1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Kî Komeleya Nivîskaran bi rê ve dibe?
Kî Komeleya Nivîskaran bi rê ve dibe?,kî,komeleya,nivîskaran,bi,rê,ve,dibe

Kî Komeleya Nivîskaran bi rê ve dibe?

A+ A-


Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê carek din kongreya xwe betal kir. Lê vê carê çîroka wan ji çîroka berê xirabtir e.

Di meha rezberê (îlon) de Rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd biryar da ku lijneyek were avakirin û ew lijne amadehiya kongreyekê bike. Navê min, Sîdar Jîr û Mehmet Yilmaz jî di vê lijneyê de hebû. Lê hîn ku me civînên xwe bi endaman re li dar dixist, rojek ji rojên civînê min dît ku kes di saeta civînê de li komeleyê tune. Bi telefonê ez li wan geriyam, gotin “were buroya endamê lijneyê Mehmet Yilmaz.”

Ez pir bi hêrs bûm. Di saziyekê de asta herî ketî, jêr û xerab e ku mirov di saeta civînê de hev du agahdar neke, here cihekî din û paşê jî ji yên pêketî re bêje “were filan derê.” Ez neçûm.

Îcar jî gotin em ê bên Parka Koşuyolu. Ez bi telefonê bi rêveberan Mehmet Devîren û Azad Zal re axivîm, min got "çima hûn ji saziyê direvin û çima nayên saziyê." Lê piştî saet û nîvekê camêr bi hev re hatin Parka Koşuyolu.

Camêran gotin "me kongre betal kiriye." Sedema ku Kongre betal kirine jî nabêjin, lê Azad Zal digot ku hinek navên lijneyê berî ku lijne were avakirin belî bûye. Yanî amadehiyek bi kontrol hebûye û heta serokê ku dê were hilbijartin jî belî bûye. Piştre hinekî din jî pêşve çûn û wekî ku lijne bi awayekî korsan hatiye hilbijartin gotin motin kirin.

Der barê bêhuqûqiya ku dikin de min ew agahdar kirin. Lê Azad Zal bixwe bi israr digot ku divê em bala xwe nedin ser van tiştên basît û em bêhtir li ser petrola Batmanê bifikirin ku dijênên me dixwin. Balkêş e, heta wî behsa vê yekê nekir ji nivîskarên kurd çend kes evqasî netewî difikirîn cihê nîqaşê ye.

Ji bo ez xwe danexim asta wan, min bixwe nenivîsî.
Îro Mehmeh Yilmaz bi e-peyamekê aniye ziman ku cara duyem navê wî ketiye lijneyê, wî dîsa qebûl kiriye û dîsa lijne hatiye belavkirin.

Bi rastî ev lîstik in. Nizanim kî komeleyê bi rê ve dibe, lê heke kî bin êdî nikarin xwe veşêrin û ev yek dê serê wan bixwe. Heke ew Sultan bin jî.

Pirsgirêka Mehmeh Yilmaz wî têkildar dike. Ewqas gazindên ku nivîsandiye jî li cem min bêqîmet in. Bila cara duyem xwe nekira pêlîstok.

Em bên ser sedema ku çima kongre cara duyem hatiye betalkirin. Sedemên ku komeleyê di daxwiyaniya xwe de aniye ziman jixwe dihatin zanîn. Min li wê parkê jî ji wan re bi dengê bilind (bi qasî gelek caran bêjin sakîn be!) got “hûn ji dervê huqûqê tev digerin.”

Azad Zal li wir li cem Arjen Arî, Sîdar Jîr, Mehmet Devîren û Mehmet Yilmaz got “here serî li dadgehê bide, tu çi dikî tu serbest î.”

Fermo Zal ê kurdan, aha ji te re dadgeh. Bê we çima 5 meh berê kongre bi awayekî bêhuqûhî betal kir û çima we da ser riyeke bêhuqûqtir?
Û hîn maye.
Hûn ê hesabê rezîlkirina saziyekê bidin.