Leyla Zana,leyla,zana

Leyla Zana

A+ A-

Îroj min hevpeyvîna Leyla Zana ya bi rojnameya tirk Hurriyetê re kiriye xwend. Leyla Zana yek ji sembolên grîng ên têkoşîna azadiya gelê kurd û têkoşîna azadiya jina kurd e û îroj jî di pozîsyoneke gîrng de ye. Loma jî ku daxuyanî, axaftin û nêrînên yeka/î di pozîsyona wê de, li ser civakê bandorên grîng jî dikin. 


Di hevpeyvîna îroj de xala herî grîng sernavê hevpeyvînê bi xwe ye: ”Erdogan dikare çareser bike!..” Bi kurtayî Leyla Zana di wê nêrînê de ye ku hêz di destê kî de be çareserî jî di destê wî de ye loma jî ku Erdogan îroj bi hêz e û dikare çareser bike. Mîna mantiq ev yek rast xuya bike jî, nêrîneke rûxarkî ango sererû ye û kûrahiya wê nîne. Nêrîn û nirxandinek bi vî rengî ji devê yeka mîna Leyla Zana, xeter e. Lewra bi çi niyetî hatibe kirin bila bibe, ne nêzîkayiyek polîtîk e û loma jî dikare bibe çek di destê dijminê mirov de. 

Îcar ew qasî ji Erdogan piştrast e ku dikare wiha bêje: ”Kesê ku li serê hukûmeta di dîrokê de herî bi hêz e, ez di wê baweriyê de me ku dikare vê pirsê çareser bike. Min ne hêviya xwe û ne jî baweriya xwe ya vê yekê wenda nekiriye.” Ya rastî ez pir ecêb nemam, lê êşiyam. Ecêb nemam, lewra ev ne cara yekê ye ku Zana, nezaniyeke bi vî rengî dike!.. 

Di 13ê cotmeha sala 2004an de jî li Parlamentoya Ewropayê di merasîma xelata wê de jî got ”li Tirkiyeyê êşkenceya sîstematîk nîne.” Di heman demê de ku Zana ev digot, rapora salane ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) hat weşandin. Di vê raporê de bi sedan mînakên êşkenceya sîstematîk hatibûn diyarkirin. Îcar Leyla Zana li ser çi bingehî, bi çi armancî û çima di wê demê de ev daxuyanî dabû, balkêş bû.

Heman Leyla Zana, di Newroza sala 2009an de rexne li Erdogan digirt, mizgîniya serbestiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dida û axaftina xwe jî wiha bi dawî dikir: ”Ez ji we bi hêvî û bawerî me. Min tu carî jî vê hêvî û baweriya xwe ya ji we wenda nekiriye.” Îcar divê mirov pirs bike ka gelo Leyla Zana mîna di Newroza sala 2009an a Amedê de gotî, ji gel bi hêvî û bawerî ye, an ji Erdogan? lewra her du li hev nakin. Nabe mirov him ji gelê kurd û him ji qatilê gelê kurd bi hêvî û bawerî be.

Dîsa pir balkêş e: Erdogan tu gotin û çêr û tehdît namîne bi siyasetmedarên kurd nake û li hemberî van êrîş, kuştin, bombebarandin, êşkence û komkujiyên siyasî yên AKPê, siyasetmedarên kurd bertekên xwe nîşan didin, bang li parlamenterên kurd ên nav AKPê dikin, lê Leyla Zana piştgirî dide AKPê û rexne li BDPê digire, kurdayetiya BDPyiyan dike mijara pirsê ku heman tiştê Erdogan dixwaze pêk bîne. Belê dikare rast be ku divê BDPyî bêtir kurd bin û xwe ji mekanîkiyê rizgar bikin, lê ev fedakarî û keda wan a mezin nade wendakirin û nabe îsbata kurdayetiya rasteqîn a kurdên nav AKPê!..

Belê rast e ku heya niha hukûmeteka wiha bi hêz nehatiye Tirkiyeyê, lê tu carî hukûmeteka wiha durû, sextekar, asîmîlasyonîst, xetere û dijminê hebûna kurd jî nehatiye. Bila bi tenê li encamên kiryarên hukûmetê yên 9 salan binihêre.

Ya din em tu carî bi tirkan re nebûne malbatek. Zana nikare li ser navê min û malbata min biaxive!.. Me ji zilm û zordariyê pêve, ji dewletê tiştek nediye. Ha eger armanca vê gotinê gelê tirk be, em mîna gel jî, heya salên 1970yî jî pir kêm têkilî hev bûne ku min li ser vê mijarê gotarek nivîsîbû ”Em ne birayên hev in: http://www.amidakurd.net/qunciknivis/em_ne_birayên_hev_in

Eger AKP û ev dewlet îroj navê kurd dibêjin, ev ne ji xêra bavê xwe re ye, têkoşîna 35 salan e ku divê Leyla Zana vê rastiyê ji gelekan pir baştir bizaniya û li gor wê biaxiviya, beriya ku aqil bide PKKê. Ma ne heman Leyla Zana bû ku digot ”çek temînata me ye” û niha dibêje ”Madem PKKê dev ji Kurdistaneke serbixwe berdaye wê demê mirina van ciwanan bêwate ye û divê PKK jî li gor vê xwe sererast bike”. Yanê çi? Yanê divê PKK dev ji têkoşîna çekdarî û çekan berde. Yanê çi? Yanê sedema mirina ciwanan PKK ye ne dewlet û hukûmeta faşîst a AKPê ye û Leyla Zana ji serokê vê hukûmeta faşîst jî bi hêvî ye! Ka êdî mirov bêje çi nizanim.

TRT6 a ku êdî yên di destpêkê de bi kelecan ew diparastin û propogandaya wê dikirin jî niha êdî nikarin bi heman kelecan û serbestî biparêzin, niha ji xwe re parastvaneke din diye: Leyla Zana. Çi dibêje di hevpeyvîna xwe de? ”5 milyon kurdên asîmîlebûyî hene, kanalên mîna TRT 6 ê, ziman û çanda van mirovan bi bîra wan anî û bû sedema ku ev kes baweriya wan bi wan bê.” El însaf û pir şerm. Leyla Zana tenê ji bo vê hevokê be jî divê lêborîna xwe ji gelê kurd, ji Têkoşîna Azadiyê û ji kedkarên medya û çapemeniya kurd bixwaze. Lewra wan tu tiştek nekir û ev hemî marîfet û serkeftinên TRT 6ê ne li gor Zana. Heyf û hezar mixabin.

Mirov çêr, tehdît û êrîşên herî qirêj û dûrî ehlaqî û mirovahî ku hemû AKPyî her roj li hemû muxalîfên xwe dikin û bi taybet jî li kurdan dikin nebîne û rabe ji bo çend gotinên ne xweş ku ew jî bi provakasyona AKPyiyan ji devê yek du siyasetmedarên kurd derketiye rexne bike, bi gotina herî sivik ev bêwîjdanî ye û paqijkirina qirêjiya AKPyiyan e.

Her wiha aqildayina Hurriyetê jî diviya ne karê Leyla Zana bûya. ew binivîsin Tirkiye ya tirkan e çiye ji bo me kurdan an binivîsin Tirkiye ya tirkiyeyiyan e çiye ji bo me. Em kurd in û Kurdistanî ne. Bila her kes rastiya xwe binivîse û bilêv bike, ya rast ne ev e gelo?

Min destpêkê jî got ez pir şaşwaz nebûm, lê êşiyam. Lewra Leyla Zana bedêl daye, têkoşiya ye û gel jî rûmeta vê têkoşînê diye û dayê. Divê mirov ew qasî erzan bi xwe û vê rûmetê nelîze. Yek ji tişta ku mirovan û bi taybet jî siyasetmedarê gelekî diqedîne û dixîne, nakokiyên navbera nêrîn û gotinan in. Ez hêvîdar im ev şaşî rojek zûtir bê dîtin û jê bê vegerandin. Lewra ez wisa bawer im ku tu kurdek dilsoz dê nexwaze Leyla Zana ne bi sekna wê û ne jî bi usluba wê, dûrî rastiya vî gelî bibîne.

Mahabad Felat Arda 2012-06-14


Gotinên miftehî :