1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Can Seker
  4. Li gor Zerde_tiyan
Li gor Zerde_tiyan,Li,gor,Zerde_tiyan,

Li gor Zerde_tiyan

A+ A-

Di serî de, hîn ne dem hebû ne mekan ne erd ne jî asîman. Ji ronahiya pîroz ku Yezdanê dilovan Ahura Mazda û ji tariya zilûmat ku Ehrîman tê de dijiya û di navbera herduyada jî, ji valayiyê pê?tir ti?tek tunebû. Rojekê Yezdanê dilovan Ahura Mazda hewl da ku ti?tek ba? biafirîne. Cara yekem asîman çêkir, tê de Roj û Stêrkan bi cîh kir. Cara duyem Avê çêkir. Sêyem Erdê afirand, tê de çîya, de?t û newalan bi cîh kir. Cara çaremîn Nebat Dar û Ber afirand. Pêncemin; Ajelên picûk û mezin ên cuda cuda afirand. Pi?tre Yezdanê dilovan Ahura Mazda mirovê yekem Gayomard çêkir. Herî dawî jî Agir çêkir û wî di nav hemû afirandinên xwe de bi cîh kir da ku germayi serdestiyê li sermayê û ronahî jî, serdestiyê li ser tariyê bike, ji bo ku gîyan çêbibe.Ehrîman ji tariya zilûmat derket û dît ku Yezdanê dilovan Ahura Mazda çî ti?tên xwe? afirandiye û pê gelek aciz bu. Yezdanê dilovan gazî Ehrîman kir û got: "Ehriman, were ji min û afirandinên min re rêz û ?anaziya xwe pê?kê? bike ku tu ji tarîtî û xerabiyan pak bibi".Ehrîman bersiv da û got: "Çima ez ji afirandinên te re rêz bigirim? Çima ez bi kirinên te ?anaz bim? Ez ji te bi hêztir im! Ez ê te û afirandinên te ji bo herdemê jehrî û tune bikim!" Ehrîman pa? de ki?iya cihê xwe yê tarî, nav artê?a xwe ku ji cin û hacûc û hûtan pêk dihat. Ehrîman artê?a xwe amade kir da ku êrî? bibe ser afirandinên Yezdanê dilovan Ahura Mazda.Yezdanê dilovan Ahura Mazda Zanyarê her ti?tî ye. Wî zanibû ku Ehriman dê êrî?ê bibe ser afirandinên Wî yên xwe?, ba? û bê hempa. Ji bo paraztina afirandinên xwe li hember artê?a Ehrîman, Yezdanê dilovan Ahura Mazda, ji ruhê xwe ?e? melek afirand û wan pîroz û bi hêz kir.Ji bo parastina asîman melekekî pîroz bi navê Khashatra (Xasatra) afirand. Ji bo parastina avê, a?tiyê û pakbûnê melekeka jin bi navê Haurvatat afirand. Ji bo parastina erdê melekekî pîroz Spenta Armaiti afirand. Ji bo parastina dar, ber û nebatan jî, melekekî pîroz Ameratat afirand. Ji bo parastina ajelan jî, melekekî pîroz Vohu Manah afirand. Ji bo parastina agirê pîroz jî, Asha Vahista afirand . Jo bo parastina melekan jî, ji ruhê xwe yê pîroz, parastin danî ser wan.Ehrîman, Yezdanê tariyê, hût, cin û hacûcan, dît ku Yezdanê dilovan Ahura Mazda çi afirandiye. Ji hêrsan digiriya û digot: "Ax Ahura Mazda! Ez ê te û Afirandinên te ser û bin bikim û hemû afirandinên te jehrî bikim. Tu yê tu carî li hember min bi ser nekevî" û Ehrîman û artê?a wî êrî? birin ser cihên rohnî û yek bi yek afirandinên Yezdanê dilovan Ahura Mazda.Pê?î êrî?ê birin ser av ê ku av ê jehrî û tune bikin. Lê belê nikaribûn dilopek jî, ji avê bigrin. Pa?e êrî? birin ser erdê ku wê jehrî û tune bikin lê disa bi ser neketin. Nikaribûn parçeyekî jî, ji çîyan biqetînin. Erî? birin ser dar, ber û nebatan, xwestin wan jehrî û tune bikin. Di wî warî de jî bê encam man. Nikaribûn dasiyek jî bigrin. Dawî, Ehrîman û artê?a wî çav li mirovê herî pê?î, Gayomard gerandin û êrî? birine ser. Wi jehrî kirin li hember jîyanê nexwe?în û mirin danê. Yezdanê tariyê Ehrîman bi ser ketibû û yek ji afirandina Yezdanê dilovan Ahura Mazda berevacî kiribu. Ehrîman gelek kêfxwe? bûbû ji bo ku Gayomard bi jehrê nexwe? û bi mirin kirûbû. Ehriman bawer dikir ku dawî li afirandinê aniye. Loma jî gelek poz bilind bûbû.Bi ser mirina Gayomard re çil sal derbas bûbû. Li ser mezelê Gayomard nebatek ?în bûbû. Nebat mezin bûbû û du kulîlk dabû. Kulîlk ge? bûbûn. Ji nav her kulîlkî mirovek derket. Yek jin yek jî mêr bû. Navê yê mêr Mashya navê ya jin jî mashyana bû. Mashya û Mashyana ji Yezdanê dilovan Ahura Mazda re soz dan ku zarokên wan dê li hember Ehrîman têbiko?in. Ji Mashya û Mashyana re gelek zarok çêbûn û li her deverî belav bûn. Em hemû mirov ji Mashya û Mashyanayê ne û mirovatiya me jî ji Yezdanê dilovan Ahura Mazda ye. Xerabiya mirovan jî ji Ehrîman e ku mirovê herî pê?în Gayomard jehrî kiribû û mirin dabûyê.Di taybetî û natura Ehrîman de Afirandin tune. Ehrîman nikare ti?tek biafirîne (ji tunebûnê hebûn çêbike). Ti?tê ku dikare bike, Afirandinên Yezdanê dilovan Ahura Mazda, berevacî bike.Ew mirovên ku bi ya Yezdanê dilovan Ahura Mazda re rast bin û bixwazin bi Ahura Mazda re bin, divê her dem bi Fikrên pak, Peyvên pak û Kiryarên pak re bin.Têbinî: Ev tekst ji pirtûka Afirandinê (Book of Creation, Bundahishn) hatiye girtin û ji aliyê min ve jî hatiye wergerandin.

Can Şeker 2 kanûn 2005


Gotinên miftehî :