1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Kurmê Qurmê Kurdî
Kurmê Qurmê Kurdî,kurmê,qurmê,kurdî

Kurmê Qurmê Kurdî

A+ A-

Konferansa Zimanê Kurdî ya Neteweyî dê were lidarxistin. Tê bêjî qey Konferansên ku salên 2003, 2004, 2005 û 2006'an hatin pêkanîn, ne konferansên Netewî bûn, lê konferansên gundî bûn. Ka werin, kumê xwe daynin ber xwe û li van çend xalan binihêrin:

1- Ji sala 2003'an heta 2006'an, Konferansa Zimanê Kurdî ku wekî rêzekonferans li Amedê hatin pêkanîn, ji aliyê kê ve hatin pêkanîn? Ma ne ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hatin pêkanîn? Ev Konferans hemû di çarçoveya Rojên Edebiyatê de nehatin çêkirin? Ma di van konferansan de Ordîxanê Celîl ê gorbihuşt hemû beşdar têra xwe nekenandin? An Samî Tan di van konferansan hemûyan de ne rêveber bû? Çi kêmasiya van konferansan hebû?

2- Di van konferansan de bêkalîtebûn ne bes bû? Mînak li ser navê mehan 300 beşdarî nekarî ku biryarekê bide. Dû re biryar di Konferansa Rojnamegeriya Kurdî de nehat girtin? Madem ku Rojnamevan dikarin navê mehên kurdî belî bikin, îcar ew çi konferansên Zimanê Kurdî bûn, ew çi xwexapandin an jî emxapandin bûn?

3- Ziman çi ye? Pirtûk e an komputer e? Ziman telefonên destan (IPhon û hin wekî din) e an kovar e? Ziman ferhenga elektronîk a di telefona mirov de ye, an a 3 kîlo giran li malê ye? Konferansa Zimanê Kurdî ya Netewî, konferansa kîjan zimanî ye? Ya zimanê ku bav û kalan berî niha bi 100 salî bi kar neanî, an konferansa zimanê ku îro rêveberên konferansê bi kar naynin e?

Hinek dê niha bêjin îftiraaaa! Çawa rêveberên konferansê kurdî bi kar naynin?!

Belê biracan. Bi serê min û we dikim, telefona hemûyan bi zimanê biyanî ye? Telefona ku bi kurdî derket, ji ber van biraderan nekirî, ji alî şîrketa Çînê ve hate berhevkirin. Û ev rêveber komputerên xwe bi kurdî bi kar naynin? Heta haya wan jê tune ku versiyona herî dawî ya komputera kurdî Sermawez 2011 niha tê belavkirin û 2 mehên din, di gulanê de versiyona Gulan 2012'an derdikeve.

Îcar anketekê çêkin, xwe bidin devê deriyê konferansê û wiha bikin: Navê hemû pirtûkên kurdî yên di sala 2011'an de derketine têxin lîsteyê û bêjin "we kîjan xwendiye?"
An jî lîsteya kovarên kurdî binivîsin û bêjin "hûn aboneyê kîjanê ne?"

Ez ji we re tiştekî bêjim?
Zimanê ku bi teknolojî û înternetê re ne têkildar be, ne zimanê min e. Jixwe dewlet jî dixwaze aha wisa bike. Konferansa ku bala wê ne li ser kurdiya teknolojiyê û înternetê be, konferansa kalik û pîrkên min ê têkçûyî ye. Ne dema min heye ez bi tiştên wiha vala re dakevim û ne pêwist dibînim. Ji mesrefa belasebe pê ve ne tu tişt e.


Gotinên miftehî :