgera siyasî ya kurd bi gel re bi tenê di ser partiyê re pêk tê. Aliyê çandî, civakî yê têkiliyên bi gel re pir qels û lawaz e. Bo nimûne li vî bajarî saziyên pîşeyî yên kurdan nîn in, di nav sendîkayan de tu giraniya kurdan nîn e. Bi tenê di nav sendîkayên karmendan de kedkarên kurd hene, lê ew sendîka jî bi xwe zêde ne karîger û bikêrhatî ne.

Piştî ku BDP li metropolan cihê xwe bide HDP’ê kurd dê çendî karibin bi reng û dengê xwe di nav vê partiyê de cihê xwe bigirin? Bo nimûne li hemû avahiyên rêxistina BDP’ê televîzyonên kurdî vekirî bûn. Mirovên kurd dikarî biçe li wê li wan televîzyonan temaşe bike û bi hev re bi kurdî bipeyivin. Gelo ji niha pê ve dê rewş çawa be?

Divê ev valahî rojekê berî roja din were dagirtin û saziyeke çandî û hunerî ya hêjayî nav û dengê kurdan li Stenbolê were avakirin. Heke ev yek pêk neyê dê ev yek bandora xwe li ser siyaseta kurd ji nîşan bide.


Gotinên miftehî :